19 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ji Silêmaniyeyê heta sîdney û Moskovayê gel tecrîd şermezar kir

Ji Silêmaniyê heta Êlih, Wan, Moskova û Sîtneyê gel li dijî tecrîdê daketin qadan û ji Ocalan re azadî xwestin. Li Moskova, Sitney, Wan, Êlih, Amed, Mexmûr, Şirnex û gelek navendên din gel li dijî tecrîdê çalakî li dar xist.

Şêniyên Silêmaniyeyê daketin qadan û li dijî komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê dest bi meşê kir. Di meşê de ku hîn dewam dike, daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê kirin.

Gelê kurd di pêşengiyên partiyên siyasî û rêxistinên civakî de li gelek navendan bi girseyî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan şermezar kirin. Li Silêmanî, wan, Êlih, Moskova,

Silêmanî

Çalakiya li Silêmaniyeyê ji Şeqamî Salim dest pê kir û girseya gel ber bi Parka Azadî ve meşiyan. Girseyê di çalakiyê de dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Azadî ji Serok Apo re” berz kirin û wêneyên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hildan. Girseyê pankarta “Em komploya 15’ê Sibatê-Roja Reş şermezar dikin” rakirin û meşiyan.  Girseyeke qelebalix li Silêmaniyeyê tev li daxuyaniyê bûn.

Moskova

Li Moskovayêyê jî jinên kurd komploya navneteweyî bi daxuyaniyekê şermezar kirin.  Organîzasyona Jinên Kurd a Viyanê daxuyanî dan. Endama organîzasyonê Asiya Sivik daxuyanî xwend û diyar kir ku komplo bi tecrîdê re didome.

Sîdney

Li bajarê Sîdney ê Awûstralyayê, Kurdistanî tevî dostên xwe li pêşiya Parlamenta Eyaletê xwepêşandanek kirin û komploya 15’ê Sibatê şermezar kirin. Di salvegera 23’an a komploya navneteweyî ya 15’ê Sibata 1999’an de li ber Parlamenta Eyaleta NSW a Sîdneyê ya Awûstralyayê çalakiyek hate lidarxistin. Gelek wekîl û senator tevlî çalakiyê bûn. Komîteya amadekar daxuyanî  da û diyar kir ku komploya 15’ê Sibatê ne tenê li dijî gelê kurde, li dijî tevahiya gelên Rojhilata Navîn pêk hatiye. Parlamenterên Partiya Kesk David Schoebridge û Jamie Parker, ji Partiya Kesk senator Lee Rhiannon, oldar Adami Bill Crews, nivîskarê rojnameya Green Left Weekly Peter Boyle û endamê Desteya Rêveberiya PEN a Sydneyê nivîskarê Kurd Mansû Rezakî beşdarî mîtîngê bûn û komploger şermezar kirin.

Mexmûr

Şêniyên Kampa Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) jî bi heman armancê meşeke girseyî li dar xist. Bi hezaran kes li nava kampê li hev civiyan û ji ber avahiya Saziya Malbatên Şehîdan heta ber konê çalakiyê meşiyan. Di meşê de posterên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, alên KCK, PKK û HPG’ê û pankarta bi nivîsa “Kes nikare roja me tarî bikin” hatin hildan. Çalakgeran tim û tim dirûşmên “Bê Serok jiyan nabe”, “15’ê Sibatê şerma cîhanê ye” qîriyan. Hevseroka Meclîsa Gel a Demokratîk Fîlîz Bûdak li ber konê çalakiyê daxuyanî da. Fîlîz Bûdak bal kişand ser Komploya Navneteweyî û got: “Kesek nikare vîna Serok Apo ya ku xwe gihandî bi milyonan û şerê gelê şoreşgerî têk bibe. Li ser vê bingehê em dibêjin ji bo em bikaribin jiyaneke birûmet û azad bijîn, pêwîste tecrîda Îmralî were şikandin, Rêberê gelan, pêşengê sedsala 21’an Rêber Apo bi awayek fîzîkî were azadkirin.

Daxuyanî bi dirûşmên ‘Bê Serok Jiyan Nabe’, ‘Bijî Serok Apo’ bi dawî bû.

Colemêrg

Bi heman armancê li Colemêrgê jî gel xwest li pêşiya avahiya HDP’ê ya Colemêrgê daxuyaniyê bidin. Lê polîsan bi hinceta daxuyaniyê hêj ji serê sibê ve hemû rêyên diçûn avahiya partiyê girtin û nehiştin ku daxuyanî bê dayîn. Polîsan bi bombeyên xazê êrişî girseyê kir û

Li navçeya Geverê ya  Colemêrgê jî polîsan ji serê sibehê ve avahiya partiyê dorpêç kiribûn. Ji ber dorpêçê girseyê li avahiya partiyê daxuyanî da.

