17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Wezareta Karên Hundir bi îhaleyên veşarî bombeyên gazê dikire

Balkêşe ku bi nêzîkbûna dema hilbijartinên 14’ê Gulanê re polîs û cendermeyên girêdayî Wezareta Karên Hundir bi îhaleyên cuda û veşarî li pey hev bombeyên gazê dikirin.

Li gorî nûçeya Îsmaîl Arî ya rojnameya Bir Gûnê, îhaleyên gaza bîberê û bombeyên dûmanê yên ku ji aliyê Midûriyeta Giştî ya Ewlekariyê ve di nava 2 mehên dawî de hatine berhevkirin wiha ne:

28’ê sibatê: 50,000 yekîneyên 100 milliliter ên bombeyên gazê

30’ê Adarê: 20,000 bombeyên gazê yên destan ku dûmanê belav dikin

30’ê Adarê: 5000 bombeyên dûmanê yên bi destan tên avêtin

3’ê Nîsanê: 5 hezar û 400 milîlître gaza îsotê

Her wiha alavên ku ji alî Fermandariya Giştî ya Jendermeyan ve jî hatine kirîn wiha ne:

9’ê Adarê: 100 tupên bombeyên gazê yên ku davêjin ser milan

14’ê Adarê: 2 hezar û 400 kîlo solüsyona îsotan

Her wiha ji ber ku îhaleyên girêdayî qadên parastin, ewlekarî û îstixbaratê an jî yên ku divê bi veşartî bên kirin ne di çarçoveya qanûna danûstandinên giştî de ne, encamên van hemû îhaleyan nayên ragihandin.