spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Yeter: Rêbazên çareseriyê yên cîhanê dişibin hev

Hevseroka OHD’ê Ekîn Yeter ewil li ser armanca konferansê rawestiya û wiha got: “Zindana Ewlehiya Bilind a Tîpa F a Girava Îmraliyê ji roja hatiye avakirin heta niha hem bi mîmariya xwe û hem jî rêveberiya xwe her tim bûye navenda tecrîd û îzolasyonê. Li vê girtîgehê Birêz Abdullah Ocalan demekê bi tena serê xwe hat hiştin. Heta 10 salên ewil, hefteyê saetekê bi parêzeran re hevdîtin kir. Ji wê demê heta niha her çend ji ber çalakiyên raya giştî yên wekî greva birçîbûnê û hwd. hin caran pergala tecrîdê sist bû jî, lê tecrîdkirina Birêz Ocalan her tem berdewam kir. Piştî pêvajoya aştiyê, polîtîkaya ewlehiyê pêş xistin. Di vê çarçoveyê de tecrîdkirin bêtir kûr kirin. Niha ev tecrîd hatiye asta mutlaq. Niha parêzer û malbat nikarin biçin Girtîgeha Îmraliyê. Hevdîtina malbat û parêzeran li dijî hiqûqê tê asteng kirin. Nikarin name bişînin û bistînin. Nikarin telefon bikin. Ev pêkanîna li Îmraliyê li dijî Zagona Înfazê, Destûra Bingehîn û PMME’yê ku Tirkiye îmze kiriye ye. Bi vê yekê mafê darizandina li gorî heq, mafê ragihandin, parastin û dîtina malbat û parêzeran hatiye binpêkirin.”

Tirkiye erka xwe pêk nîne

Ekîn Yeter bal kişand ser erka dewletê û wiha axivî: “Dewlet xwedî erk e ku girtî û hikûmxwaran bi her awaypî biparêze. Divê bêyî ku li reng, bawerî, nasnameyên girtiyan binerin, hemû cûreyên mafên wan biparêze. Divê mafê girtiyan biparêze û mîsoger bike. Lê Tirkiye vê erka xwe pêk nîne.”

em têkoşîna hiqûqê dikin

Ekîn Yeter, destnîşan kir ku di serî de CPT û gelek saziyên navdewletî vê pratîka li Îmraliyê wekî îşkence dibîne û wiha lê zêde kir: “Em bi gelek sazî û rêxistinên heq û hiqûqê re bi firehî têdikoşin. Di çarçoveya vê têkoşînê de meha borî me li gel baroyan, rêxistinên hiqûqê û saziyên rêxistinên civakî serîli CPT da. Me li ser medya dijîtal xebat kir, bultena tecrîdê çap kir û gelek panel li dar xist. Herî dawî me tevî Hezar û Sêsid û Sî (1330) parêzerî bi komî serî li Wezareta Parastinê da.”

Bi sedan parêzeran serî li Dozgeriyê dan

Yeter, bibîr xist ku dîsa di sala 2022’an de ligel serokên baroyan bi tevlêbûna sedan parêzeran serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê da û got: “Lê heta niha me tu bersîv negirtiye. Bi saden parêzerên ji Ewropa û Rojhilata Navîn nerînên xwe anîn ziman. Xwestin ku tecrîd bi dawî bibe. Lê ev fikr û daxwazên van parêzeran li ber çavan nehat girtin û bê bersîv hatin hiştin. Li vî welatî zêdeyî 3 sal in, tecrîda mutlaq û bêagahiya mutlaq heye. Encamnegirtina van hewldanan û berdewama tecrîda mûtlaq hişt ku em têkevin nava têkoşînek din. Ji ber vê yekê em bi parêzer û hiqûqnasên welatên cuda re têkoşîna hiqûqî didin. Demek dirêj e em bi parêzer û hiqûqnasan re niqaş dikin. Salên borî jî me konferansên navdewletî yên wekî vê konferansê me li dar xistin.

Demek dirêje mafê parêzeran ê parastinê hatiye tecrîdkirin. Li ser vê rewşê hewldanên me didomin. Ev hewldan û têkoşîna me li gorî PMME’yê û peymanên navneteweyî ku Tirkiyeyê jî îmze kiriye ye.”

Yeter bal kişand ser daxwazên hiqûqî yên hiqûqnasan û wiha lê zêde kir: “Ev daxwazên hiqûqî, di heman demê de ji bo çareseriya pirsgirêka kurd e. Ji bo qeyrana civakî, siyasî û aborî bi dawî bibe ye. Daxwazên me yên hiqûqî, daxwazên me yên civakî ne jî. Em dixwazin daxwazên civakî di qada navdewletî de bînin ziman û berbiçav bikin. Em dixwazin van daxwazên civakî li welatên cuda bi hiqûqnasên welatên cuda re tecrîdê û çareseriya pirsgirêka kurd niqaş bikin.”

