6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Armanca damezrandina HUDA-PAR’ê-III

Desthilata faşîst ji bo daxwazên gelê kurd dixwaze kontrayan bike muxatap û bibêje va ez pirsgirêka kurd çareser dikim. Lê wê gelê kurd qet nehêle ew nûnertiya wan bikin. Kontrayên kujerên zarokên gelê kurd wê nebin nûnerên kurdan

Her çiqasî were gotin ku Hîzbullahê dev ji çekan berda ye jî ne rast e. Di sala 2006’an de 14 gerîla bi çekên kîmyewî hatin qetilkirin. Ji bo şermezarkirina qetlîamê û pêşwaziya cenazeyan gelê kurd dakete kolanan. Çalakî veguherîn serhildanê. Dewletê li gelek bajaran qedexeya derketina derve îlan kir. Bi dehan çalakger hatin kuştin. Di van çalakiyan de hêzên hîzbul-kontra jî hatin bikaranîn. Endamên Hîzbûllahê yên biçek li ser navê ‘ew dikan û malên xwe diparêzin’ derketin kolanan. Ez bixwe gelek caran bûm şahidê van dîmenan. Mesele li Êlihê çi dema ku çalakiyên girseyî pêk dihatin, ew li ber dikanên xwe bi çekan disekinîn.

Di sala 2010’an de bi tehliyekirina endamên hizbul-kontra diyar bû ku dewletê dosyaya hizbul-kontra tu carî bi tevahî negirtiye. Di bin navê jinûve darizandinê heya niha bi sedan kesên ku mirov îşkence û qetil kirine hatin berdan. Hinek endamên hizbul-kontra yek bi yek ji aliyê serokomar Tayyîp Erdogan ve hatin berdan. Mekanîzmaya di nav dewletê de roj bi roj Hizbûllah veguherand û hêdî hêdî bi raya giştî xwest bide qebûlkirin. Mixabin Hizbûllahê tu carê ne dev ji çekan berda ne jî dev ji polîtîkaya dijberiya Tevgera Azadiya Kurd berda.

Hizbul-kontra daketin kolanan

Di sala 2014’an de DAIŞ’ê êrîşî Kobanê kir. Ji her derê xortên kurd û dostên kurdan berê xwe dan Kobanê. Di serê cotmeha 2014’an de talûkeya ku Kobanê bi tevahî bikeve hebû. Li ser vê yekê li her derê Kurdistan û cîhanê kurd û dostên xwe daketin kolanan. Çalakiyên herî xurt jî li bakurê Kurdistanê bûn. Dewlet li hemberî çalakiyan neçar mabû.  Weke sala 2006’an qedexeya derketina derve îlan kir. Lê dîsa jî nikaribû pêşiya çalakiyan bigire. Gelê kurd li ser gotina Erdogan ku ji bo Kobanê digot “ha ket ha ket” gelek hêrs bûbû. Erdogan bi aşkera piştgiriya xwe ya ji bo DAIŞ’ê îlan dikir. Gelê kurd bi hemû qeweta xwe daket kolanan. Desthilata AKP’ê di cihê ku guh bide çalakgeran serî li rêyên qirêj da. Hizbul-kontra ya ku dihat gotin qediyaye careke din dakete kolanan. Bi dehan çalakger ji aliyê endamên hizbul-kontra ve hatin qetilkirin. Li bajarên weke Amed û Êlihê komên çekdar bi aşkera daketin kolanan û êrîşî çalakgeran kirin. Hêzên ewlehiyê li gelek cihan bi zanebûn vekişiyan û qad ji çeteyên hizbul-kontra re hiştin. Çeteyên hizbul-kontra kom bi kom li kolanan digeriyan.

HUDA-PAR piştgiriya DAIŞ’ê kir

Îro desthilat bi hinceta ku HDP’ê bangewaziya çalakiyan kiriye bi navê Doza Kobanê rêveberên wê demê didarizîne. İdia dike ku sedema kuştinan bangewaziya HDP’ê ye. Di çalakiyan de 52 kesan jiyana xwe ji dest da. 48 kes ji wan an endamên HDP bûn an jî xizmên endamên HDP bûn. Hemû  welatparêz bûn. Bi çekên hêzên ewlekarî û hizbul-kontra hatin qetilkirin.

Êrîşên hizbul-kontra bi vê sînordar neman. Piştî hilbijartina 7’ê Hezîranê ku HDP’ê serkeftineke dîrokî bi dest xist, li Amedê sê rêveberên HDP ji aliyê hizbul-kontra ve hatin qetilkirin. Bi provakasyonekê rêveberên HDP dikişînin taxê û guleyan li wan dibarînin.

Hizbul-kontra tu demê neqediya û dev ji polîtîkayên xwe berneda. Dema keç û xortên kurdan li Kobanê li hemberî DAIŞ’ê şer dikirin HUDA-PAR’ê li her derê endam ji bo DAIŞ’ê dişandin. Çi maddî çi manewî bi her awayî piştgiriya DAIŞ’ê kir. Îro hê jî alîkariya DAIŞ’ê dike.

