9 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Atmosfera Hilbijartinê ya li Mûşê

Agîd Yazar
Agîd Yazar
Di sala 1973'yan de li gundê Banqîrê bi ser navçeya Dêrika Çiyayê Mazî ya Mêrdînê ji dayik bûye. Di sala 1997'an de li Mêrsînê di rojnameya Azadiya Welat de dest bi rojnamegeriya kurdî kiriye. Rojekê di xewna xwe de dibîne, di nava kevne-bajarekî dêrîn de, axa kendalekî dikole. Her ku axa kendêl vedixepirîne, qelemên her yek bi rengekî cûda, bi dest wî ve tê. Ew dem û ev çax, miqîm di nava kar û barên nivîs, lêkolînerî û geştiyariyê de ye, ne kêm ne zêde.

Li tevahiya navçeyên Mûşê Partiya Çepên Kesk li pêş e. Navend jî li gorî performans û xebata namzetên Partiya Çepên Kesk, ya van rojên dawî ew ê rengê xwe diyar bike

Li gorî çavdêriya me ya li Mûşê, Partiya Çepên Kesk hema hema li tevahiya navçeyan gelekî di pêşiya partiyên din de ye. Heçî navend e, ew jî li gorî performansa namzetan ew ê rengê xwe diyar bike. Çend malbatên li Mûşê, timî li ba pergalê cîh distînin henin. Ev malbatên ji hêla xelkê Mûşê ve tên zanîn, her li gorî berjewendiyên xwe tevgeriyane. Lê gava meriv ji hilbijartina sala 2007’an û heta ya sala 2018’an di ber çav re derbas dike, ev malbatên hanê zêde ne bi bandor in. Jixwe hersê parlementerên Mûşê yên niha, di destê partiya li ser xeta Partiya Çepên Kesk de ye. Heke xebareke serkeftî bê meşandin, Partiya Çepên Kesk ew ê dîsa her sê namzetan bidest bixîne.

Ji bo meriv rewşa bajêr li ber çavan bigre, divê em rewşa hilbijartinên berê di ber çavan re derbas bikin.

Cara pêşî di hilbijartina sala 2007’an de hilbijêrên Mûşê ji sedî 45,81 deng wergirt û ji çar parlementerên bajêr 2 heb jê wekî parlementerê serbixwe bidestxist. Di hilbijartina sala 2011’an dîsa wekî namzetên serbixwe ji sedî 44,26ê dengan wergirt û dîsa 2 heb parlement bidestxist.

Hilbijartina sala 2015’an, ji bo hilbijêrên partiyên li ser xeta Partiya Çepên Kesk bû xala werçerxê. Lewra cara pêşî vê partiyê bi dengekî xurt dîwarê bendavê hilweşand û li tevahiya Tirkiyê ji sedî 13,12’ê dengan wergirt û 80 parlamenter bidestxist. Bajarê Mûşê jî, ji sedî 71,32’ê dengan wergirt. Li gorî vê rêjeyê 137,878 hezar deng wergirt û 2 heb parlementerên bajêr bi dest xist.

Desthilata AKP’ê ev serkeftina hanê tehmul nekir û hilbijartin dubare kir. Lê di hilbijartina heman salê de pêk hat, li Mûşê tablo neguherî.

Di hilbijartina 2018’an de, bi mebesta serjimara niştecîhê Mûşê kêm bûye, hejmara parlementeran ji çaran daket sisêyan. Lê vê carê ji sedî 76,98 dengan partiya li ser xeta Partiya Çepên Kesk wergirt û her sê parlementer jî bi dest xistin.

Piştî pênc salan rewşa aborî aloztir bû. Li her derê krîza nelirêtî û sosretên desthilata AKP’ê derketin holê. Bajarê Mûşê jî, ji vê rewşa kambax ne bê par bû.

Hersê namzetên Partiya Çepên Kesk Sezayî Temelî, Sumeye Boz û Serhat Dûrsûn xwe sipartine bextê hilbijêrên Mûşê da ku li meclisê bibin dengê daxwaz û hêviyên wan

Ji Bilîsê ber bi Mûşê ve

Gera min li Bilîsê bi dawî dibe. Sibê zû radibim berê xwe didim Mûşê. Gava ez dadigerim riya Nûrşînê, xortikek li kêleka rê bi awayekî fedyok destê xwe li min radike. Ez disekinim, xortê rêwî li erebê siwar dikim û em ber bi Mûşê ve diçin. Bi çend pirsan ez rewşa wî fêm dikim. Ne dengbêje. Yan jî ew dengbêjiya xwe ji min vedişêre (meriv serhedî be û ne dengbêj be, çêdibe qey?) Ez rewşa bilbijartinê jê dipirsim. Bêyî bizanibe ez kîme, dibêje “em hemû HDPyî ne. Paşê ez xwe bi xortê serhedî didim naskirin. Ji kêfan nizane çer bike. Hew em dibînin em hatine nêzî gundê wî. Beriya dakeve, hejmara telefona min ji min dixwaze. Paşê kefîkoka li dora hustê xwe gerandî, bi zorê diyarî min dike û dadikeve.

