spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ji salên 2000’î heta îro Newroza Amedê

Me wêneyên Newroza Amedê ku her sal bi milyonan kes tev li dibe, pêşniyazên ji bo çareseriya pirsgirêka kurd qîr dike û mohra xwe li rojeva cîhanê dide berhev kirin.

Newroza îsal bi dirûşma “Her der Newroz, her dem azadî” tê pîrozkirin. Fînala dawî ya Newroza 2023’yan dê di 21’ê Amedê de li Amedê li Parka Newrozê ya li navçeya navendî Rezanê bê kirin. Ji bo pîrozbahiya mezin li navenda bajêr û navçeyan bênavber xebat tên kirin. Newroza Amedê ku her sal dîrokek nû dinivîsine û ji bo çareresekirina pirsgirêka kurd mohra xwe li rojeva cîhanê dide, tê payîn îsal jî bi sed hezaran kes tev li bibe. Me hin wêneyên ketine ber objekîfên rojnemvanan ên ji sala 2000’î ve heta sala par berhev kirin.

Newrozên Amedê her tim bûne cihê girseyên mezin û peyamên girîng. Tevî hemû zext, çewisandin, astengî û qedexeyan jî agirê Newrozên wê her tim gur û geş bûne. Lewma hemû Newrozên wê di nav rûpelên dîrokê de bi tîpên mezin cihê xwe girtine. Nûçegihanê ajansa Mezopotamyayê Mehmet Guleş dosyayek bi vî rengî der barê  newrozên Amedê de amade kiriye.

  • 2002: Milyonek kes li qadê bûn

Di 2002’yan de milyonek kes li qada Newrozê kom bû. Ev Newroz wekî Newroza herî qelebalix a ewil hat tomarkirin.

2003: Qad heya ber dev tijî bû

Di demeke ku girtina HADEP’ê dihat nîqaşkirin de Qada Fûarê tije bû. Lewma ji bajarên derdorê polîs û esker hatibûn veguhastin. Lê dîsa jî nêzî milyonek kes berê xwe dabû qada Newrozê.

2004: Newroza Yekitiyê

Bi dirûşmeya “Newroz yekîtî ye” bi sedhezaran mirov berê xwe dan qadan.

2005: Her der newroz e

Tenê ne li Qada Fûarê li her derî Newroz hat pîrozkirin.

2006: Ocalan vîna min e

Di sala 2006’an de bi milyonan kes bi dirûşmeya “Hê jî ji bo aştiyê şansek heye” berê xwe dan qadan. Di Newroza vê salê de pirsa “Hûn Ocalan wekî vîna xwe ya siyasî qebûl dikin?” hat pirsîn û her kesî bi yek dengî got “Belê”.

2007: Qada fûarê têr nekir

Di sala 2007’an de Qada Fûarê êdî têra pîrozbahiyên Newrozê nekir. Lewma êdî Newroz li Parka Newrozê hat pîrozkirin. Di Newroza vê salê de peyama “Tenduristiya Ocalan tenduristiya me ye” hat destnîşankirin.

2008: Êdî bese

Bi sedhezaran kes berê xwe dan qadên Newrozê û bi yek dengî gotin “Êdî bes e” û bal kişandin ser “Konfederalîzma Demokratîk”.

2009: Di qaseya kamyonê de newroz

Sînevîzyona Ocalan a ji nirxanidnên wî yên salên 90’an pêkhatî hat pêşandan. Mirov di hundirên qaseyên qamyonan de berê xwe dan qadên Newrozê.

2010: Mirov bûn lehî bi qada newrozê ve herikîn

Milyon û nîvek mirov tevli pîrozbahiyê b»n. Newroza îsal bi dirûşmeya “Rêbertiya azad, nasnameya azad, xweseriya demokratîk” hat pîrozkirin û nirxandinên Ocalan ên derbarê Newrozê de hating uhdarkirin.

2011: Mudaxelekirin lê gel ji ya xwe daneket

Di Newroza vê salê de polîsan mudaxileyî girseyê kir. Lê dîsa jî li bajêr û navçeyên wê bi awayekî girseyî hat pîrozkirin.

2012: Bariyer hatin qulabtin

Di sala 2012’an de Newroz hat qedexekirin. Lê zêdetirî milyonek kes ji çar milan ve berê xwe da Qada Newrozê.

2013: Manîfestoya Ocalan

Di Newroza 2013’an de manîfestoya Ocalan olan da li qada Newrozê. Ev Newroz, bû Newroza herî bihişmet. Serdemeke nû ya têkoşînê dest pê kir.

2014: Eleqeya cîhanê

Newroza 2014’an jî bi heman coşê hat pîrozkirin. Raya giştî ya navneteweyî bi baldan Newroza vê salê şopand. Peyama Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hat wxendin.

2015: Bangewaziya dîrokî

Di sala 2015’an de daxwaza “Azadî ji bo Ocalan” berbiçav bû. Bi milyonan kes bi yek dengî gotin “Azadî ji bo Ocalan.”

2016: Silav li Sûrê

Çendî li bajêr şer hebû jî, bi milyonan kes li hev kom bûn. Newroz bi dirûşmeya “Ji berxwedanê Sûrê ber bi Newroza azadiyê ve” hat pîrozkirin.

2017: KEMAL KÛRKÛT HAT KUŞTIN

Pîrozbahiyek dîrokî rû da. Sibeha Newrozê xwendekarê zanîngehê Kemal Kûrkût hat kuştin.

2018: Berteka li dijî mudaxeleya Efrînê

Di Newroza îsal de mudaxileya Tirkiyeyê ya li ser Efrînê hat şermezarkirin.

2019: Em ê tecrîdê bişkînin

Çalakiyên greva birçîbûnê yên bi pêşengiya Hevseroka KCD’ê Leyla Guvenê li dijî tecrîda li ser Ocalan hatibûn destpêkirin, mohra xwe li pîrozbahiyan xistin.

2020: Astengiya ji ber pandemiyê

Newroz ji ber pandemiya (Covîd-19) bia wayekî girseyî nehat pîrozkirin. Cara ewil Parka Newrozê vala ma. Lê li taxan Newroz hat pîrozkirin.

2021: Newroza berxwedanê

Bi dirûşmeya “Em bi agirê Newrozê li ber xwe bidin, azad bibin” bi milyonan kes qadên Newrozê tije kirin.

2022: Dem dema serkeftinê ye

2022: Newroza 2022’yan bi dirûşma “Dem dema serkeftinê ye” hat pîrozkirin û ji milyonek zêdetir kes tev li pîrozbahiyê bûn. Tevî hemû astengiyên polîsan jÎ peyamên çareserkirina pirsgirêka kurd, yekitî û serkeftinê hatin dayîn û daxwaza azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li qadê olan da.