spot_img
1 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Jêbirina bîrê û formatkirina mejî

Kerem Qoserî, “Di nava aşê pişaftinê de bi jêbireke bêyom jêbirina bîrê û formatkirina mejî”, bûyera Kerem Qoserî û hevalên wî li nava Qoserê gelek çîrokên nû li jiyana qoseriyan zêde kirin

7’ê Gulana 2002’yan li Qoserê saet ber bi şevê ve bi talîmata Walîyê Mêrdînê operasyonek li ser sê malan hate kirin. Di wê operasyonê de yazdeh mamoste û endezyarek hatin desteserkirin. Roja din li nava Qoserê gotegotên curbecur belav bûn û gelek çîrokên nû li jiyana qoseriyan zêde bûn. Ji lew re mamoste li navçeyê xwediyên bi sedan xwendekaran bûn, ji derdora sendîkayê bûn û ji duwazdeh binemalên cuda bûn. Di nava girtiyan de nivîskar Rênas Jiyan û Yaqob Tilermenî hebûn. Hingê li dû binçavkirinê bi hezaran mirov li ber avahiya dadgehê civiyabûn, di ser dehan re parêzeran serlêdan ji bo parastina wan kiribûn û li mîhrîcana Amedê xemxwirên kurdî bi dengberzkirin û berevkirina îmzeyan piştgirî dabûn wan. Li dû ji kar dûrxistina şeş mehan û girtina bi mehekê ya girtîgehê ya yazdeh mamosteyan, ew li bajarên cuda hatibûn sirgûnkirin.

Yek ji wan mamosteyan Kerem Qoserî bû ku kar û xebatên kurdî heta roja me berdewam kiriye, herî dawî bi şanogeriya xwe ya di şanonameya “Li Dêrê Zargotin”ê di rojevê de bû û me jî xwest em hinekî tevra xwe li mişarên wî yên berhemdar bidin û wî bi xwîner û hunerhezên kurd bidin naskirin.

Kerem Qoserî li gundekî beriya Mêrdînê hatiye jiyanê ku ew gund bêçem û bêgolistan weke çolîstaneke bêserî û bêbinî, hema wisa riqîrût e ku li niştecihan hesret bû karibin kevirekî bibînin da ku pê qûna xwe paqij bikin, an latekî bibînin li paşiya wê derkevin destavekê. Ji feqîrtî û kêmderfetiyê, wan gelek caran sêv, pirtûqal û xiyarên heyî tevî qalikan xwarine; qalikên zebeşan, petêxên xernûbî îkramî hev û du kirine. Hatina etarek an erebeçiyekî fêkîfiroş, ji wan re cejn bûye. Delîl li halê wî rebenî! Li derdorên tu gundan dibistan tunebûn. Her sal ji YBO (Dibistana Mecanî ya Herêmê) li Stesyona Mêrdînê, bi mebesta hilbijartin û tomarkirina şagirtan ekîb diçûn gundan. Herçî kesên bi dest wan nediket navê wê “Mekteba Sêwiyan” danîbûn jî, Kerem Qoserî dibistana seretayî li wir qedandibû. Û hêna di pola yekemîn de wî xwe di nava aşê pişaftinê de dîtibû; li gorî gotinên wî, di destpêkê de rahiştine jêbireke bêyom, tiştên di bîra wî de jê birine û format avêtine mejiyê wî.

Li gund di nava kalik û apanên wî de dengbêj, qerfvan û mîzahvan hebûne. Wê demê pileya çûyîna odeya gundan bilind bûye. Beşdarbûna şevbuhêrkên odeya gund, ji temaşekirina şano û fîlmên sînemayê sûdmentir bûye. Her gundiyek ji wan bûne tîpek an qareqterek. Rabûn û rûniştin, edeb û terbiye; axaftin û guhdarîkirina mirovên cuda bandoreke erenî li bîra wî kirine.

Li dibistana mecanî ya Stesyonê hestên wî yên pêşîn ku ew bi zimanê tirkî re cara pêşîn rûbirû maye, weke hestên her zarokên wê serdemê tevlihev, dijwar bûne û bi bêr û qazmeyan êrîşî wan kirine. Ew bêje û têgehên hîn bibûn, ew lorîn, çîrok, metelok û mamikên ji dêya xwe bihîstibûn, bi derbên xedar hatine derbkirin. Ji nişka ve benîştekî tehl, fêkiyekî dembihurî û şekirekî tehmjênehatî xistine nava gepên wî û jê re gotine, “Bicû, bixwe û bimêje!” Heyşt salên qut û girover, di nava du kevirên aşê pişaftinê de hatine hêrandin.