Yeter anî ziman ku konferans heta rêjeyek bilind gihişt armanca xwe û got: “Bi vê konferansê derfet çêbû ku em meseleya tecrîdê, rewşa girtîgehan, pirsgirêka kurd û rêyên çareseriyê niqaş bikin û bînin ziman. Derfet çêbû ku em ji bo aştiyê berfireh niqaş bikin. Me cerebeyên xwe parve kirin. Hiqûqzan, nivîskar û rojnameger jî beşdar bûn û fikrên xwe parve kirin.”

Ekîn Yeter bal kişand peyamên beşdaran û pêşniyarên çareseriyê û wiha pêde çû: “Rêveber û endamên komeleya me, Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskin û rêveberên ÎHD’ê, Endamên Vakfa Aştiye ya Tirkiyeyê, hiqûqzanên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê, Hevseroka ELDH’ê Urko Aiartza û hiqûqzanên ELDH’ê, Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çigdem Kiliçgun, Berdevk û rêveberên DEM Partiyê, parêzerê Mandela  Kisten Govender, Ji Baroya Amedê, Rojnameger Fatih Polat, Ali Duran Topuzû gelek xebatkarên çapemeniyê amade bûn. Ji Dadgehên Gel a Îtalyayê Gianni Tognoni û gelek hiqûqnasên ku ji Kurdistan û Tirkiyeyê hatin beşdarî konferansê bûn.”

Mînaka vê tecrîdê tune ye

Ekîn li ser pêşniyarên çareseriyê yên Delegazyonê jî rawestiya û got: “Ji bo çavderî û tespîtên wan, bê guman hûn bi endamên delegasyonê re biaxivin dê rastir bibe. Mijarên me niqaş kirin, ne mijarên ku mirov 1-2 rojan an jî 1 hefteyî niqaş bike û bi encam bike ye. Em pratîka tecrîdê, ji kiryarên dîrokî yên ku gelên Mezopotamya, gelên Anatoliya û gelê Kurd pêre rû bi rû maye serbixwe nabînin. Tecrîd û meseleyên gelên navborî bi hev ve girêdayî ye. Ji hişmendiya kapitalist, faşist û rejîma dewleta yekperest ne serbixwe ye. Em li nirxandinên wan ên piştî gera delegasyonê ya Amed, Stenbol û tevlêbuna wan a konferansê dinerin, em dibînin ku kodên hemû dewletên kapitalist, faşist û netew dewletên yekperest dişibin hev. Em dibînin ku zilm û zextên ku bi serê gelê bindest û mêtîngeh ên Efrîqaya Başûr hatiye û zilma bi serê gelên din de hatine hemû dişibin hev. Lê têkoşîna  siyasî û hiqûqî ya li dijî van pirsgirêkan jî te dişibin hev. Rêbazên çareseriyê jî dişibin hev. Polîtîkaya îzolasyon û tecrîdê ku birêz Ocalan û Mandela pêre rû bi rû man tev dişibin hev. Lê tecrîda li Îmraliyê ku wekî tecrîda di nava tevrîdê de ye, aliyê bêhiqûqîyê ku mînaka wê tune derdixe holê.”

Yeter, bilêv kir ku ji cerebe û serpêhatiyên xwe dibînin ku zexta herî mezin girtiyan ji malbatan dûr dixin, sirgûn dikin û tecrîd dikin û wiha bi dawî kir: “Bi vê yekê wan ji hemû mafê ragihandinê dûr dixin. Dixwazin hemû kesên bi rêbazên demokrasî û wekheviyê têdikoşin tevan parçe bikin û tune bikin. Li dijî van pêkanîn û kiryaran pir girîng e ku mirov têkoşîna demokratîk û azadîparêz pêş bixe. Ji gelek welatên cûda, hempîşeyên me hatin beşdar bûn. Tevan diyar kirin ku di hiqûqa navdewletî de cihê tecrîdê tune ye. Cihê tecrîdê di hevpeymana civakî de tune ye. Ne li gorî pîvan û zagonên destûrên bingehîn ên dewletan e. Diyar kirin ku bi van pêkanînan dixwazin rastiyan ji heqîqet û cewherê wê dûr bixin. Beşdaran destnîşan kirin ku li dijî van êrîşên hiqûqî, bîrdozî û polîtîk, pêdivî bi rêbazên têkoşînên navdewletî heye. Pêdivî bi piştevaniya navdewletî heye. Destnîşan kirin ku ji bo çareseriyê tenê rêyek heye. Ew jî têkoşîn e. Li ser bingehek xurt û dewlemend têkoşînek xurt û herdem pêwist e. Bi têkoşîna rast û xurt çareserî pêkan e. Em wekî OHD’ê, hem li herêmê û hem jî li qada navneteweyî têkoşînê pêş dixin. Dîsa bi hemû saziyên demokratik û parazvanên mafên mirovan re ji bo edalet, wekhevî û azadiyê, têkoşîna hiqûqê ya berfireh pêş dixin. Îşkenceya tecrîdê rojeva me ya sereke ye. Me şikandina tecrîdê ji bo xwe kiriye esasê bingehîn. Em vê rojeva xwe ya şikandina tecrîdê bi bi saziyên din ên hiqûqê re parve dikin. Em hewl didin rêbazên têkoşîenê dewlementir bikin. Em ê lêgerîna çareseriyê berdewam bikin.”