5 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ji bo girtiyên nexweş 3 rojan çalakî bê lidarxistin

Siyasetmedar Sebahat Tuncel ragihand ku girtiyên siyasî yên kurd ji bo girtiyên nexweş ên jiyana xwe ji dest didin, 3 rojan çalakiya xwarin wernegirtinê li dar bixin.

Desthilata AKP-MHP’ê li aliyekî ditiyên ku cezayên wan qediyeye serbest bernade û lş alşyê din jî girtiyên nexweş li girtîgehan terkî mirinê dike. Li girtîgehên Tirkiyeyê têkildarî neberdana girtiyên nexweş û mirina girtiyên nexweş, wê çalakiya ji bo 3 rojan bê lidarxistin. Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a berê Sebahat Tuncel di danişîna 31’emîn a Doza Kobanê de axivî û ragihand ku ji bo ew mirina girtiyê nexweş Şakir Tûran ê li Girtîgeha Erzînganê şermezar bikin û ji bo girtiyên nexweş ên rewşa wan giran e û nayên berdan dê 3 rojan çalakiya xwarin wernegirtinê li dar bixin.

Tuncel têkildarî çalakiyê wiha got: “Li girtîgehan 81 kesan jiyana xwe ji dest dan û em ê li girtîgehan ji bo 3 rojan çalakî li dar bixin. Em girtiyên ji Doza Kobanê tên darizandin, em ê xwarine wernegirtin.”