Pêl û bandora pişaftin û xwepişaftinê, di pola yekemîn a lîseyê de veguheriye çekek ku berê wê bide mêtingeran û bi wan de biteqîne. Helbet beriya wê hinek qewimîn bûne sedem ku ew li xwe vegere. Di serî de ew li dengên ji fîq û bilûra Egîdê Cimo, li kilamên Kawîs Axa, Şêroyê Biro, Gerapetê Xaço û Eyşê Şanê hesiyaye. Bi deng û bahsên ji radyoya bavê xwe Philipsê, “Êra Radyoya Yêrîvanê ye!” têgihiştiye ku kurd ji bilî çar parçeyên welêt ta li Qefqasyayê jî hebûne. Ew ji xewa heft Eshab-i Kehfan hişyar bûye. Helbet paşê bandora tevgera “Telebe”yan xwe li wî jî alandiye û di wexteke kurt de, ketiye nava refên dildar û hezkiriyên ax, netewe û zimanê xwe. Di destpêke de rojname û kovarên bi zimanê kurdî, dû re jî li gora asta tê de hema bêje çi ketiye destê wî, ew xwendine.

Li zanîngehê bi duzimaniyê kêfxweş bûye û ji mafekî rewa, însanî û li gorî zagonên navneteweyî ber bi feraseta yeknetewe, yekal, yekziman û yek dewletî zîvêr bûye. Wî jî azmûna xwe ji berhemên şoreşa kurd wergirtiye: “Weke kesên hem temenên min, bi saya rojnameya Welat, Azadiya Welat û kovarên W, Rewşen û Tîrojê, piştî xwendinê kir ku ez jî pênûsa xwe bi kurdî bibim û bînim. Ji hêla nivîsê ve mirovekî tiral im. Çendîn çîrok û bîranînên min ên ji weşanê re amade û hinek nivîsê min ên di kovar û quncikên malperan de hatine weşandin ne tê de; tu berhemên mîn î çapkirî tune ne.”

Ew li dû xwegihandina kurdî di nava civaka xwe de weke aktivîstekî çalakger xebitiye. Herî dawî weke hevrêyên xwe para wî jî êşkence, girtin û sirgûn bûye. Li sirgûnê hersa wî bêpîvan, êşa wî bêderman, hestyarîyên wî bêziman mane; lê dîsa jî kêf û rûmeteke bêhempa ji wê sirgûniyê wergirtiye. “Vê sirgûnê, êş û azar gihandibe giyan û malbata min jî; ez vê bûyerê di dîroka jiyana xwe de weke rûpela herî bi nîrx û zêrîn dihesibînim.” Çinku wî hewl daye ku mekanê sirgûniya xwe bike qada têkoşîn û serkeftinê. Bi kesên çepgir re têkîliya xwe qewî kiriye. Ji kesên ku baweriya wî bi wan dihat, qala pirsgirêka kurdan kiriye. Bi endamên sendîkayê re dan û standinên baş kiriye da ku li navçeya Borçkayê nûnertiya sendîkayê vekin û vekirine jî. Tevî komek ciwanên nêzîkî Halkevleriyê, di xebata şanoyê de cih standiye. Rojên îniyan li kafeya çepgiran kilamên kurdî gotine û carna serlîstikvaniya lîstikên kurdî kiriye.

