spot_img
1 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ji saziyên kurdî bertek: Ev biryar nayê qebûlkirin

Komele û saziyên kurdî bi daxuyaniyekê bertek nîşanî astengkirin û girtina malperên kurdî da û wiha got: “Em vê biryarê qebûl nakin, em ê weke niha, ji niha û pê ve jî di her şert û mercan de xwedî li zimanê xwe, çapemeniya azad û weşana bi kurdî derkevin.”

Bi daxwaza Midûriyeta Giştî ya Polîsan, Dadgeriya Ceza ya Sulhê ya 4’an a Enqereyê 340 hesabên Twitter, Telegram û Youtubeyê û malperên înternetê ya rojnameya me ya Xwebûnê jî tê de, MA Kurdî,  Ronahî TV, Aryen TV, Nûçe TV gelek malperên dîjîtal ên bi kurdî asteng kir û girt. Komele û saziyên kurdî têkildarî astengkirin û girtina malperên kurdî daxuyanîyeke nivîskî parve kirin. Komele û saziyên kurdî bertek nîşanî astengkirin û girtina malperên kurdî da û bang li hemû kurdan û derdorên mirovahîparêz kir ku li dijî vê biryarê têkoşîna parastin û pêşvebirina zimanê kurdî, çapemeniya azad û weşanên bi kurdî xurtir bikin.

Daxuyaniya komele û saziyên kurdî wiha ye:

“2 roj berê 21’ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê bû. Wateya bingehîn a vê rojê parastin û pêşxistina hemû zimanên zikmakî yên li cîhanê ye. Lê derketiye holê ku li ser daxwaza dadgehên dewleta tirk a heman rojê hê ku rojek li ser derbas nebûye, anku di 22’yê sibatê de, hesabên dijîtal ên rojnameya hefteyane Xwebûnê, Ajansa Mezopotamyayê, Ronahî TV, Aryen TV, Nûçe TV di nav de gelek malperên dijîtal ên bi kurdî weşanê dikin ji aliyê Saziya Teknolojî û Ragihandinê ya Tirkiyeyê ve bi hincetên pûç hatine astengkirin û mafê agahîgirtina bi kurdî hatiye binpêkirin.

Êrîş bi awayekî sîstematîk dewam dikin

Ev ne cara yekî ye ku rojname, malper û weşanên kurdî tên astengkirin. Ev yek encama nêzîkatiyên dijminane yên li dijî ziman, çapemenî û weşana kurdî û nirxên neteweya kurd in. Di heman demê de ji ber ku di 21’ê sibatê de bi boneya Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê daxuyaniya çapemeniyê dane der barê saziyên zimanê kurdî de lêpirsîn hatiye  destpêkirin. Bi van hewldanên faşîzan jî gelek aşkera tê dîtin ku tunehesibandin, qedexekirin, bişaftin, êriş û jiholêrakirina zimanê kurdî û nirxên neteweya kurd bi awayekî sîstematîk hê dewam dikin.

Divê biryar demildest bê betalkirin

Em weke saziyên zimên vê kiryara li dijî mirovahiyê bi tundî şermezar dikin û dixwazin ku ev biryara li dijî mirovahiyê û li dijî zagon û peymanên navneteweyî demildest bê betalkirin. Berevajî vê yekê, zimanê kurdî weke zimanekî fermî bê qebûlkirin, bibe zimanê perwerdehiyê û li her qada jiyanê serbest azad be, çapemenî û weşana bi kurdî ji her milî ve serbest û azad be.

‘Tu hêz nikare zimanê  me tune bike’

Zimanê kurdî rûmet, hebûn û nasnameya me kurdan e. Tu hêz nikare zimanê me tune bike. Em ê weke heta niha, ji niha û pê ve jî di her şert û mercî de li zimanê xwe, çapemeniya azad û weşanên bi kurdî xwedî derkevin.

Bangawazî

Bi vê boneyê, em bang li hemû kurdan û derdorên mirovahîparêz dikin ku têkoşîna parastin û pêşvebirina zimanê kurdî, çapemeniya azad û weşanên bi kurdî xurtir bikin.

Navên saziyên ku di binê daxuyaniyê de îmzeyên wan hene wiha ne: Kovara Destar, Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandên Arî, Komeleya Wêjekarên Kurd, Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Arsîsayê, Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandên Botanê, Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Avestayê, Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Ankayê, Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Feradê, Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Birca Belekê, Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandên Mezopotamyayê, Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê, Enstîtuya Kurdî ya Amedê, Înstîtuya Kurdî ya li Stockholmê, Enstîtûya Kurdî ya li Elmanyayê, Enstîtuya Kurdî ya Brukselê û Enstîtuya Kurdî ya Swîsreyê îmzeyên wan di binê vê daxuyaniyê de ye.