5 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li gundê Şêxdoda yê Farqînê bablîsok rabû

Doh piştî nîvro li çend gundên Şêxdoda ên bajarê Farqînê bablîsokeke dijwar rabû û bi xwe re ziyaneke mezin da tesîsên elektrîkê û mal û milkê gundiyan û ew gund di tarîtiyê de hişt

Li gorî agahiyên gundiyên Reşka Şêxdoda ya Farqînê doh piştî nîvro bager û bablîsokeke dijwar li deverê çêbûye û bandoreke mezin li 5 gundên Şêxdoda ên Farqînê kiriye. Bablîsokê zirareke mezin a madî bi xwe re aniye û ew gund di tarîtiyê de hiştine.

Li gorî agahiyên ku me ji welatiyê bi navê Ferzende Kartal yê xelkê gundê Reşika Şêxdoda girtin tu zirarê canî çênebûne lê zirarê madî gelekî zêde çêbûne û ew gund bê elektrîk mane. Kartal şahidiya xwe ya vê bablîsokê wiha tîne ziman û dibêje: Me berê tucaran tiştekî wiha nedîtiye, tenê bi riya medyayê me ev bablîsokên wiha yên li Amerîkayê çêdibin dîtibû. Kal û pîrên gund jî dibêjin di tu zamanan de wan tiştekî wiha nedîtiye.

Kartal di berdewama axaftina xwe de behsa zirar û ziyanên li gund bûne dike û wiha dibêje: “Zirarên mezin li gundiyan bûne û li gundê Mihemed Şêrwanî axurekî hilweşiya derdora 40 pezî di bin de ma. Bablîsokê depoyên avê ên li ser xaniyan û çatiyên gelek malan jî bi xwe re birin her wiha 2 minareyên camiyan jî anîn xwarê.”