3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

KNK ji bo roja Rojnamegeriya Kurdî daxuyanî da

Kongreya Netewî ya Kurdistanê KNK’ê bi wesîleya roja Rojnamegeriya Kurdî 22’ê Nîsanê daxuyaniyek nivîskî weşand û ev roj li rojnagerên Kurd hemûyan pîroz kir.

KNK’ê bi wesîleya roja wesîleya roja Rojnamegeriya Kurdî 22’ê Nîsanê bi daxuyaniyeke  nivîskî bal kişand ser zext û zordestiya li hember rojnamegerên kurd û ev roj li rojnamegerên çapemeniya azad pîroz kir.

Daxuyaniya KNK’ê wiha ye: “Di 22’ê Nîsana 1898’an de bi pêşengiya Mîqdad Medhed Bedirxan yekemîn rojnameya Kurdî ya bi navê ‘Kurdistan’ derket.

Bi vê wesîleyê 22’ê Nîsanê weke roja rojnamegeriya Kurdî hatiye ragihandin. Ji wê demê û vir ve, karwanê rojnamegeriya Kurdî li kêleka xebat û tekoşîna azadî, demokrasî û wekheviya civakî berdewam e. Rojnameya Kurdistan di demekê de dît ku Kurdistan di bin desthilatdariya paşveroya Osmaniyan de ji rûyê siyasî, aborî û civakî ve ketibû nava rojên tarî de. Derketina rojnameya Kurdistan ev tarî veguherand ronahiyê û heta astekê baş karîbû nûçeyên Kurdistanê bigihîne cîhanê.

Li Kurdistanê îro bi dehan kenalên televîzyonên herêmî, bi dehan radîo, bi sedan kovar û rojname, malper û nûçename hene. Çawa ku rewşa Kurdistanê taybet e, medyaya wê jî taybet e. ji alîyekî ve welatê rojnamevanê Kurd ê dagirkiriye û ji aliyê din ve jî civaka wî/wê di rewşeke siyasî, aborî û civakî ya hestiyar de ye û di asta hişmendî û çandî de lawaz e. Lewma erka rojnamevan û medyakarên Kurd pir cemserî û piralî ye.

Niha medyakarên Kurd neçar in li aliyekî li ser rewşa navxweyî ya siyasî, aborî û civakî ya Kurdan bixebitin. Li aliyê din jî dibîne ku hêzên dagirkerên Kurdistanê her roj li dijî Kurdan planên nû yên nemirovî pêk tînin. Tevî dagirkerî û êrîşên xwe planan ji bo nakokî şerê navxweyî di nava Kurdan de dimeşînin. Weke ewa ku niha dewleta Tirk dike. Lewma pir giring e ku hemû rehendên pîşeyîbûn, hemwelatîbûn û welatparêzîyê di kesayetiya medyakarên Kurd de bihêz bin û li ser van sê bingehan erka xwe ya pîroz pêk bîne.

Em weke Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê, bi wesîleyê roja rojnamegeriya Kurdî silavên xwe yên germ ji rojnamevanên Kurd bi hemû beşên wê dişînin. Destxweşiyê li kar û keda wana dikin.

Silav, li giyanê hemû rojnamevanên ku ji bo azadiya raderbirînê, demokrasî û têkoşîna li dijî gendelîya civakî bûne qurbanî. Silav li hemû rojnamevan û xebatkarên çapemenîyê yên di girtîgehên desthilatdar û dagirkeran de ne. Roja Rojnamegeriya Kurdî li hemû rojnamevanên Kurd û hemû gelê Kurd û Kurdistanê yên têkoşer û berxwedêr pîroz be.”