5 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Bi sed hezaran ji bo Azadiya Ocalan meşiyan 

Li Heleb, Qamîşlo, Dêra Zorê, Şengal, Silêmanî û gelek navendên din bi sed hezaran kurd û Kurdistanî komploya 15’ê Sibatê şermezar kirin û ji bo azadiya Ocalan meşiyan.

Pêkhateyên Kurdistanê komploya Navneteweyî ya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li gelek navendan bi mên girseyî şermezar kirin.

Qamişlo

Bi deh hezaran şêniyên bajar û navçeyên kantona Qamişloyê bi hemû pêkhateyên kurd, ereb, suryan, ermen û asûr daketin qadan. Girseyê komplo şermezar kir û banga azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan kir. Nûner û rêveberên Rêveberiya Xweser, Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM), Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD), Kongra Star, Meclisa Malbatên Şehîdan, Tevgera Ciwanên Şoreşger, Yekitiya Jinên Ciwan, partî, oldar û endamên saziyên sivîl beşdarî meşê bûn.

Girseya ku ji bajarokê Girbawî derketin hatin Qamişloyê û tev li meşê bûn. Piştî bi deh hezaran gihiştin hev ji çerxerêya Osman Sebrî ya heta  pêşiya avahiya Komseriya Bilind a Kar û Barên Penaberan a NY`yê meşiyan. Cîgirê hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bedran Çiya Kurd berxwedana Abdullah Ocalan li Îmraliyê û têkoşîna gelan li dijî Komploya Navneteweyî silav kir  û got: “Dewletên Komploger beriya 23 salan xwestin roja gelê me tarî bikin û rojên gelek dijwar dîsa bînin serê wan. Mîna komkujiya Helebçe, Şêx Seîd, Mehabad û serhildanên gelan tune bikin û mîna li Agirî kirin, bin ax bikin. Xwestin vîn û berxwedana gelan di şexsê rêber Abdullah Ocalan de têk bibin.”

Endama rêvber a PYD`ê Delal Hisên jî anî ziman ku komploya navneteweyî bi saya têkoşîna gelan û berxwedana li Îmraliyê têk çûye û got: “Xwestin aloziyên li Rojhilata Navîn berdewam bibin û projeyên xwe yên zordest temam bikin. Ew naxwazin tu têkilî di navbera wan û rêbertî de hebe. Ji ber ku dizanin perspektîfên rêber Abdullah Ocalan azadî û hevgirtina gelan misoger dikin û ev yek li ser desthilata wan xeterî ye. ”

Amûdê

Li navçeya Amûdê, bi sedan şêniyên navçeyê û gundên girêdayî wê, endamên saziyên sivîl li dijî komployê meşiyan. Meş ji çerxerêya Jina Azad dest pê kir û li pêşiya Navenda Tevgera Ciwanên Şoreşger a li navçeyê bi dawî bû.

Tirbespiyê

Bi heman mebestî bi hezaran pêkhateyên navçeya Tirbespiyê yên kurd, ereb û suryan li pêşiya navenda Kongra Star kom bûn û heta Navenda Tevgera Ciwanên Şoreşger a li navçeyê meşiyan. Li pêşiya navendê endamê Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Silêman Ereb axivî û destnîşan kir ku armanca komployê, têkbirina fikirê demokratîk ê azad ê rêber Abdullah Ocalan e. Mîtîng bi diruşmeyên banga azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan bi dawî bû.

Çilaxa

Li navçeya Çilaxa jî bi hezaran şênî bi diruşma “Bi têkoşîn û berxwedana gelê şoreşger em ê komploya 15 ê Sibatê têk bibin”, daketin qadan. Meş ji pêşiya garaca navçeyê ber bi deriyê ketina navçeyê yê rojava ve dest pê kir. Di meşê de diruşmeyên şermezarkirina komployê û banga azadiya rêber Abdullah Ocalan hatin berzkirin.

Girkê Legê

Li navçeya Girkê Legê jî bi sedan kes herikin qadan û bi meşeke girseyî komplo şermezar kirin. Şêniyan ji qada Şehîd Xebat heta kolana sereke ya naverasta navçeyê ve meşiya. Di wê navberê de diruşmeyên “Ji Ocalan re azadî” berz kirin.

Dêrik

Bi hezaran şêniyên bajarê Dêrikê li gel girtina dikanan, li qadan bûn û bertek nîşanî komploya 15’ê Sibatê da. Şênî ji qada Azad ber bi Navenda Ciwanên Şoreşger a Şehîd Bawer ve meşiyan û bê navber diruşmeyên “Bê serok jiyan nabe” berz kirin. Meş li ber Navenda Şehîd Bawer rawestiya û deqeyeke rêz hate girtin. Seroka Meclisa Rêveber a MSD’ê Îlham Ehmed axivî û got: “Rêber Ocalan tevî tecrîdê têkoşîna xwe ya çareseriya ji bo pirsgirêkan didomîne.”
Til Birak

Şêniyên navçeya Til Birkê bi meşekê nerazîbûn nîşanî komploya 15’ê Sibatê dan. Şêniyan ji pêşiya çerxerêya Firinê ber bi çerxerêya Şehîdan ve meşiyan û diruşmeyên şermezarkirina komploya navneteweyî û banga azadiya fîzîkî  ya rêber Ocalan berz dikin. Meş li çerxerêya Şehîdan veguherî mîtîngê û ji bo şehîdên azadiyê deqeyeke rêz hate giritn. Mîtîng bi diruşmeyên şermezarkirina komploya 15’ê Sibatê bi dawî bû.

