12 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Tirkiye rojnamegerên kurd asteng dike

Di demên dawî de Tirkiye gelek hesabên medya dijîtal ên rojnamegeran li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê asteng dike. Rojnameger Memed Drewş bal kişand ser zextên Tirkiye yên li dijî rojnamegerên kurd. Rojnameger Mehmet Drewş li ser zextên li dijî rojnamegerên Ewropa û helwesta Tirkiyeyê axivî û wiha got: “Tirkiye bi van zextan dixwaze dengê kurdan qut bike, lê bi ser nakeve.” Direwş anî ziman ku ji rojnameya Kurdistanê heta niha astengî, zext û zordariyên li dijî çapemeniya kurd her dem berdewam kiriye û wiha axivî: “Dem bi dem rê û rêbazên zext û tundiyê tên guhertin. Lê zext tu car kêm nebûye. Li dijî van zextan çapemeniya kurd astengî nas nekir û pêş ket. Di salên dawî de rojnameger raste rast bi êrîşên fîzîkî re rû bi rû dimînin. Rojnameger tên binçavkirin, girtin. Rastî êrîşan tên. Li Başûr û Rojava li dijî rojnamegeran êrîş pêk tên. Rojnameger, li Rojava rastî êrîşên DAIŞ’ê tên. Li Rojhilat jî bi heman rengî. Li ewropa jî êrîş hene. Bi taybetî ji  pêvajoya televîzyonên kurd êrîş pêk hatin. Zextên li ser Med TV, Roj Tv zext pêş ketin. Heta niha jî zext li ser çapemeniya kurd hene. Lê tu carî bi ser neketin.”

Armanc qutkirina dengê kurd e

Drewş li ser armanca zextan jî rawestiya û wiha axivî: “Armanca hemû zext û tundiyan yek e. Li her derê armanc yek e. Di bin van êrîş, zext û tundiyan de jî dewleta tirk heye. Dema li tevahiya cîhanê zext li ser çapemeniya kurd pêş dikeve, di bin van êrîş û zextan de dewleta tirk heye. Di esasê armanca xwe de dijberiya kurdan heye. Dixwaze dengê gelê kurd qut bike. Çapemeniya kurd berdevkiya têkoşîna azadiya gelê kurd dikin. Rojnamegerên kurd tenê rastiyê nanivîsin. Pêşengiya gelê xwe dikin.”

‘Rojnamemgerên kurd ji berê bêtir çalak in’

Rojnameger Memed Drewş li ser helwesta saziyên rojnamegeran ên navneteweyî ya li dijî van zextên jî rawestiya û wiha got: “Berê dewleta tirk ji bo televîzyonê me bigirin zext li Ewropayê dikir. Mê demê medya dijîtal zêde ne çalak bû. Ji bo Roj tv bidin girtin bi milyon dolaran pere xerç kirin. Lê bi  ser neketin. Raste televîzyon girtin, lê rojnamegerên kurd karê xwe ranewestandin û bi rêbazên din ketin pey rastiyan û rastî ji civakê re ragihandin. Rojnamegerên kurd erka xwe berdewam kirin. Piştî medya dijîtal ket meriyetê, rojnamegerên kurd bi  taybetî twîtter, facebook, înstagram û platformên din çalak bikar tînin û rastiyan parve dikin. Şopînerên van rojnamegeran pir zêde ne. Bi qasî televîzyon û rojnameyan, heta ji wan bêtir bandor dike. Herî zêde facebook, astengiyan derdixe. Platformên medya, ji qanûn û pransîbên xwe zêdetir qanûn û prensîbên xwe esas digirin. Pereyekî zêde ji Tirkiyeyê digirin.”

‘Tirkiye hesabê rojnamegeran asteng dike’

Drewş, destnîşan kir ku ev platformên medya di rojên dawî de hesabê wî û 10 rojnamegerên kurd li Tirkiye û bakurê Kurdistanê asteng kirine û wiha lê zêde kir: “Rojnews, ANHA, Sterk Tv û gelek saziyên çapemeniyê yên kurd li Bakur tên astengkirin. Li  gorî qanûnên navneteweyî divê nayên astengkirin. Ji ber ku tu sûc têde tune ye. Di çarçoveya azadiya ramanê de agahî û nûçe tên parvekirin. Lê Tirkiye zorê li wan dike û qanûnên xwe li ser wan ferz dike û ev platform rojnamegeran li Tirkiye û bakur asteng dike.”

‘Rojnamegerên xwedî pîvan hene’

Drewş herî dawî bal kişand ser helwesta saziyên rojnamegeran ên ewropa jî û got: “Min  gelek caran bi Yekîtiya Rojnamevanên Belçîka, Saziya Rojnamevanên Valon û Federesyona  Rojnamevanên Ewropa re hevdîtin kir. Ew dibêjin rast e. Li Tirkiyeyê astengî heye. Dibêjin li Tirkiyeyê rêjeya parvekirina medya ketiye. Ew jî hewl didin li dijî van zextan dengê xwe bilind bike. Lê mixabin Tirkiye zextan li ser wan jî dike. Di nava wan de rojnamevanên xwedî pîvan jî hene.”