2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

30 salan girtî ma niha jî 40 saet in di bin çavan de ye

Nivîskarê kurd Menaf Osman ku 30 salan girtî ma, piştî hat berdan jî serbest bernadin. Leşker bi awayekî keyfî zêdeyî 40 saet in Menaf Osman di bin çavan de radigirin

Nivîskarê kurd Abdulmenaf Osman ku 30 salan girtî ma û 40 saet berê ew serbest berdan, niha zedeyî 40 saetin di bin çavan de digirin. Parêzerê wî Halîl Coşkûn diyar kir ku muwekîlê wî li dijî hiqûqê di bin çavan de tê girtin.

Nivîskarê kurd Abdulmenaf Osman ê 58 salî ku di Girtîgeha Akhîsar a Manîsayê ya Tîpa T’yê de bû, di 3’ê îlonê de piştî 30 sal û 6 mehan ji girtîgehê derket. Osman ku di 3’yê Adara 1993’yan de li Êlihê hatibû binçavkirin, Dadgeha Ewlehiyê ya Dewletê (DGM) bi îdiaya “xerakirina yekparebûna dewletê” cezayê muebedê lê birîbû. Osman ku di 28 saliya xwe de hatobû girtin, di 58 saliya xwe de ji girtîgehê derket.

Osman piştî ku ji girtîgehê derket, ji ber ku ji bajarê Hesekê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye leşkeran ew bir Navenda Paşveşandinê ya Manîsayê. Osman li gel hat berdan jî zêdeyî 40 saet in li qereqola cendirmeyan a Akhîsarê ye. Hat diyarkirin ku dê Osman bibin Fermandariya Bajêr a Manîsayê.

Parêzerê Osman Halîl Coşkûn li qereqola cendirmeyan a Akhîsarê hevdîtin bi muwekîlê xwe re kir. Coşkûn bilêv kir ku Osman niha bi awayekî fiîlî di binçavan de ye û got: “Li gor qanûna 6458’an a Parastina Biyaniyan ne di lîsteya dersînorkirinê de ye. Lê dîsa jî li bendê ne ku Midûriyeta Koçberiyê ya Manîsayê biryara dersînorkirinê bide. ”

Coşkûn diyar kir ku muwekîlê wî zedeyi 40 saet in bi awayekî fiîlî di binçavan de ye û got: “Ya tê kirin derhiqûqî ye. Tu tiştekî hiqûqî ya ji bo binçavkirina muwekîlê min tune ye. Em dixwazin mafê wî yê ku qanûna 6458’an daye wî esas bê girtin. Ji bo muwekîlê min biçe welatekî sêyem, divê mehek muhlet a di qanûnê de diyarkirî esas bê girtin. Di vê demê de gava pasaport û nasnameya wî bê derxistin dê bi rizaya xwe biçe welatê sêyem. Ji lew re ger radestî rejîma sûriyeyê bê kirin dê ewlehiya wî tune be.”