3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Jin bi xwe re jiyanê ava dikin

Kiryarên DAIŞ’ê yên li dijî mirovahiyê bi taybetî jî li dijî jinan baş tê zanîn. Çeteyên DAIŞ’ê qaşo bi pêkanîna şertên îslamî bi hezaran kesan kuştin. Jinan li bazaran wek amûran firotin. Di roja me de jî tevî hemû xebat û operasyonên Hêzên Sûriyeya Demokratîk aqûbeta bi hezaran kesan nayê zanîn.

DAIŞ roja ku bi piştgiriya hin dewletan derket der dikê û heta roja me ku hewl dide xwe dîsa zindî bike di her pêkanînên xwe de ji bo têkbirina civakê jinan hedef digire. Dema ku hêza wan çeteyan zêdebû li bajarên wek Reqqa, Dêrazor, Kobanê û hwd. li dijî jinan pêkanînên herî hovane pêş dixistin. Dema ku diketin şer pir ditirsiyan ku bi guleyeke şervanên jin ên azadiyê bên kuştin. Her ku tirsa wan ji şervanên jin zêde dibû êrîşên xwe zêdetir dikirin.

Tevî ewqas êrîş, îşkence, tunehesibandin û kuştinan jî jinên ku bi têkoşîna hêzên YPG, YPJ, HSD’ê hatin rizgarkirin di roja me de bi sazî û dezgeyên ku saz kirine, xwe ji nûve ava dikin û hewl didin jiyana ku DAIŞ’ê li wan tarî kiriye ronî bikin.

Yek ji van saziya jî Kombûna Jinan a Zenûbiyayê ku li Reqqayê demekî wek dilê DAIŞ’ê bû hatiye avakirin. (Reqqa ji 2014’an heta 2017’an di bin kontrola DAIŞ’ê de bû û 17’ê Cotmeha 2017’an ji aliyê HSD’ê ve hat rizgarkirin).

Kombûna  Jinan a Zenûbiyayê ku piştî paqijkirina herêmê ya ji çeteyên DAIŞ’ê hat avakirin û di roja me de ji bo jinên ku li herêmê nikarin derkevin derveyî eşîrên xwe û ji xeynî karê nav malê, mezinkirina zarokan û çandiniyê nikarin bibin xwedî rolekê, xebatên rizgariyê pêş dixe.

Kombûna Jinên Zenûbiyayê ji sala 2021’an vir ve li herêmê gelek xebatan meşandin û çend roj berê bi dirûşma ‘Bi birêxistinbûn û vîna jinan em civakeke azad û demokratîk ava bikin” kongreya xwe ya 2’yemîn li dar dixist.

Di dawiya kongreyên de encamnemeyeke serkeftî hat parvekirin. Di xala yekemîn a encamnameyê de ev tişt hatin parvekirin: “Ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan, têkoşîn bê mezinkirin, hemle û çalakiyên têkildarî vê mijarê bên zêdekirin.” Bi vê xalê jin didin zanîn sereke xala ku karibin xwe ji koledariya hişmendiya mêrperest li ser wan ferz dike rizgar bikin paradigmaya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye pêşiya wan e. Ji ber vê yekê ye ku dibêjin bila azad bibe da ku em karibin zêdetir ji fikrên wî sûd wergirin.

Jinan bi xala; “Li hemberî êrîşên dewleta tirk a li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, mezinkirina têkoşînê, amadekirina bernameyan û hemleyan” dan nîşandan ku ew bi her awayî amade ne li dijî dagirkerên welatên xwe têbikoşin.

Her wiha jinan biryar da ku hem ji aliyê aborî ve divê xebat bên meşandin hem jî ji aliyê fikrî ve divê jin karibin xwe nûjen bikin û bi vê nûjeniyê xwe tev li ji nû ve avakirina jiyanê bikin. Li ser vê yekê  pergala hevserokatiyê pêş bixin.

Dema mirov li wêneyê giştî yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi taybetî jî li xebatên jinan ên ku bi ji nû ve avakirina xwe re teşe didin jiyanê dibîne ew xweşikbûn û mafdariya paradîgnaya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye pêşiya mirovahiyê zêdetir dertê holê.