27 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Jin bi dirûşma ‘Jin jiyan azadî’ li Dep’ê kom bûn

Jin li Depê bi dirûşma "Bi jin jiyan azadî, ber bi 8’ê Adarê ve” meşiyan û tevlî bernameya pîrozbahiyê bûn. Parlamenter Ayten Kordû di pîrozbahiyê de got: "Bi jin jiyan azadî dê têkoşîna jinê berfireh bikin."

Li navçeya Depê ya Xarpêtê, jin bi minasebeta 8’ê Adarê meşiyan û pankarta “Bi jin jiyan azadî, ber bi 8’ê Adarê ve” vekirin. Meşa ku li buroya hilbijartinê ya li taxa Tepeyê dest pê kir, bi dirûşma “Jin jiyan azadî” li kolanên Depê berdewam kir. Jinan di meşe de lacikên spî li stuyê xwe girêdan. Nûnerên saziyên sivîl, parlamenter û namzetên hevşaredariyê yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), siyasetmedar û gelek jin beşdarê meşê bûn. Piştî meşê jinan li salona dawetê tevlî bernameya pîrozbahiyê bûn. Di bernameyê de hevseroka DEM Partî ya Xarpêtê Songul Cengîz axivî û bal kişand ser hêza jinan. Hevseroka DEM Partî ya Depê Sngul Duzgun jî da zanîn ku dê bi ser kevin. Songul diyar kir ku dê Şaredariya Depê bibe şaredariya jinan.

Di bernameyê de Parlamentera DEM Partî ya Dêrsimê Ayten Kordû anî ziman ku îro 8’ê Adarê roja têkoşînê ye, roja têkoşînê li me hemûyan pîroz be û wiha axivî: “Silav li hemû hevalên me yên jin ên ku dengê Tevgera Jina Azad a ku em anîn vir bilind dikin. Silav ji jinên ku îro ne di nav me de ne ku bi me re dimeşin û bi nirxên ku afirandine hêzê didin me.

Hikûmeta AKP-MHP’ê herî zêde ji destkeftiyên jinan ditirse. Îro jî helwesta jinên Depê careke din nîşan da ku ew ê serî li ber pergalê netewînin. Em li welatekî ku di rojekê de 8 jin tên qetilkirin dijîn. Her çiqas di rojekê de 8 jin dimirin jî ji ber mêraniyê mêran di dadgehan de diparêzin. Bi têkoşîna xwe ya jinan em ê têkoşîna xwe ya li dijî şer, tacîz, destavêtin û kuştina jinan berfireh bikin. Em dibêjin jin, jiyan, azadî, felsefeya me ya jiyanê ev e. Em ê di 8’ê Adarê de li dijî vê desthilatdarî, zîhniyeta zilamtî, zext û girtinan bi gotina “Jin jiyan azadî” têkoşîna xwe ya azadiya jinê berfireh bikin. 8’ê Adarê li me hemûyan pîroz be. Îro roja me ya berxwedanê ye

Piştî axaftinan hunermend Mîzgîn Duran derket ser dikê. Bernameya pîrozbahiyê piştî gerandina govendê bi dawî bû.