3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Hevserokê NAV-BEL´ê: Ji 160 welatan tev li meşa azadiyê bûn

Kurd û dostên kurdan li gelek welatên ewropayê ji bo azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan meşên dirêj li dar xistin. Yek ji welatên ewropa ku meşên dirêj lê hatin lidarxistin jî Belçika bû. Li belçîkayê bi sedan kurd û welatiyên Belçîkayê tev li meşê bûn û 3 rojan ji bo azadiya Ocalan meşiyan. Li aliyê din kurdên li ewropayê ji bo Newrozê xwe amade dikin.

Hevserokê Federasyona Kurdên Belçîkayê (NAV-BEL) Davût Keskîn têkildarî çalakiyên li Belçîka û Ewropa ji Rojnameya me Xwebûnê re axivî. Keskîn anî ziman ku ji her welatên cîhanê tev li meşa azadiyê dibin û tevgera azadiyê îro bûye tevgera cîhanî û wiha got: “Ji 160 welatî kesên pêşeng tev li meşa azadiya Ocalan bûn.  Ev kesên ku tev li meşêbûn, kesên ku fikrên Ocalan xwendine û fikrên wî diparêzin.”

‘Yên fikrên Ocalan dixwînin tev li çalakiyan dibin’

Davût Keskîn, der barê çalakiyên ku li Belçîka û Ewropa pêk tên diyar kir ku armanca çalakiyên wan ji bo şermezarkirina komploya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan e û wiha got:  “Li Belçîkayê ji bo azadiya Rêber Apo li gel dostên me yên belçîkî 3 rojan meş hatin li dar xistin. Hefteyek e ji bo Azadiya Rêber Apo meş û mîtîng tên li dar xistin. Çalakî bi girseyî tên li dar xistin. Bi taybet komploya li dijî Serok Apo li cîhanê û di nava kurdan de teşîr bûye. Gelê kurd û gelê Belçîkî dixwazin êdî  Rêber Apo bigêje azadiya xwe. Dixwazin dîlgirtina birêz Ocalan bi dawî bibe. Dewleta Belçîka hêzek ewropî û emperyalîst e. Lê nêzîkatiya wan çiqas emperyalît be jî nêzîkatiya wan a gelê kurd erênî û baş e. Gelê Belçîka bi taybet fikrên Rêber Apo dixwînin. Yên fikrên Rêber Apo dixwînin wekî-e kurdekî-e welatparêz azadiya Ocalan dixwazin. Tev li meş û mîtîngan dibin. Di nava meşan de dostên me yên belçîkî wekî kurd û Kurdistani li gel me dimeşin. Makeqanûnê wan jî li ser azadiya Brêz Ocalan e.”

Dadgeha Burukselê: PKK ji bo mafê gelê kurd şer dike

Hevserokê Federasyona KurdênBelçîkayê Davût Keskin bal kişand ser biryara dadgeha Burukselê û wiha berdewam kir: “Welatên Ewropa PKK xistine lîsteya terorê. Lê dadgeha Belçîkayê, dadgeha Burukselê ev yek red kir. Pêşeng û siyasetmedarên me li Belçîkayê dijîn. Welatparêzên me li Belçîkayê dijîn. Pêşeng û siyasetmedarên ku li Belçîkayê dihatin darizandin. Dadgehê doza wan da rawestandin. Ji ber ku dadgeha Belçîkayê biryarek girîng da. Got ‘PKK ne tevgerek terorê ye. PKK tevgerek çektarî ye û ji bo mafê gelê kurd têdikoşe.”

