3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Serkeftina Hesekê rê li kuştina serçete vekir

Zana Welat

Hesekê cihekî pirnetew, pirçand û pirbawerî lê ne. Cihê ku Neteweya Demokratîk lê tê jiyîn e. Ji ber vê hem ji bo Rojava û hem jî ji bo cîhanê cihekî gelekî girîng û stratejîk e. Ji ber vê yekê her tim neyarên gelê kurd êrîşî vî bajarî dikin, çi ji destên wan tên dikin û dê bikin jî.
Li hemberî vê yekê berxwedêrên gelan jî her tim bi vîna ji pola planên wan vala derdixin û dê derxînin jî. Di vî alî de tu şik û guman tune ne. Lê divê mirov li encamên derdikevin holê binihêre û ji nêz ve bişopîne.

Hesekê bi berxwedana xwe û serkeftina xwe hem planên hêzên hegemon vala derxist û hem jî rê li ber kuştina serçeteyan vekir. Encama serkeftina Hesekê ku derxist holê yek jê rûyê Tirkiyeyê bi aşkerayî derxist holê. A din jî kuştina serçeteyan e.
Her ku planên hêzên hegemon vala derdikevin berê xwe didin serçeteyan û wan dikujin. Herî dawî serçeteyê DAIŞ’ê Ebû Ibrahîm El Haşimî El Qureyşî di operasyoneke ku HSD jî di nav debû li ser sînorê Tirkiyeyê nêzî qereqola tirkan hat kuştin. Wexta mirov li dem û cihê kuştina serçete dinêre bi awayekî vekirî rastiya vê kuştinê dibîne.

Balkêş e ku Qureyşî jî wekî serçeteyê beriya wî Bexdadî li ser sînorê Tirkiyeyê hat kuştin. Dem û cihê ku Qureyşî lê hate kuştin gelekî dişibe şêwazê kuştina Bexdadî. Jixwe nehewce ye ku mirov li ser têkiliya DAIŞ’ê û Tirkiyeyê rawest e. Êdî hatiye asta ku vê têkiliyê bi awayekî aşkera li ber çavên cîhanê vekirî bimeşîne. Tirkiye vekirî hem xwedî li DAIŞ’ê derdikeve û hem jî wê diparêze.

Wekî tê bîra me Bexdadî piştî ku DAIŞ di şerê li hemberî hêza gelan HSD’ê winda kir, serçete Bexdadî hate kuştin. Bexdadî bû qurbanê têkçûna planên dagirkirina ya li Rojava. Çawa ku azadiya Rojava rê li ber kuştina serçete Bexdadî vekir, serkeftina Hesekê jî hişt ku serçete Qureyşî were kuştin. Kuştina van herdu serteçeyan encama serkeftina berxwedana gelên Rojava ye. Divê di serî de xwediyên çeteyan û çete zanibin ku her ku êrîşî Rojava dikin ew bi xwe têk diçin û berdêla wê jî kuştina wan bi xwe ye.
Ji bo baştir were fêmkirin mirov bixwaze nexwaze pirsa çima DYA’yê beriya niha ew nedikuşt, pirsa çimaniha kuştin tê hişê mirovan. Her wiha bersiva vê pirsê dê rastiya gelek tiştan bi xwe re derxe holê.

Wekî tê zanîn dagirkirina Rojava ji bo hêzên dagirker planeke strejîk bû. Wan jî baş zanibû ku dagirkirina Rojava ji bo wan dihat wateya dagirkirina Rojhilata Navîn. Di encamê de Rojavaya ku bi pêşengiya jinan li ber xwe da, bi ser ket û bi vê re Rojhilata Navîn bi ser ket. Wexta meriv li berxwedana ji destpêka şoreşa Rojava heta berxwedana Hesekê dinêre dibîne ku planên dagirkeran vala derket û dê vala derbikeve. Bi vê têkçûnê re gelek encamên erênî bi xwe re derxist holê. Bi kuştina Qureyşî re derket holê ku ji çav derxistine. Niha li kesekî ku ji bo planên wan bi rê ve bibe digerin. Bi hatina serçeteyê nû wê planeke nû amade bikin.

DYA’yê bi kuştina wî xwest wekî kuştina Bexdadî xwe ji van êrîşan paqij derxîne. Lê divê baş zanibe ku gel rastiya wan baş dizane. Ew çiqasî hewl didin ku bi daxuyaniyan kuştina van serteçeyan wekî serkeftina xwe nîşan bidin jî, rastiya wê serkeftina lehengên Rojava ye. Wan li ber xwe nedana û planên wan vala dernexistana, hêzên hegemon nediçûn serçeteyên têkçûyî nedikuştin.

Di encamê de Rojava careke din nîşanî her kesî da ku serkeftina wan dibe serkeftin hemû gelan. Wexta ku berxwedêrên Rojava dibêjin em ê cîhanê biguherînin bi vê hêza xwe bawer in. Wexta meriv li Şoreşa Rojava dinêre ma ev hêz baweriyê nade herkesî? Dide her kesî, bi taybetî jî dide hemû jinan û dide hemû gelên bidest.