28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rojnameyên erebî çawa hevdîtina Pûtîn-Erdogan nirxandin

Her çendî ku mijara sereke ya hevdîtina Pûtîn û Erdogan wekî mijara hinartina dexlê Ukraynayê were xuyakirin lê di bingeha xwe de mijara sereke şerê li Sûriye û nakokî û bazarên nû ên di navbera wan de ne

Rojnameya Şerq El Ewsat nivîsek bi sernavê ′Meydana Sûriyeyê germ dibe′ weşand. Rojnameyê rageşiya li eniyên bakurê rojavayê Sûriyeyê anku ′herêma bêçek′ bi hevdîtina li Soçhiyê ya di navbera Erdogan û Pûtîn de ve girê da. Di nivîsê de hate gotin, di hevdîtinê de geşedanên li Sûriyeyê û mijara normalîzekirina têkiliyên Enqere û Şamê hatin nîqaşkirin ku bi sponseriya Rûsyayê pêk tê û vê dawiyê Îranê jî tev lê bû.

′Pûtîn behsa dexlûdanê kir′

Rojnameya El Ereb jî destnîşan kir ku serokê Rûsyayê Vladîmer Pûtîn piştî hevdîtina li Soçiyê ya bi Erdogan re hişkbûna xwe nîşan da. Di nivîsê de hate gotin “Pûtîn careke din destnîşan kir ku ew  amade ye peymanek bi navbeynkariya Neteweyên Yekbûyî ji nû ve bide destpêkirin da ku dexlûdanên Ukraynî bi ewle li ser Deryaya Reş veguhezîne, bi şertê ku tevahî daxwazên Rûsyayê werin pêkanîn.′′

′Rûsya propogandaya Peymana Edenê dike′

Li gorî rojnameya El Exbar a Lubnanê, Rûsya ji bo bidawîkirina qutbûna têkiliyên Şam û Enqereyê û vegerandina Peymana Edeneyê ya sala 1998′an a di navbera her du welatan de hewldanên mezin dike. Her wiha hate gotin, Rûsya dihêle artêşa tirk heta 5 kîlometreyan xaka Sûriyeyê derbas bike û hate destnîşankirin “Lê Tirkiye guh nade van hewldanan û peymana navborî ji armancên xwe kêmtir dibîne, nemaze ku Tirkiyeyê mesafeyeke dûrtir derbas kiriye û piraniya xeta sînor a di navbera her du welatan de kontrol kiriye.′′

′ Erdogan hewl dide rola xwe xurt bike ′

Girêdayî heman mijarê rojnameya El Ereb destnîşan kir ku, serokkomarê tirk Recep Tayyîp Erdogan ê ku serdana Moskovayê kiriye xwe dispêre dîplomasiya dexil da ku rola welatê xwe di qada navneteweyî û herêmî de xurt bike. Di nivîsê de îşaret bi vê yekê hate kirin ku Erdogan roja duşemê di hevîdtina xwe ya li gel Pûtîn de ragihand ku ew amade ye peymana hinardekirina dexilê Ukranyayê vejîne ku Moskovayê di Tîrmeha borî de rawestandiye.