Sendîkaya herî mezin a cîhanê ji bo azadiya Ocalan xebatê dike

Keskîn, da zanîn ku di nava welatên Ewropa de Dadgeha Burukselê biryareke girîng da û wiha axivî: “Ne tenê dadgeha Burukselê li Brîtanyayê jî bi heman rengî xebat heye. Îro li Brîtanyayê sendîkaya karkeran a herî mezin heye. 5-6 milyon endamê vê sendîkayê heye.  Vê sendîkayê ji bo Azadiya Rêber Apo kampanya da destpêkirin. Nêzîkatiya welatên ewropa ya li hemberî kurdan hêdî hêdî ber bi başbûnê ve diçe. Nêzîkatiya wan li hemberî tevgera azadiyê jî hatiye guhertin. Ji ber ku li Ewropa dîplomasî xurt bûye. Kurd ji berê baştir dîplomasiyê dimeşînin. Rêxistina xwe xurt kirine. Tevgera me roj bi roj li dîasporayê jî mezin dibe. Girêdayî tevgerê dîploasî jî xurt dibe. Li Strasbourgê meşên dirêj hatin li dar xistin. Nêzî 160 biyanî yên dostên me ji her welat û niştimanî hatibûn tev li daxuyaniyê bûbûn. “

‘Tevgera azadiyê bûye tevgereke cîhanî’

Keskîn, mezinbûna hêza kurdan a li Ewropa jî bibîr xist û wiha got: “Tevgera kurd li Ewropa xurt bûye. Tevgera azadî îro bûye tevgereke cîhanî.  Bawerî û civakên cuda yên ku tên tev li çalakiyê dibin vê yekê nîşan dide. Mînak li Strasbûrgê ji her welatî û baweriyan çalakvan hatin tev li çalakiyê bûn. Ev kesana bi zanebûn tên tev li van çalakiyan dibin. Îro fikr û ramana Rêber Apo li cîhanê belav bûne. Pirtûkên Rêber Apo bi zimanê wan li welatê wan belav bûne. Pirtûkên Rêber Apo dixwînin û bi saya fikrê wî kurdan û Rêber Apo nas dikin. Dema kurdan nas dikin jî tên tev li çalakiyan dibin û piştgiriyek mezin didin kurdan. Ev kesana ne kesên ji rêzê ne. Mînak ji Avusturalyayê bijîşkek hatibû tev li çalakiyê bûbû. Doç Dr bû. Hem lêkolîner bû, hem bijîşk bû. Dîsa gelek bijîşk, akademîsyen, rewşenbir û nûnerên gelek saziyên muxalif û civakî tên tev li çalakiyê dibin. Ev ne kesên ji rêzê ne. Kesên zana û rewşenbir in. Pirtûkên Rêber Apo xwendine û em nas kirine. Dema tev li çalakiyên kurdan dibûn, kêfa wan ji çand, ziman û çalakiyên wan re dihat. Îro em dinerin dîplomasî bi piranî bi piştgiriya van dostên xwe yên biyanî ve dimeşînin. Di aliyê dîplomasiye de pêşengiyê dikin. Îro mafê kurdan hatiye xezpkirin. Welatê wan hatiye dagirkirin. Îro welatiyên belçîkî wekî kurdên welatparêz vê înkar û dagirkirinê qebûl nakin. Îro bi her awalî li gel me ne. Her tim li gel me ne. “

Bi Konseya Ewropa û CPT’ê re hevdîtin kirin

Keskin li ser xebatên dîplomasiyê jî rawestiya û wiha got: “Kurdên belçîka di her alî de em xebatê dimeşînin. Xebatên dîplomasiyê jî dimeşinin. Di bin sîwanê meclise de jî em xwe bi rêxistin dikin. Kurdên li vir bi hesreta welat dijîn. Gelek xebatên me di bin sîwana meclise de dimeşin. Me bi Konseya Ewropa û CPT’î re hevdîtin jî kirin. Em jî li ser navê kurdên Belçîka çûn hevdîtinê. Me bi Sekreterê Giştî yê Konseya Ewropayê re hevdîtin kir. Îro di dile her kurdekî de komploya navdewletî xem  û êşek e. Îroji ber Rêber Apo li zindanê ye her kurd xemgîn e. Me ew hest, daxwaz û pêşniyarên gelê kurd yek bi yek ji Sekreteriya Giştiya Konseya Ewropa re ragihand. Vê carê bersîvek baş dan me. Gotin ‘Em ne saziyek politik in. Em nikarin kar û xebatên xwe bi were parve bikin. Lê em we baş fam dikin. Em hestên we baş hîs dikin. Çi ji destê me bê, em ê ji bo we bikin û ragihînin.”

