3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ji rêxistinên rojnamegeran bang: Ji bo Dicle Muftuoglu li Edliyeya Amedê bin

Rêxistinên pîşeyî yên çapemeniyê ji bo danişîna Hevseroka DFG’ê Dîcle Muftuoglû ku dê sibe bê lidarxistin bang kirin û xwestin her kes sibê li salona edliyê amade bin.

Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG), Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG), Komeleya Rojnamegerên Hemdem (ÇGD), Komeleya Lêkolînên Medya û Hiqûqê (MLSA), Sendîkaya Xebatkarên Çapemenî Weşan û Çapxaneyê (DÎSK Basin-Îş) û Sendîkaya Rojnamegeran a Tirkiyeyê (TGS) ji bo duyemîn danişîna doza Hevseroka DFG’ê û edîtora Ajansa Mezopotamyayê (MA) Dîcle Muftuoglû ku dê sibe li 5’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê bê lidarxistin banga hevpar kirin. Rêxistinên çapemeniyê ji bo danişîna Muftuoglû ku bi îdiayên “Endamtiya rêxistinê” û “Avakirin û birêvebirina rêxistinê” li Girtîgeha Jinan a Sîncanê tê ragirtin banga tevlibûnê kirin.

Daxuyaniya hevpar wiha ye:

‘Hevseroka Komeleya Dîcle Firatê û Edîtora  Ajansa Mezopotamya Dîcle Muftuoglu zêdeyî 8.5 meh in girtî ye. Dîcle 264 roj in ji azadiya xwe mahrum maye. Bi cezayekî nehatiye bi navkirin re rû bi rû ye.

Dîcle Muftuoglu, di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê de di 29’ê Nîsana 2023’an de li Amedê hat binçavkirin. Di 3’ê Gulanê Roja Azadiya Çapemeniya Cîhanê de hat girtin. Nêzî 9 meh in li Girtîgeha Sîncanê girtî ye. Der barê Muftuoglu de bi îddîaya “Endamtiya rêxistinê” û “avakirin û rêveberina rêxistinê” angaştname hat amadekirin.

Angaştname ji 43 rûpelan pêk tê. Lê di 41 rûpelan de, der barê Dîcle de yek sûcdarkirin tune. Di rewşek wisa de Dîcle di 7’ê kanûna 2023’an de derxistin pêşberî 5’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê. Me hemûyan bi hevre danişîna yekem şopand. Ji nûçeyên ku Dîcle çêkirine bigire, heta mayîna Dîcle ku li gel bavê xwe li Stenbolê di otelekê de maye, bi angaştên sosret tê sûcdarkirin. Bi rapora MASAK’ê pereye ku wê û malbata xwe ji hevre şandine kiriye mijara sûc. Gera Muftuoglu ya dervê welat, axaftinên wê yên bi hempîşeyên xwe re wekî delîlê sûc nîşan dane. Bi daxuyaniyên şahidên nepen dixwazin vê bêhiqûqiyê veşêrin. Dixwazin pîşeya rojnamegeriyê kriminalize bikin. Şahidê nepen berê di dosyaya 10 rojnamegerên li Enqereyê de hat guhdarkirin. Di pirsek ku jê hat pirsin de got ‘Bi dewletê re dixebite.’ Em qala kesekî wekî sîxur ku li ser navê dewletê dixebite dikin. Wekî parêzerên Muftuoglu jî anîn ziman, an ev kes polîs e, ku ne polîs be jî peyvirdariyek bi vî rengî ne li gorî zagonê ye. Bi kurtasî hemû angaşt û şahidên nepen ên di angaştnameyê de pûç bûne. Ji xwe ev aganşt ji bo me bêqîmet in.

Bendewariya raya giştî ya ku Dîcle bê berdan gelek zêde bû. Ji ber ku sûcdariyên der barê Dîcle de ne ew sûcên ku Dîcle pê were girtin. Ji ber ku raya giştî  Dîcle nas dike. Lê heyeda dadgehê şahidên nepen esas girt û Muftuoglu berneda. Bi lez û bez ev biryar hat girtin û destûr nedan ku parêzer parastinê bikin. Piştî binçavkirin û girtina 7 mehan a dervê hiqûqê dîsa biryara berdewama girtinê dan. Di danişînê de Dîcle xwe neparast. Em hemû parastin. Ya rastî rojnamegerî parast.

Niha Dicle dê di 18’ê Çile de cara duyemîn derkeve pêşberî dadger. Di danişîna ewil de hat dîtin ku di dosyayê de ji xeynî xebatên wê yên rojnamegeriyê tiştekî cuda tune bû. Li vir ya tê darizandin ne Dîcle ye. Ya tê darizandin rojnamegerî ye. Pir aşkere ye ku girtina Dîcle êdî ji tedbîrê zêdetir derbasî asta cezakirinê bûye. Ya ku ji bo Dîcle rewa tê dîtin, nîşan dide ku

bi tevahî ji bo hemû rojnamegeran û bi taybet li dijî rojnamegerên Kurd xuya dike ku azadiya çapemeniyê hatiye çi astê.

Ji ber vê sedemê em Rêxistinên Çapemeniyê yên ku îmzeya wan li bin vê metne, em dixwazin ku Dîcle Muftuoglu ya sala par xelata  “Rojnamegera herî bi Hêz” ku li Holandayê ji rêxistina Free Press Unlimited wergirt, bil ez serbest bê berdan.

Saet di 11.50’ê 18’ê Çile de li Edliyeya Amedê duyemîn danişîna Dîcle tê dîtin. Em li bendê ne ku her kes piştevaniya Dîcle bike û beşdarî danişînê bibin. Em ji bîr nekin wekî Dîcle em jî rojnamegeriyê diparêzin. Em careke din naxwazin ku tu kes ji ber pîşeya rojnamegeriyê bên darizandin û girtin. Careke din em dibêijn #ÇapemeniyaAzadNayêBedengkirin

KOMELEYA ROJNAMEGERÊN HEMDEM (ÇGD)

KOMELEYA ROJNAMEGERAN A DÎCLE FIRATÊ (DFG)

KOMELEYA XEBATKARÊN MEDYA Û HIQÛQÊ (MLSA)

KOMELEYA ROJNAMEGERÊN JIN A MEZOPOTAMYAYÊ (MKG)

SENDÎKAYA XEBATKARÊN ÇAPXANE, WEŞAN Û ÇAPEMENIYÊ YÊN TIRKIYEYÊ (DİSK BASIN-İŞ)

SENDÎKAYA ROJNAMEGERAN A TIRKİYEYÊ (TGS)