Artvîn bajarekî mîna Mêrdîn û Dîlokê pirnetewe û pirzimanî bûye. Tirk, laz, gurcu û hemşîn di nava hev de bûne. Tenê kurd kêm bûne. “Ew jî bi çûna me temam bû. Xwezaya Artvînê navdar e. Gelên wê ne weke gelên bajarê dinê nijadperest in. Min qet xwe veneşart.” Rasterast sebeba sirgûna xwe ji wan re vegotiye. Carna bi hin rûdanên nexweş re rûbirû maye. Di çar salên sirgûniyê de ku êş û azar û şadî û bextewariyên werin wezinandin, ew ê tasika duyemîn a xweşhaliyan girantir derkeve. Wî ew serborî û serpêhatiyên xwe yên çar salan weke bîranên xwe, giş nivîsandine. Gotineke rêveberê dibîstanekê ku bi nijadperestiya xwe dihate nasîn û qet ji wî hez nedikirin, wiha tîne zimên: “Piştî diyar bû ku ez ê vegerim welêt, çûm dibistana wî da ku xatir jê bixwazim. Mêrik jidil an nejidil gote min; mamoste, helal be ji te re ku te di van çar salan de; bi sekn û kesayeta xwe kir ku em hem ji kurdan û hem jî ji çepgiran hez bikin!”

Destpêka nasîn û hezkirina wî ya hunerê, digihêje zaroktiya wî. Li dibistana seretayî ya şevînî, carek du caran di skêçên kurt de derketiye ser dikê. Piştî bûye mamoste, di çendîn dibîstanan de bi şagirtên xwe re piyesên hêsan amade kirine. Hewldanên wî yên cidî û ji bo şanoyê di serdema rêvebertiya sendîkaya Egîtîm-Senê de dest pê kiriye. Helbet bi zimanê Tirkî. Yekemîn lîstika ku bi çend mamosteyên endamên sendîkayê re amade kirine û derxistine ser dikê; lîstika bi navê “Kadınlık Bizde Kalsın” bûye. Lîstikê eleqeyeke mezin dîtiye. Li navçeya Borçkaya Artvînê, bi çend ciwanên çepgir re xwestiye ku lîstika “Öğretmen” a Tuncer Cucenoglu derxe ser dikê, lê mixabin bi sedema ku ew mamosteyekî sirgûn e û qaşo lîstik qala jiyana wî dike, destûra lîstinê nedane wî. Piştre di sala 2009’an de, dîsa bi komek mamosteyan re weke koma şanoya sendîkayê bi lîstika Ferhan Şensoy a bi navê “Şahları da Vururlar” careke din derketine hemberî temaşevanan. Çêjek tijî lezet jê wergirtiye. Êdî ew xur ketiye nava laşê wî û xwe lê alandiye. Ketiye nava liv û tevgera şanoyê da ku di lîstikekê de bilîze yan yekê derxe ser dikê, lê vê carê bi zimanê kurdî. Sed heyf û mixabin, gavavêtinên wî carna ji ber sêdemên pêkenokî, bêbingeh û belasebeb û carna ji ber tiştên ku wî qet xeyal nekirine têk çûne. Lîstîka “Sol û Serî” ji ber qapanî û pozbilindiya hinek lîstikvanan, badilhewa çûye. Piştre wî xwe di nava lîstika “Seyranek di Çepera Şer de” dîtiye. Ew serlîstikvanê wê bûye. Hindik mabûye ku ew derkevin pêşberî bîneran. Lê eşq û kelecana wî ji ber erîşa pergalê di qirika wî de maye. Lew di rojekê de, li Kurdistan û hin bajarên Turkiyeyê yazdehezar mamosteyên welatparêz, ji kar û barên xwe hatine avêtin an dûrxistin. Xebat nîvco maye. Eşq û hezkirina şanoyê, rikdarî û serhişkîya wî têk biriye û cara sêyemîn dîsa xwe li ser dikê di provayên lîstika bi navê “Dansen” de dîtiye ku derhêneriya wê dramaturg Çetoyê Zêdo kiriye. Serlîstikvan ew bûye û wî xwe wiha tesele kiriye; “Ev car ji zeftkirina şohretbûna min re kêlîkek ma! Hey wax û sed carî hey wax. Kê bîra nexweşiya têgerî ya coronayê dibir. Vê karesatê mal li me kir zindan û kir ku tu dev ji derketina ser dikê berdî; rê neda me ku em bi rojan karibin derkevin şanêşînên xwe jî.”