‘Heta Rêber Apo azad bibe ji bo me her roj çalakî ye’  

Keskîn li ser xebatên federasyonê yên pêşerojê jî rawestiya û ev tişt lê zêde kir: “Xebatên me tenê ne li ser çalakiyên fîzîkî ne. Bêguman heta Rêber Apo Azad bibe ji bo me her roj çalakî ye. Em her sal di 15’ê Sibatê de meşan li dar dixin. Lê îsal tiştekî cuda pêk hat. Li Belçîkayê em 3 rojan ji bo azadiya Rêber Apo meşiyan. Em ji bajarê Lovin heta Burukselêmeşiyan. Me li pêş Parlamentoya EwropayêBukukselê dawî li meşa xwe anî. Me bi mitingek girseyîdaxwazên xwe anîn ziman. Me got em piştî 23  salan êdî nikarin yek deqîqeyî Rêber Apo di hundir de bihêlin. Daxwaza me ew bû ku Rêber Apo Azad bibe û yek saet di hundir de nemine. Lê me ev daxwaz ne tenê li Belçîkayê, li hemû deverên Ewropa anî ziman. Li hemû deveren Ewropa meş hatin li dar xistin. Bi taybatî li Belçîka îsal bêtir çalakvan tev li meşe bûn. Îsal bêtir belçîkiyan piştgiri dan me. Bi sedan kes em 3 rojan em meşiyan. Bi coş û kelecan em meşiyan. Kal, pîr, jin zarok tev li meşe bûn. Bi eşk û coş tev li meşe bûn.”

Keskîn, li ser bandora tecridê ya li ser kurdên Ewropa û bandora dewletên Ewropa ya li ser tecrîdê jî rawestiya û  wiha pêde çû: “Îro Rêber Apo şexsek nîne. Bi milyonan evîndarên Rêber Apo hene. Ev çalakiya ku em li Belçîkayê li dar dixin bandorê li ser Konseya Ewropayê jî dike. Wekî zextekê li ser konseye dike. 11 mehin bi malbatê  û parêzeran re hevdîtin nakin. Konseya Ewropa jî dizanin ku ev yek ne zagonî û ne sincî ye. Ew jî dizanin ku ev tiştên ji aliyê hikumeta Tirkiyeyê ve pêk tên siyasîne.  Ewropa di aliyê zagonî de vê yekê  qebûl nake. Li gorî zagonên ewropa mafê kesan ên mirovî hene. Rêber Apo îro din ava kurdan de vînek e. Lê li aliyê din malbatek Rêber Apo heye. Xwişk û birayê wî hene. Pêwist e malbat dengê wî bibhîze û bi wîre hevdîtin bikin. Em nabêjin bila di aliyê siyasî de agahî bidin. Bila di aliyê malbatî de mafê wî bê parastin. Di aliyê malbatî û tenduristi de pêwiste ev mafê wî bê parastin. Îro ewropa u CPT ji me bêtir vê yekê dişopîne. Karê CPT şopandina Îmralî ye. Ew rewşê ji me bêtir zanin. Me aşkere got ‘Eger ku hûn zanin hûn çima kare xwe nakin. An hûn şirîkê hev in. An jî dema mijar dibe kurd hûn zagonên xwe binpê dikin. Me ev yek aşkere got.

Kar û xebatên me li Belçîka her hefte hene. Mînak di 18’ê sibatê de em ê Fîlmê “Ji bo Azadiyê” li Belçîkayê bidin pêşandan. Hemû gelê me agahdar in. Dîsa Newroz nêzik dibe. Em êNewrozê jî di 26’ê Adarê li Bajarê Lovinêpîroz bikin. Em hemû gelê xwe yê daweti Newrozê dikin.

Keskin, herî dawî xwest ev sal bibesala azadî û serfiraziyê. Em dixwazin her kurd berpirsiyariyê bide ser mile xwe.  Em vê salê bikin sala azdadiya Rêber Apo. “