21 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Di mehekê de 62 Efrînî revandin

Li Efrînê di mehekê de 62 welatî hatin revandin û 4 avahiyên mêtingeriyê hatin avakirin

Artêşa tirk û komên girêdayî wê di tebaxê de jê 6 jin, 62 welatî revandin û 4 avahiyên mêtingeriyê bi hevkariya rêxistinên îxwanî ava kirin.

Artêşa tirk û komên girêdayî wê sûcên xwe yên li dijî niştecihên resen ên kantona Efrîna dagirkirî yên revandin, kuştin, tecawizkirin, guhertina demografiyê û birîna daran li ber çavê cîhanê didomînin. Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn – Sûriye da zanîn ku di meha tebaxa borî de welatiyê bi navê Elî Nûrî (65) yê ji gundê Anqelê yê navçeya Şiyê ya Efrîna dagirkirî hat qetilkirin.

Dema ku Elî Nûrî li motorsîklêta xwe li ser rêya Şiyê – Anqelê siwar bûbû, erebeyeke çeteyên “Emşat” pêl wî kir.

62 welatî revandin

Hêzên mîlîtarîst 62 welatî ji nav wan 6 jin revandin, yek ji wan jinan ji aliyê çeteyan ve rastî tecawizkirinê hat. Rêxistinê da zanîn ku piraniya kesên revandî ji wan welatiyên ku bi sozên derewîn ên ENKS’ê bawer kirine û nû li Efrînê vegerîne.

Hêzên mîlîtarîst û niştecihên biyanî 450 darên kantonê ji bo bikin êzing birîn, bi deh hezaran hîktarên zeviyên çandiniyê û daristan jî şewitandin. Van hêzên dagirker di guhertina demografiya Efrînê de, di meha Tebaxa borî de avahiyeke mêtingeriyê bi navê “Ehil El Xêr” bi hevkariya rêxistinên “Sewasiye” û “Saziya Pêşxistina Civakî û Piştgiriya Mirovan a Navneteweyî (SDI)” li nêzî gundê Keferûmê yê navçeya Şera ava kir û dest bi bicihkirina malbatên çeteyan tê de kir. Di mêtingehê de 100 avahî hatine avakirin.

Hêzên dagirker avahiyeke mêtingeriyê ya nû li nêzî gundê Xezewiyê yê navçeya Şêrewa bi hevkariya rêxistinên Kendava Ereban ava kir û hejmara avahiyên tê de nehat zanîn.

Li bakurê mêtingeha Kiwêt Rehmê ya li navçeya Cindirêsê mêtingehek ava kir. Li nêzî gundê Miryemînê yê navçeya Şêrawayê avahiyeke din a mêtingeriyê ava kir.

Li gor çavdêran, Tirkiye û şirîkê xwe sûcên xwe bi awayekî hovane li dijî niştecihên resen ên kantona Efrîna dagirkirî didomîne, bi armanca ku wan bitirsîne û koçber bike û guhertina demografiyê li kantonê pêk bîne.