Heleb

Efrîniyan azadiya Ocalan xwestin

Li Helebê bi deh hezaran Efrînî hatin ba hev û Komploya Navnetewî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan şermezar kirin. Pêkhateyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê daketin qadan û komplo şermezar kir.

Şênî li pêş hola civînan a li beşa rojavayê taxa Şêxmeqsûdê kom bûn, wêneyên Rêberê Ocalan û pankartên “Em komploya 15’ê Sibatê roja qirkirina gelan e şermezar dikin”, “Bi vîn û berxwedanê em ê komploya li dijî  Rêber Apo têk bibin”, “Sonda me ku pergala Îmraliyê têk bibin û bi Rêber Apo re bijîn”, “Komploya navneteweyî êrişa li ser mirovahiyê ye” û “Dem dema azariya Rêber Apo ye” vekirin. Meş bi diruşmeyên şermezarkirina komployê û azadiya Ocalan destpê kir û li tevahî kolanên taxê geriya. Meş li qada Cebanet a li beşa rojhilatê taxa Şêxmeqsûdê vegerî mîtîngê. Li vir gelek axaftin hatin kirin. Hevserokê Meclisa Giştî ya Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Mihemed Şêxo di destpêka axaftina xwe de, şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê bi bîr anîn û got: “Em bejna xwe li hember rihê şehîdên di oxira azadiya me de canê xwe dane, ditewînin.”

Endama meclisê dayika şehîd Alan, Remziye Îbrahîm Salih li pêş avahiya Meclisa Malbatên Şehîdan daxuyanî xwend û got: “Em komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezar dikin. Doza revandin û radestkirina Rêberê konfederalîzma demokratîk Abdullah Ocalan ji dewleta Tirk re di 15’ê Sibata 1999’an nimûneyek yekser û eşkere ya komploya ku hêzên kapîtalîst li dijî vîna gelan dimeşînin e. Em Meclisa Jinan a Malbatên Şehîdan bang li tevahî hêzên demokratîk, bi taybet rêxistin û saziyên jinan ên hiqûqî dikin ku rola xwe bilîzin û zextê li dewleta Tirk bikin da ku Rêberê gelan Abdullah Ocalan berdin.”

Şengal

Li Şengalê jî bi heman armancê bi pêşektiya Meclisa Xweseriya Şengalê û Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) meşek hate li dar xistin.  Di meşê de gel bi berzkirina dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bimre xiyanet”, “Bijî Partiya Karkerên Kurdistan” û “Jin, Jiyan, Azadî” ve meşa xwe bi heybet kirin. Di meşê de bi sedan posterên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û pankartên li ser “Emê tecrîdê hilweşînin, faşîzmê têkbibin; bi Rêber Apo re azad bijîn”, “Azadiya Rêber Apo azadiya me ye”, “Emê komploya 15’ê Sibatê têkbibin, Xweseriya Şengalê misoger bikin” û “Kesek nikare Roja me tarî bike” nivîsandibûn vekirin.

Tebqa

Li Dêrazor û Tebqayê banga rizgarkirina fîzîkî ya rêber Ocalan hate kirin. Bi sedan şêniyên Tebqayê, endamên saziyên sivîl û leşkerî li pêşiya Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenûbiya kom bûn û ber bi Navenda Çand û Hunerê ve meşiyan. Beşdaran pankartên şermezarkirina Komploya Navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan rakirin. Girsê li pêşiya Navenda Çand û Hunerê mîtîngek pêk anî. Li wir hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a Tebqayê Zîlan Omer daxuyanî xwend.

Dêrazor

Meclisa Herêma Rojava û Komîteya Jinan a bajarê Dêrazorê bi dirûşma “Komploya li dijî rêber Ocalan, komploya li dijî mirovahî û azadiyê ye” bi armanca şermezarkirina komployê daket qadan.

Xwepêşandan ji çerxerêya bajaroka El-Kesra dest pê kir, xwepêşandêran bang li civaka navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan kir ku dewleta  tirk a dagirker ji sûc û tecrîda li dijî Rêbertî berpirsyar bibîne û rêber Ocalan serbest berde. Xwepêşandêran dirûşmên daxwaza azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan û şermezarkirina Komploya Navneteweyî berz kirin.