Edene Mêrsîn

Rêxistinên HDP’ê yên navçe û bajaran ên Edene û Mêrsînê jî ji bo şermezarkirina Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê, pateyên reş bi avahiyên xwe ve kirin.

 Şirnex

Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Silopiya ya Şirnexê jî têkildarî 15’ê Sibatê li ber avahiya xwe daxuyanî da. Parlamentera HDP’ê ya Şirnexê Nûran Îmîr, endamên Meclisa Dayikên Aştiyê, aktîvîstên TJA’yê, endam û rêveberên HDP’ê yên navend û navçeyan û gelek kes tev li daxuyaniyê bûn. Komê pankarta “Tecrîdê rakin, deriyê Îmraliyê vekin, aştiyê ava bikin” vekir. Hevserokê HDP’a Silopiyayê Yakup Taniş daxuyanî xwend.

Daxuyanî bi berzkirina dirûşma “Bê Serok jiyan nabe” bi dawî bû.

Êlih

Rêxistina HDP’ê ya Êlihê jî bi heman armancê li pêşiya avahiya xwe daxuyanî da. Parlamenterên HDP’ê yên Êlihê Ayşe Acar Başaran û Feleknas Uca, endamên Meclisa Dayikên Aştiyê û gelek welatî jî amade bûn. Girsê di çalakiyê de pankartên “Bila tecrîd bi dawî bibe, deriyê Îmraliyê vekin, bila aştî pêk bê” vekirin. Hevseroka HDP’a Êlihê Hûrriyet Kaytar daxuyanî da.

Parlamentera HDP’ê Ayşe Acar Başaran jî bal kişand ser tecrîda li ser Ocalan û got: “Armanca domandina tecrîdî, dijminatiya demokrasî û gelê kurd e. Îktîdara AKP-MHP’ê bi derxistina şer re derbên giran li demokrasiyê xistin. Heta ku ev tecrîd bi dawî dibe em ê li ber xwe bidin. Em careke din Komploya 15’ê Sibatê şermezar dikin.”

Daxuyanî bi dirûşman bi dawî bû.

Amed

Parlamenterên HDP’ê yên Amedê jî bi heman armancê li Deriye Çiye daxuyanî dan. Zêdeyî hezar polîsan bi saetan koma HDP’ê dorpêç kir. Piştî dorpêça saetan parlamenterên HDP’ê daxuyanî da. Berdavka HDP’ê Ebrû Gunay, daxuyaniyê da û wiha got: “Em ji bo şermezara komploya 15’ê sibatê li virin. Lê me îro jî dît ku tiştê ku li vir bûye cewhara şer û tecrîtê ye. Gelek hevalên me bi kom kom dorpêç kirin. Amed di bin tecrîdê ye. Îqtîdara AKP û MHP bi sekna xwe got em ‘şer û tecrîtê dixwazin’. Komploya ku 23 sal berê pêş xistin, hiştin ku pirsgirêka kurdan neyê çareserkirin. Li dijî aştiyê di tecrîd û şer de israr dikin. Midûrê Polîsan ê Amedê bi seatane Derî Çiye xist tecrîtê. Midûrê Polîsan îro Qada Çiyê û Amed dagir kiriye. Îqtîdar û polîs ji aştiyê ditirsin. Ji ber ku ew xwe bi şer û xwînê xwedî dikin. Lê dê roj bê teqez şer ê têk biçe û dê hesab bidin gel. Wê tecrîta li ser Bİrêz Ocelan rabe û wê aştî û aramî bê.”

Wan

Li Wanê jî rêveberên DBP, HDP û rêxistinên girseyî yên demokratîk komploya li dijî Ocalan bi daxuyaniyekê şermezar kirin. Girseya ku li Kolana Hunerê ya Wanê kom bûn, pankarta reş a “Tecrîdê rakin, deriyê Îmraliyê vekin, aşitiyê ava bikin” vekirin.

Rêveberê HDP’ê Omer Işik axivî daxuyanî da û wiha got: “Di encama têkoşîna gelan û sekna birêz Ocalan a li Îmraliyê de komploya navnetewî pûç bû. Desthilata AKP’ê û MHP’ê zêdetir polîtîkayên tecrîd, şer, bêedaletî  pêş dixin. Dixwazin aştiyê bifetisînin. Têkoşîna li dijî tecrîdê di heman demê de têkoşîna ji bo parastina rûmeta siyaseta demokratîk û hêviya aştiyê ye. Em bang li hemû saziyên siyasî, rêxistinên mafên mirovan û saziyên sivîl ên civakî dikin ku li dijî tecrîdê têbikoşin.

Piştî daxuyaniyê girseyê 5 deqîqeyan çalakiya rûniştinê li dar xist û dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Bijî berxwedana zindanan” berz kirin.