spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li rojhilat gorên berxwedêrên serhildanê hatin ziyaretkirin

Gorên kesên di çalakiyên berxwedana “Jin, jiyan, azadî" de jiyana xwe ji dest dayîn bi girseyî hatin ziyaretkirin.

 Jina ciwan a kurd Jîna Emînî (22) di 13’ê îlona 2022’yan de ji hêla “Polîsên exlaqê” ve hate binçavkirin û qetilkirin. Bi qetilkirina Emînî re bi pêşengtiya jinan li seranaserî rojhilatê Kurdistanê û Îranê çalakiyên protestoyî hatin lidarxistin. Di çalakiyan de gelek kes ji hêla rejîmê ve hatin qetilkirin. Bi boneya Cejna Remezanê, li Mahabadê bi sedan kes çûn serdana gorên kesên di çalakiyên “Jin, jiyan, azadî” de hatin qetilkirin.

Bi sedan kesên di serdana goristanan de hatin ba hev, wêneyên kesên hatine qetilkirin hilgirtin û dirûşmên “Şehîd namirin” û “Jin, jiyan, azadî” berz kirin. piştre jî bi sedan kesan bi hev re sirûda neteweyî ya kurd “Ey Reqîb” xwendin.