17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Hiqûqzan: Pergala li Îmraliyê dermirovî ye

Hiqûqzanên li Îzmirê daxuyanî dan û diyar kirin ku pergala li Îmraliyê derqanûnî û li dijî mafê jiyanê ye

Komek hiqûqzan ên ji endam û rêveberên Komeleya Hiqûqzanên ji bo Azadiyê (OHD), Komeleya Hiqûqzanên Hemdem (ÇHD), Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Hiqûznanên ji bo Edaletê bi minasebeta sala nû ya dadê li pêş avahiya Dadê daxuyanî dan çapemeniyê. Gelek parazvanên mafên mirovan û hiqûqzan bi cubeyên xwe yên parêzeriyê tev li daxuyaniyê bûn. Hiqûqzan û parazvanên mafên miroavan pankarta “Li vir hiqûq tune” vekirin û dirûşmeya “Parastin bêdeng nebû dê bêdeng namîne” berz kirin.

Hevseroka Şaxa OHD’ê ya Îzmirê Şukran Ozturk, pal bikaşn ser polîtîkayên tecrîdê û wiha axivî: “Birêz Abdullah Ocalan li girtîgeha Girava Îmraliyê tê girtin. Ev sepandina tecrîda giran e. Parêzer û malbat nikarin biçin hevdîtinê. Ev astengiya li ser malbat û parêzeran ji 15’ê Sibata 1999’an heta niha berdewam dike. 24 sal bi vî awayî borîn. 24 salin li dijî mafê jiyanê û mafên mirovan pergalek hatiye avakirin. Rojnameger Merdan Yanardag, ji ber qala tecrîdê kir, bi fermana îqtîdara siyasî hat girtin.”

Hevseroka Şaxa OHD’ê ya Îzmirê Şukran Ozturk,  anî ziman ku mirovahî ji dîrokê ve bi hesret bi findê li dadê digere û wiha got: “Îsal jî bi îşkence, lêdan û kuştinê me ketin sala nû ya dadê. Ji sala 2012’an heta niha binpêkirina mafan zêde bûye. “Tenê di sala 2022’an de 109 hezar û 779 kesan ji bo mafê wan hatiye binpêkirin serî li Destûra Bingehîn daye.”

Ozturk, destnîşan kir ku herî zêde mafê azadiya daxuyanî û civînan tê astengkirin û wiha axivî: “Dewletê, ji bo mafê karker û çîna bindest binpê bike xwe bi rêxistin kiriye. Di sala 2023’an de 177 jin hatin qetilkirin. Ji xeynî 2023’an di 5 salên dawî de 10 hezar û 99 karker bûn qurbana cînayetên kar. Di 15 salên dawî de li bajarên kurdan maşîneyên polîs û leşkeran li 82 kesan xistiye. Di van bûyeran de 21 jê zarok 44 welatî hatin kuştin. 23 jê zarok 94 welatî birîndar bûn. Lê polîs û leşker li vir hatine parastin û nehatine cezakirin.