27 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Platforma Piştevanî û Parastina Bajêr çûn serdana Partiya Çepên Kesk

Platforma Piştevanî û Parastina Bajêr a Amedê bi boneya cejnê çûn serdana Rêxistina Bajêr a Partiya Çepên Kesk û diyar kirin ku heta Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad nebe, ti pirsgirêk çareser nabe.

Platforma Piştevanî û Parastinê ya Bajêr a Amedê bi wesîleya Cejna Remezanê çû serdana Rêxistina Partiya Çepên Kesk a Amedê. Şande, ji hêla Hevberdevkên Partiya Çepên Kesk a Amedê Pinar Sakik Tekîn û Abbas Şahîn, namzetên parlamenteriyê yên bajar Halîde Turkoglû, Adalet Kaya, Serhat Eren, Sevîlay Çelenk, Sorgul Aytek, Ceylan Akça, Azad Bariş, Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Amedê Zeyyat Ceylan, Parlamenterê HDP’ê yê Wanê Sezaî Temellî û rêveberên rêxistinên navend û navçeyan ve hate pêşwazîkirin.

‘Li pêşiya me 3 cejn hene’

Di serdanê de Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk a Amedê Abbas Şahîn got ku li pêşiya wan 3 cejn hene û wiha got: “Em, cejna ewilî niha pîroz dikin. Cejna duyemîn dê di 14’ê Gulanê de pîroz bikin. Cejna din jî 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî ye. Em ê têkoşîna xwe bi hev re mezin bikin.”

Piştre jî parlamenter Sezaî Temellî axivî û ev tişt anî ziman: “Hem hêviya me û hem jî berpirsyartiya me mezin e. Me 8 salên gelek zehmet derbas kirin. 14’ê Gulanê dê bibe gaveke dîrokî. Em ê di 15’ê gulanê de sozên xwe yên ji bo kesên me winda kirine pêk bînin.”

Ji namzetan Adalet Kaya jî diyar kir kir ku haya wan ji pirsgirêkên rêxistinên pîşeyî dijîn heye û wiha derbirî: “Lê tevî vê yekê jî me piştevanî û hêzeke bêhempa derxist holê. Me di erdhejê de ev piştevanî derxist holê. Hemû rêxistinên pîşeyî vê piştevaniyê hêj jî didomînin. Li gorî min em ê di 14’ê Gulanê de bi hev re karekî pir baş bi ser xin. Dê 14’ê Gulanê bo rêxistinên civaka sivîl jî qadeke nû veke.”

Ji namzetan Mehmet Emîn Aktar jî wiha axivî: “Rêxistinên civaka sivîl li Amedê pir berxwedêr in. Ji bo Amedê bûn nefes, gotin ‘ev bajar ê me ye.’ Lewma pir girîng in. Rêxistinên civaka sivîl îro ji bo gel bûne hêvî.” Ji namzetan Sevîlay Çelenk jî got ku di demekê ku her kes bêdeng bûbû de rêxistinên civaka sivîl daxwaza xwe ya bo aştiyê domandin.

‘Me ev hêz ji ku girt?’

Endamê Meclisa Partiyê (PM) yê HDP’ê Şahîn Yîgît jî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi bîr xist û wiha got: “Em dizanin bê ka sedema pirsgirêkên heyî çi ye. Heta ku Rêbertiya me di bin tecrîdê de be, dê tu pirsgirêk çareser nebin. Hûn nikarin birînan bi pansûman tedawî bikin. Heta ku Rêbertî azad nebe jî tu pirsgirêk çareser nabin. Dewletê di dema erdhejê de mudaxele nekir lê hevalên me ked dan. Me ev hêz ji ku girt? Me ev hêz ji paradîgmaya Rêbertiya xwe girt. Divê em vê pir bi vekirî bînin ziman. Armanc, xwe gihandina heqîqetê ye û ev heqîqet jî azadiya Rêberiya me ye. Divê em vê paradîgmayê bigihînin gel. Hêviya hemû gelan ew e ku Rêberiya me azad bibe.”

Hevseroka Şaxa Hejmar 1 a Egîtîm Senê Emîne Akşahîn jî diyar kir ku zarokatiya wan bi zilm û zextan derbas bû û wiha got: “Em dixwazin êdî di 14’ê Gulanê de welatekî ku aştî lê serwer radestî zarokên xwe bikin. Hêvîdarim ku ev hewldanên me bi ser kevin.”

Serokê Odeya Endezyarên Zîraetê (ZMO) Samet Ucaman jî wiha axivî: “Mijara tecrîdê, mijareke gelek girîng e. Jiyan, kolektîf e û divê em ji bo azadiyê bixebitin. Bi sala ye em di bin tecrîdê de ne. Dixwazin heman tiştan di sedsala duyemîn de jî bidomînin. Divê refleksên me yên li hemberî vê xurt bin û van tiştan li kolanan bînin ziman. Heke em rêxistinkirî bin, dikarin  tiştekî bi ser bixin.”