spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Mehmet Sîncar li ser gora xwe hat bibîranîn

Parlamenterê DEP’ê Mehmet Sîncar di îlona 1993’yan de li Êlihê hatibû qetilkirin, bi beşdariya gelek kesan li ser gora xwe ya li navçeya Qosera Mêrdînê hat bibîranîn.  

Dewleta tirk di salên 90’î de bi destên hîzbulkontra û JÎTEM’ê gelek kurd qetil kir. Ji van yek jê Parlamenterê Partiya Demokrasiyê (DEP) yê Mêdînê Mehmet Sîncar e. Sîncar di 4’ê îlona 1993’yan de li Êlihê di êrîşek çekdarî de hatibû qetilkirin, di salvegera 30’yemîn de li ser gora xwe ya li navçeya Qosera Mêrdînê hat bibîranîn. Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Ûçar, Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz û şandeya bi wan re, malbata Mehmet Sîncar û gelek welatî li ber Eywana Dawetê ya Nîrvana kom bûn û ber bi goristanê ve dest bi meşê kirin. Girseya ku wêneyên Sîncar hildan, bênavber dirûşma “Mehmet Sîncar nemir e” berz kirin. Meş li goristanê bi dawî bû û ji bo cangoriyên azadiyê deqîqeyek rêz hat girtin.

Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz li ser gorê axivî û destnîşan kir ku heta hesab were dayîn dê têkoşîna xwe bidomînin û têkoşîna Mehmet Sîncar li erdê nehêlin. Hevjîna Sîncar, Cîhan Sîncar jî axivî û bal kişand ser berdewamiya têkoşîna cangoriyên Kurdistanê.

Beşdaran qerenfîl danîn ser gora Sîncar û bernama bîranînê bi dawî bû