4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Gora Vedat Aydin hate ziyaretkirin

Namzetên parlamenteriyê yên Partiya Çepên Kesk ên Amedê bi boneya Cejna Remezanê çûn serdana gora Serokê HEP’a Amedê û gora Vedat Aydin ziyaret kirin.

Namzetên parlamenteriyê yên Partiya Çepên Kesk ên Amedê bi boneya Cejna Remezanê çûn serdana gora Serokê Partiya Kedê ya Gelan (HEP) ê Amedê Vedat Aydin ku di 5’ê tîrmeha sala 1991’an de ji hêla JÎTEM’ê ve hatibû revandin û qetilkirin.

Komeleya Piştgirî Piştevanî Yekitî û Çandê ya bi Malbatên Xizmên Xwe li Dergûşa Mirovahiyê (MEBYA-DER), Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Wanê Sezaî Temellî, namzetên parlamenteriyê yên Partiya Çepên Kesk ên Amedê, Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), rêveberên rêxistinên navend û navçeyan ên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Çepên Kesk û gelek nûnerên rêxistinên civaka sivîl çûn serdana gora Vedat Aydin ê li goristana Deriyê Merdînê ya navçeya Sûrê.

‘Ev al tu carî neket’

Di serdanê de ji ewil bo kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane rêz hate girtin û piştre jî Hevserokê HDP’a Amedê Zeyyat Ceylan axivî. Ceylan, wiha got: “Weke cejna her salê, em di vê cejnê de jî careke dibêjin ku alaya azadiyê ya ku we 30-40 sal berê li ba kiribû îro di destê bi dehhezaran kesan de ye. Xwestin bi êrişên li dijî we vê alayê bînin xwarê lê ev al tu carî neket. Ev alaya azadiyê îro di destê milyonan de ye. Kes û zîhniyeta wê demê êrişî Vedat Aydin û gelê me dikir û Kurdistan veguherandibûn gola xwînê, êrişên xwe îro jî didomînin. Lê li hemberî vê zilm, zalim û zîhniyetê berxwedaneke bêhempa tê kirin. Îro bi milyonan kes xwedî li têkoşîna wan derdikevin. Ev têkoşîn a wan e.”

Ji namzetên parlamenteriyê Mehmet Emîn Aktar jî bîranînên xwe yên bi Aydin re parve kir û ev tişt anî ziman: “Em gelek bêriya te dikin. Vî gelî tu ji bîr nekirî û dê tu caran ji bîr neke jî.”

Birayê Aydin, Veysî Aydin jî destnîşan kir ku wan rêya têkoşînê li ber gelên bindest vekir û wiha got: “Ev hilbijartin girîng in. Têkoşîna şehîdan heta astekê hat û em ê bi serkeftinê tacîdar bikin.”

Piştî axaftinan jî beşdaran qurnefîl danîn ser gora Aydin.