2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘ Jin bêalternatîf nînin’

 Hevberdevka SODAP’ê Kezban Konukçu, li herêma 1’emîn a Stenbolê weke namzeta Partiya Çepên Kesk hate nîşandan. Konukçu ya ku 20 sal bû mamostetiyê dikir bi KHK’yê hatbû îxrackirin.

Xebatên hilbijartinê yên partiyên siyasî bênavber didomin. Li Stenbolê nêzî 10 milyon hilbijêr dê biçin ser sindoqan û yek ji partiyên li bajar xwedî îdiayeke mezin jî Partiya Çepên Kesk e. Partiya Çepên Kesk di lîsteyên xwe de pergala fermûarê xist meriyetê û bi vê rêbaza xwe ji partiyên din cuda tevdigere. Ji ber vê sedemê ye ku hilbijêrên jin Partiya Çepên Kesk ji nêz ve dişopînin.

Hevberdevka Platforma Piştevaniya Sosyalîst (SODAP) Kezban Konukçu, li herêma 1’emîn a Stenbolê weke namzeta Partiya Çepên Kesk hate nîşandan. Konukçu, bal kişand ser girîngiya hilbijartinan a ji bo jinan û têkildarî armancên xwe yên li parlamentoyê axivî.

Bi KHK’ê hate îxrackirin

Konukçu, di sala 1972’yan de li navçeya Aksaray a Stenbolê weke zaroka malbateke kedkar ji dayik bû û ji Beşa Endezyariya Înşaetê ya Zanîngeha Teknîkê ya Stenbolê mezûn bû. Piştî hewldana darbeyê ya 15’ê tîrmeha sala 2016’an, bi Biryarnameya di Hûkmê Qanûnê de (KHK) ji mamostetiyê hate îxrackirin ku 20 salan bû dikir. Konukçu, xwe weke “femînîsta sosyalîst” pênase dike û xwe di vê pêvajoyê de bi saya piştevaniya malbat û hevalên xwe li ser pêyan girt. Niha jî ji bo hesaba van bêhiqûqiyan bipirse, bû namzeta parlamenteriyê.

Di nava malbatê de nakokî dest jê kirin

Konukçu, beriya namzetiyê endama Lijneya Rêveber a Karkerên Turîzmê ya girêdayî Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) bû. Konukçu, da zanîn ku bi Kovara Dîrenîşê re têkoşîn nas kiriye û wiha got: “Di salên 1970’an de ji çoltarên Tirkiyeyê ber bi bajaran ve koçberiyeke zêde çêbû. Lewma min nakokiyên di navbera çînan de pir zû ferq kir. Aksaray, li gorî deverên din ên Stenbolê bêhtir kevneperest e. Li gel ku bavê min ji kevneşopiyeke şoreşger dihat, min nakokiyên di navbera mêr-jinê de ferq dikir. Di navbera zarokan de cihêkarî hebû û min dît ku jin di nava xizaniyê de bêhtir tên eciqandin. Van, bandoreke mezin li min kir. Lewma bûm femînîst. Piştî bûm femînîst jî, bûm sosyalîst. Piştre jî bûm femînîsta sosyalîst.”

Piştevaniya jinan hêz da

Bi domdarî Konukçu destnîşan kir ku dema xwendekara dibistana amadehî, ji Kampanyaya Derziya Mor a jinan pir bibandor bûye û wiha pê de çû: “Di jiyana xwe ya zanîngehê de min ferq kir ku nakokiyên ku pergala kapîtalîst derdixîne holê dê nekarin cihêkariya li jinan tê kirin bi dawî bikin. Lewma min têkoşîna şoreşgerî tercîh kir. Min di salên 90’î de xwe birêxistin kir û ew sal salên şerê topyekûn bûn. Windakirinên di bin çavan de pir hatin kirin. Xwîşka min a mezin pêşiya min vekir. Beriya min xwe birêxistin kiribû. Hêj niha jî çalak e. Me piştevaniya hev kir û dayika min jî piştgirî da û em heta îro hatin. Lê diviya mirov li hembe