3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Siûdiye li Şamê balyozxaneya xwe vedike

Rojnameyeke nêzî hikumeta Şamê ku agahiyên xwe dispêre dîplomatekî rojavayî, ragihand ku dê balyozxaneya Erebistana Siûdî di demeke nêz de li Şamê bê vekirin.

Rojnameya El Watan a nêzî hikumeta Şamê ragihand ku balyozê hikumeta Şamê yê li Erebistana Siûdiyê Eyn Sûsan li gel cîgirê Wezîrê Karên Derve yê Siûdiyê Welîd El Xerîcî duh geşedanên li herêmê û şerê li Xezayê gotubêj kirin.

Li gorî rojnameyê, civîn di çarçoveya pêşketina têkiliyên her du welatan de li dar ket.

Rojnameyê ku agahiyên xwe dispêre dîplomatekî rojavayî, diyar kir ku balyozxaneya Siûdiyê dê di demeke nêz de li Şamê vebe. Amadekariyên vekirina wê dê di çend rojên bê de dest pê bikin.

9`ê Gulanê Sidûiyê û hikumeta Şamê ji nû ve destpêkirina têkiliyên dîplomatîîk ragihandibû.