13 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ji zindana Evîn a Îranê nameyek bo Joe Biden

Siamak Namazî ragihandiye ku wî dest bi gireva birçîbûnê kiriye û daxwaz ji Biden kiriye ku hemû rehîneyên amerîkî yên li Îranê vegerîne Amerîkayê

Siamak Namazî ku hemwelatiyê îranî-amerîkî ye û niha di girtîgeha Evîn a Tehranê de ye, nameyek ji serokê Amerîkayê Joe Biden re şandiye.  Siamak Namazî ragihandiye ku wî dest bi gireva birçîbûnê kiriye û daxwaz ji Biden kiriye ku hemû rehîneyên amerîkî yên li Îranê vegerîne Amerîkayê.  Namazî ji Biden xwestiyê ku her roj tenê deqeyekê di rewşa girtîgehên Îranê û azarên tê de tên jiyîn bifikire.

Hêjayî gotinê ye ku Siyamak Namazî di payîza sala 2015’an de, di serdema rêveberiya Barack Obama de li Îranê hatibû girtin û bi tometa hevkarîkirina bi hikûmeteke biyanî re 10 sal cezayê girtîgehê lê hatibû birîn.

Ji aliyekî din ve Civata kordînasyona Sendîkayên Mamostayan der barê hebûna hêzên ewlekariyê li dibistanan daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de sendîkayê bal kişand ser hebûna hêzên ewlekariyê li dibistanan ûwiha got: “Binpêkirina mafên herî bingehîn ên xwendekaran bi rengekî bêhiqûqî pêk tê û hin dibistan bûne baregehên leşkerî yên hêzên ewlehiyê.”

Di daxuyaniyê de helwesta wezîrê perwerdeyê jî hatiye rexnekirin û wiha hatiye got: “ Wezîrê perwerdeyê çavên xwe ji van binpêkirnên mafên xwendekaran, digire û tu helwestekî li dijî wan kiryaran nade.”