Rojekê ji nişka vê dengê lîrandina Çetoyê Zêdoyî ya ku lîstikvaniya wî dipesinand, dîsa ketiye guhên wî. Wê gavê qet temenmezinî û tiştên din nehatine eqlê wî û di heman kêlîkê de biryar daye ku beşdarî xebatên koma ŞanoMarsê bibe. Lê vê carê bi tirs û xofeke bêpîvan. Na, ne ji ber kêmqabiliyetiyê, berovajî wê, ji ber tirsa bêyomî û bêqidoşiya ku dîsa pêkan bû bihataya serê wî. Bi hesret û bi kelecaneke mezin careke din dest û devlingên xwe pêçeya û xwe di nava provayên lîstika ku şanonûs û dêrhêner Çetoyê Zêdo de ditiye: “Şikir ji Yezdanê Dilovan re, taliya talî digel ewqas serpêhatîyên bi neyînî rûdabûn jî; vê neqlê bêqeza û bêbela me lîstika Li Dêrê Zargotin bi rûsipîtî derxist ser dikê û promeriya wê pêk anî. Lîstin ji me; sebr û hêdan, ecibandin û xweşbinî aîdî bîneran e. Hêjaye gotinê ye ku piştî 6 caran, du caran Mêrdîn, carek Qoser carek Êlih, carek Amed û herî taliyê jî li Wan û Agiriyê; rexneyên erenî pirtirîn bûn ji yên neyînî. Beriya temaşa lîstikê, gotineke bînerekî hêna jî di guhên min de olan dide. Wiha gotibû camêro; ‘Ma lîstîk ne bi zimanê kurdî ye. Hema bi şeref hûn li ser dikê sixêfan ji bikin dê bi xweşiya min biçe!’ Helbet ne xeber, bi qedandina lîstikê re, çepik, ken û rûkeniya em dibînin, hêjayê pesindayinê ye. Ji loma jî, aniha tu mêzîn û qapan nikarin şadiya min biwezinîne.”

Dema em dêhna xwe didin şanoyên ku li Kurdistanê têne pêşkêşkirin, dibînin ku hîna jî li ser lingên zargotinî û klasîkê têne birêvebirin. Ji ber ku li Ewropayê digel klasîkên şanoyê, şanogerî ber bi cîhekî din ve çûye û her rojê cerebeyên cudatir derdikevin, me xwest hewldanên wan ên cuda bibihîsin. Li gorî wî, ji dîsîplînên çand û hûnera kurdan a heyî, şano a herî lewazmayî ye. Ji bilî çend komên ferdî û lîstikên amatorî; şano encax bi destpêka kar û xebatên Navenda Çanda Mezopotamyayê re goşt û xwîn girtiye. Wexta kurdan li çendîn bajaran şaredarî bi dest xistine, tevgera şanoyê xurt bûye, bi piştgiriya şaredariyan lîstikên bi qalîte û bi ekl derxistine ser dikê. Piştî qeyûman ew destkeftinên heyî ji nişka ve sekinîne û ji dest çûne. “Weke tê zanîn çavkaniyên ewil zargotina kurdî bû. Bi qasî dizanim, her komên bi şanoya kurdî mijûl bûne teqez lîstikek wan bingeha xwe ji zargotinê stendiye. Taybet ew komên nû ava bûne. Lew ŞanoMars jî komeke nû ye û wê jî di yekemîn lîstika xwe de, pişta xwe da zargotina kurdan a dewlemend. Beriya niha, komên weke Teatra Jiyana Nû, Şermola Performans, Teatra Evîna Welat, Teatra AMAR, Teatra Destar û hwd bi lîstîkên cûrbicûr derketibûn ser dikê û ji hêla bîneran ve eleqeyeke mezin dîtibûn. Niha jî li Amedê Şanoya Bajarê Mezin a Amedê, li Elihê Yenî Sahne, Tiyatro Rituel, Tiyatro Nîsk, li Wanê ŞanoWan, li Mêrdînê Şaneşîn Performans û ŞanoMars digel hemû bederfetî, kêmdiravî, qend û kospên heyî; binçavkirin, girtin û qedexekirina lîstikên bi zimanê kurdî jî; lîstikên zargotinî û klasîkî derbas kirine û kêm zêde xwe li listîkên modernîstî jî radikişînin. Pileya pêşketina şanoyê piçekî bi pêşveçûna civakê re jî girêdayî ye. Heger li Ewropayê digel klasîkên şano ber bi cîhekî din ve çûyî be; teqez civak beriya wan bi pêş ve çûye û amade ye ku çêjekê ji lîstikên nûjen bîstîne.”