27 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Jin li Wanê kom bûn: Em ê li dijî koletiyê azadiyê dinivîsin

Bi hezaran jin di mîtînga “Bi jin jiyan azadî ber bi 8’ê Adarê ve” de li hev kom bûn. Hevseroka Giştî ya DBP'ê Çîgdem Kiligçgun Uçar got: "Em jin li hemberî yên dixwazin me mehkûmî pergala koletiyê bikin, dîroka azadiyê dinivîsin."

Li Wanê Tevgera Jinên Azad (TJA), li Parka Mûsa Anter bi dirûşma “Bi jin jiyan azadî ber bi 8’ê Adarê ve” mîtînga 8’ê Adarê li dar xist.  Ligel berfê û sermaya zêde barî jî jinan berê xwe dan qada mîtîngê.

Jinên ku li ber avahiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Rêya Armûşê kom bûn bi dirûşma “Jin jiyan azadî”, “Dengê lingê jinên ciwan tirs dide dilê hovan”, “Bijî serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe” ber bi qada mîtîngê ve meşiyan. Jinên ku bi cilên xwe yên neteweyî li qadê govend gerand û dirûşmê xwe bi yek dengî berz kirin. Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar û Parlamentera DEM Partî ya Wanê Pervîn Buldan û namzeta hevşaredariya Bajarê Mezin a Wanê Neslîhan Şedal Şadal û namzetên navçeyan, rêveberên Rêxistinên DEM Partî, DBP’ê yên bajêr û navçeyan, nûnerên saziyên sivîl û hunermend Nuray Balik û Feryal Oner beşdarî mîtîngê bûn.

Piştî deqeyek rêzgirtinê li ser navê komiteya amedekar Rojbîn Bor axivî û piştre namzetên hevşaredariyê yên DEM Partiyê derketin ser dikê. Namzeta Wanê Neslîhan Şedal di axaftina xwe de bal kişand berxwedana ku li tijî têkbirîna tecrîdê tê dayîn û got: “Têkoşîna jinan, dayikan dê tu carî nesekine. Em ê heta azadiya Birêz Abdullah Ocalan têbikoşîn. Ji bo çareseriya pirsgirêka kurd em ê li ber xwe bidin. Ji bo jin bi zimanê dawikê perwerde bibin em ê bixebitin. Divê herkes bawer bike ku dê encam serkeftî be.”

Hevseroka DEM Partî ya bajêr Gulşen Kurt jî di axaftina xwe de bal kişand ser tecrîda li hemberî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û di jiyana azad de bi israr in û dê têbikoşin.

Parlamentera DEM Partî ya Wanê Pervîn Buldan di mîtîngê de wiha axivî: “Em jin bi salan ji bo hebûna xwe têkoşiyan. Me berdêla her tiştê ku me bi dest xist da. Niha em bêyî ku berdêl bidin dixwazin bi nasnameya xwe bijîn. Em hatin kuştin, em hatin qetilkirin, em bê hurmet kirin, keda me hat paşguhkirin, guh nedan me. Lê ew ê biçin, hêza jinan dê wan bişîne. Li pêşiya me hilbijartina 31’ê Adarê heye. Li hemberî kesên ku vîna me nayê qebûlkirin em ê bişînin Enqereyê, ji 14’an bikin 14 hevşaredar, ji bo xizmeta we li vir in. Em ne tenê ji bo wezîfe û meqam, bi wergirtina dengê herî bilind ê Wanê dixwazin careke din mohra xwe li dîrokê bidin û em ê bi hêza jinê vê bikin. Silav li hemû jinên berxwedêr, yên ku tecrîdê qebûl nakin û yên dibêjin ‘tecrîd sûcê mirovahiyê ye’.”

Herî dawiyê jî Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar axivî û wiha bi lêv kir: “Em bi pergaleke ku dixwaze me mehkûmî pergala koletiyê bike re rû bi rû ne. Em jin li dijî vê dîroka azadiyê dinivîsin. Sîstema ku jinan li Rojava afirand, pergala azadiya jinê teşwîq kir û hemû pergal serûbin kir. Em hene, hebûn, li dijî vê pergala ku li ser me hatiye ferzkirin em ê hebin. Silav li rêhevalên me yên jin ên ku pêşengiya me dikin. Ya ku ev sîstem herî zêde jê ditirse rastiya jinê ye. Tu hêzê nekarî û dê rastî û têkoşîna jinê bisekine. Azadiya civakê bi azadiya jinê ve girêdayî ye. Navê vê desthilatdariya Kurdistanê jinkujî ye. Hêzên ewlehiyê yên li vir hatine wezîfedarkirin di bin êrîşan de ne. Ciwanên me bi tiryakê re ji cewherê xwe tên dûrxistin. Em ê li hemberî polîtîkayên we yên şerê taybet paşve gav neavêjin û em ê bi ser bikevin.

Ev desthilatdariya ku ji komployê nekarî encam bigire, niha tecrîdê dimeşîne. Me di 1-15’ê Sibatê de meşa azadiyê pêk anî. Daxwaza çareseriya pirsgirêka Kurd, rakirina tecrîda li ser birêz Ocalan û dabînkirina azadiya wî bû. Heta ku em hebin wê ev daxwaz li ser zimanê me û di dilê me de be. Greva birçîbûnê û nobeda edaletê îro li girtîgehan 103 roj in didome. Ev berxwedan ji bo azadiya hemû gel û baweriyan û bi taybet jî ji bo jinan e. Çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd pêkan e. Çareserî di destê Birêz Ocalan de ye ku di pêvajoya çareseriyê de serdemek bihuşt da me.”

Piştî axaftinan hunermend Nuray Balik û Feryal Oner derketin ser dikê.