Di navbera Norşîn û Mûşê de, naxira gamêşan xwe li rê dixîme. Gamêşa herî pîr, nola şêfekî Çermesoran, wanî qurre û bi awirên miraqdar tê li nîvê rê disekine. Li min dinêre. Tiştek ji min nakeve serê wî û paşê dide pêşiya qebîleya xwe û derbasî wî alî rê dibe.

Li navenda Mûşê

Ez li navenda Mûşê digerim. Navenda HDP-Partiya Çepên Kesk ji çend welatiyan dipirsim. Dibêjin ez nizanim. Ez di dilê xwe de dibêjim belkî navnîşana partiyê dizanin û ji mexsûs raber min nakin, merivên xêrnexwaz in. Na heke bi rastî jî pê nizanibin, merivin nezanin. Kesê sêyemin, navenda Partiya Çepên Kesk nîşanî min dide. Di rastiya xwe de min dikarîbû ji konimê jî hîn bibama. Mebesta min ew bû bi vî awayî ez hinekî rewşa bajêr hîn bibim.

Ji xwe navenda bajêr, bi giranî xelkê mihafizekar in û di serde jî meha remezanê ye. Loma jî desthilatdariya AKP’ê hewl dide vê rewşê ji xwe re bikar bîne. Hasilîkelam, ez ti bersîveke erênî ji esnaf û gelê li navendê bidest naxim. Bê guman hinek kesan bersivên neyênî didan, hinek ji wan welatparêz jî dihatin xuyakirin. Lê nedixwestin rengê xwe aşkere bikin.

Bi van hestan ez diçim navenda avahiya bajêr a Partiya Çepên Kesk. Li avahiyê ez xwe bi rêvebirên partiyê didim naskirin. Ew jî namzetê Mûşê, Serhat Dûrsûn bi min dide naskirin.

Li ser linga ez di der heqê xebatê wan de çend pirsan jê dipirsim. Ew jî dibêje “xebatê me di çarçoweya vekirina buroyên hilbijartinê û serlêdana esnafan de berdewam dike. Di vê navberê de zengilê whatsappa min lêdide. Ew xortê me bi hev re rêwîtî kiribû sê peyam li dû hev bi kurdî ji min re şandibû û wiha digot;

“Roj baş  Agit bira, ez Enes ev hejmara min e

Gera we xweş be

Dîsa bibînim”

Peyama Enesê 15 salî ya bi kurdî, min pir dilşa dike. Paşê ez berê xwe didim navçeya Kopê.

Rêwîtiya ber bi Kopê ve

Ez li strana Şakiro a “şerrê kopê” guhdarî dikim û berê min li navçeya Kopê ye. Dîsa kalemêrekî rêwî dest li min radike. Ez kalemêr siwar dikim. Navê xwe Evdilqadir e. Ji gundê Melekor e. Ez xwe bi apê Evdilqadir  didim naskirin û jê dipirsim, apo çi ji hilbijartina li pêş me dikeve serê te?

Apê Evdilqadir dibêje “ma çi zanim. Qiliço kal e û dînoke ye. Selehedîn mêrekî çê ye, Selhedîn. Çi xwezî ew di şûna Qiliço de bûya. Heke Selhedîn li dervebûya, bawer bike wê sed heb wekîl derxista”

Gava apê Evdilqadir qala Selahetîn Demirtaş kir, lêva xwe ya jêr gez kir û pêre serê xwe hejand. Kirrekir ji dilê wî dihat. Qesta wî ya ji “Qiliço” ew bû, ango digot Kemal Kiliçdaroglû.

Ez apê Evdilqadir li duryana gundê wî datînim û ber bi Kopê ve berdewam dikim. Dîsa şakiro diqîre. Kilama şerrê kopê diqede. Algorîtma youtubê ji xweber dest bi straneke din a şeran dike. Vêca dêwê dengbêjan Şakiro, strana şerê “balkanan” distrê. Di stranê de qala lehengiya şervanên kurd dike.

Dîsa ez bi xwe re dipeyivim û dikim pilepil: “erê wî! Kurdan dinya tevde ji tirkan re vegirt. Ka bû çi?”

Navçeya Kopê ya Mûşê, ev bîst salin di her hilbijartinê de bi rêjeyeke bilind, timî partiyên li ser xeta Partiya Çepên Kesk her dengên bilind wergirtine û şaredariya navçê bidestxistine. Li buroyên navçeyê, ev helwesta gel bi awayekî aşkere tê dîtin. Qenata berbelav ew e ku ew ê bi rêjeyeke bilind, Partiya Çepên Kesk bi ser bikeve.

Li Varto, Melezgirt û navçeyên din ên Mûşê, Partiya Çepên Kesk li pêş e.

Heke xebateke serkeftî li navenda bajarê Mûşê jî were meşandin, ew ê dîsa kurd bi ser bikevin û wê hersê parlementeran bistînin.