spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dê encama Agiriyê 4-0 be

Partiya Çepên Kesk, xebatên xwe yên ji bo hilbijartinên 14'ê Gulanê yên serokkomariyê û yên giştî bênavber didomîne. Partiya Çepên Kesk destnîşan kir ku li Agiriyê armanca wê 4 parlamenter in.

Namzetê parlamenteriyê ya Agiriyê ya Partiya Çepên Kesk Heval Bozdag, diyar kir ku desthilata AKP’ê di 20 salan de bi polîtîkayên xwe yên di bin navê “veguherandina tenduristiyê” de mafê tenduristiyê yê civakê xesp kiriye û li dijî xespkirina mafê tenduristiyê îşaret bi piştgiriya ji bo Partiya Çepên Kesk kir.

Partiya Çepên Kesk, xebatên xwe yên ji bo hilbijartinên 14’ê Gulanê yên serokkomariyê û yên giştî bênavber didomîne. Kelecana hilbijartinê ji niha ve xwe li seranserê Kurdistanê girtiye. Ji bajarên ku bi vê kelecanê bênavber dixebite yek jê jî Agirî ye. Partiya Çepên Kesk li Agiriyê Nejla Demîr, Zelal Yilmaz, Heval Bozdag û Sirri Sakik wekî namzet nîşan da. Partiya Çepên Kesk destnîşan kir ku li Agiriyê armanca wê 4 parlamenter in.

Namzetê parlamenteriyê yê Agiriyê Heval Bozdag, gava pisporê Nexweşînên Enfeksiyonê bû, di sala 2016’an de bi biryarnameya di hukmê qanûnê de (KHK) hat îxrackirin. Bozdag, demekê Serokê Odeya Bijîşkan a Agiriyê bû. Di heman demê de 3 heyaman endamtiya Desteya Rêvebir a Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) kiriye û di Meclisa Tenduristiyê ya HDK’ê de ye.

Polîtîkayên ‘Veguherîna tenduristiyê’ yên desthilatê

Bozdag bilêv kir ku kodên damezrînerên ên komarê hene û ev kod heya niha qadeke desthilatê afirandine û wiha domand: “Lê civak, derî vê qada desthilatê hatiye hiştin. Avaniya dewletê, dewletê bi xwe li se rpêyan dihêle, lê lis er civakê jî hegemonyayekê ava dike. Desthilatê di 20 salan de di bin navê ‘veguherandina tenduristiyê’ de hin polîtîka çêkirin. Ev polîtîka, polîtîkayên neolîberal in. Bi van polîtîkayan, mafê tenduristiyê yê civakê hat xespkirin. Mirov îro paya ‘têkarî û tevlîbûnê’ didin. Di warê xwegihandina tenduristiyê de pirsgirêkên gelekî mezin hene. Di rejîma yekzilamî de xwediyên nexweşxaneyên mezin, patron li Wezareta Tenduristiyê hatin bicihkirin û ev di warê tendristiya giştî de û di warê xwegihandina tendursitiyê de bû cihê pirsgirêkên mezin.”

Bozdag destnîşan kir ku têkoşîna wan jî, têkoşîna ji bo kedê û têkoşîna li dijî kedxwariyê ye û got: “Jixwe li erdnîgariya ku tu lê çêbûye, tiştên tu jê bêpar tê hiştin te dikin parçeyeke vê têkoşînê. Ez jî ji ber vê daxilî nava vê têkoşînê bûm. Min xwest tevkariyê lê bikim.”

Bozdag li dijî xespkirina mafê tenduristiyê îşaret bi piştgiriya ji bo Partiya Çepên Kesk kir.

Girîngiya Hilbijartinên 14’ê Gulanê

Bozdag di berdewama axaftina xwe de îşaret bi girîngiya hilbijartinên 14’ê Gulanê kir û wiha got: “Civak bîst sal in bi rêveberiyeke destpot û otorîter tê birêvebirin. Ev desthilat wekî haleteke tehekumê dixebite. Mixabin li dijî vê qewîkirina refleksên parastinê jî ne pêkan e. Mirov êdî hatin dawiya sînorên tamûlkirinê. Em serdana esnafan dikin. Tekane tiştak ku esnaf dibêjin ev e; ‘Em bê sebir li benda 14’ê Gulanê ne.’ Her kes vê hilbijartinê wekî hilbijartineke gelekî girîng dibînin. Mirov ketine etra siberoja xwe. Mirov li bendê ne ku rejîma faşîst a AKP-MHP’ê hilweşe.”

Bozdag bilêv kir ku bi çûna desthilata AKP-MHP’ê re ew siberojeke demokratîktir teheyûl dikin û wiha domand: “Em bi hêza xwe bawer in. Têkoşîn her diçe civakî dibe. Em li cihekî wisa ne ku pêşengiya vê dikin. Ev têkoşîn, dê bi alaya Partiya Çepên Kesk bidome. Em mecbûr in bi awayekî her xurt amadekariyên vê hilbijartinê bikin. Divê em Partiya Çepên Kesk dara xwe bigihînin hemû taxan û bikin ku reh berde û xwe bigihîne mirovan. Me ji bo vê bernameyeke xurt çêkiriye. Em ê derî bi derî bigerin. Ji bo ev detshilat biçe çi ji destê me bê em ê bikin.”

Bozdag di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku ew ê bi her awayî xwe bigihînin gel û behsa partiya xwe bikin û got ku gava wiha bikin dê encama Agiriyê 4-0 be.