Kontrayên siyasî

Di sala 2012’an de Komeleya Mustazafan bi sedema ku berdewamiya Hîzbullahê ye hate girtin. Lê ne bi gelekî Hizbûllahê partiyeke siyasî ava kir. Bi navê HUDA-PAR kete rojevê. Di sala 2013’an de bi awayekî fermî HUDA-PAR’ê damezrandina xwe temam kir û di 2015’an de tev li hilbijartinan bû. Her çiqasî prosedurên tevlibûna hilbijartinan temam kiribin jî Hizbûllah neguherî tevgereke xurt a civakî. Her tim bi zemîna berê ve sînordar ma. Bi girseyeke biçûk rê li ber gengeşiyên mezin vedike.

Di hilbijartinên 2023’yan de HUDA-PAR û Hizbûllah careke din ketin rojevê. HUDA-PAR’ê piştgiriya xwe ya ji bo Erdogan û tevlibûna Tifaqa Cûmhûr aşkera kir. Desthilata AKP’ê ku polîtîkayên herî qirêj li hemberi gelê kurd xistin meriyetê ji aliyê HUDA-PAR’a ku xwe Kurdistanî dida nîşandan ve hat destekkirin. Tifaqa Cûmhûr ku bi nijadperestiya tirk xwe dide nasandin bi partiyeke ku bi Hîzbullahê re têkildare re tifaqê kir. Ji hemû kesî re balkêş tê. Lê ne ecêb e. Çawa ku hizbul-kontra ji aliyê mekanîzmaya dewletê ve li gorî stratejiyekê hate birêvebirin niha HUDA-PAR jî heman karî bi cih tîne. Serokê MHP’ê baş dizane ka werîsê HUDA-PAR’ê di destê kê de ye. Lewma deng nake û wê diparêze. Mesele ne zêdebûna dengên HUDA-PAR’ê ye. Mesele pêşîgirtina têkoşîna gelê kurd e.

Tevgera xwînmij

Di dawiya 2016’an de dewletê dest danî ser şaredariyên HDP’ê. Di bin navê qeyûman de îradeya gelê kurd hate desteserkirin. Piştî qeyûman desthilatê hêdî hêdî endamên HUDA-PAR’ê xistin kar. Îhale dane wan. Niha jî ji desthilatê zêdetir HUDA-PAR’ê li dijî betalkirina qeyûman derdikeve. Ji aliyê aborî û siyasî ve bi alikariya qeyûman xwe mezin dike. Li ser îradeya gelê kurd xwe mezin dike. Tenê ne tevgereke kujer e di heman demê de tevgereke xwînmij û diz a îradeya gelê kurd e.

Li ser bertekên tifaqa bi HUDA-PAR’ê re Wezîrê Karên Hundir ê berê Suleyman Soylû vekirî aşkera kir ku ev tifaq encama aqilê dewletê ye û stratejiya herî rast e. Li xwe mikur hat ku ew dixwazin bi vê tifaqê pêşiya Tevgera Azadiya Kurd bigirin û di deh salên pêş de di nav civakê de hişmendiya muhafazakartiyê berfireh bikin. Lê em dizanin mesele ne hişmendiya muhafazakartiyê ye. Mesele tasfiyekirina Tevgera Azadiyê ye. Bi vî awayî dixwazin gelê kurd ji daxwazên azadiyê bêpar bihêlin.

Weke encam

Hizbul-kontra di çarçoveya doktrîna NATO’yê ya têkoşîna li dijî tevgerên çepgir û tevgerên rizgariya neteweyî de hate damezrandin. Armanc belavkirin û têkbirina têkoşîna azadiyê ya gelan bû. Li tu welatên ku li gorî vê doktorînê polîtîka hatin meşandin pirsgirêkên civakî nehatin çareserkirin, berovajî pirsgirêk kurtir bûn. Navê Îranê bûye rejîma sêdaran, Afganistan bûye mala Talîbanê, Irak bi salan e nikare ji şerê mezheban rizgar bibe, Lubnan her roj qeyranên nû dijî, Sûriye bi salan e ji şerê navxweyî rizgar nebû, pirsgirêka Filistîn-Îsraîl wisa biçe dê sed salên din bidome. Mînak dikarin werin zêdekirin.

Li Tirkiyeyê Hîzbullah û tevgerên rêxistinên paramîlîter ên olperest-nijadperest bi armanca tevlihevî û avakirina tirsê hatin bikarananîn. Her tim ji bo bi cihanîna vê peywirê hate bikaranîn. Hizbûllah tu carî nebû tevgereke kurdistanî. Tu caran xema wê ne azadiya gelê kurd e. Tu caran ji bo nirxên kurdî li dijî dewlet û desthilatê neketiye nav têkoşînê. Ew her tim hizbul-kontra bû. Her çiqasî navê xwe kiribe Mustazaf-der û HUDA-PAR jî ew tu cari ji rola hizbul-kontra derneket. Desthilata faşîst li gel ku tevahiya rayên wan têra yek wekîl jî nake çar wekîl dane wan. Niha dixwaze di qada siyasî de jî faalîyetên kontra bimeşînin. Armanca sereke jî ew e ku gelê kurd bêmuxatap bihêle. Ji bo daxwazên gelê kurd dixwaze kontrayan bike muxatap û bibêje va ez pirsgirêka kurd çareser dikim. Lê gelê kurd bi deh hezaran cangorî binax kiriye. Kujerên van cangoriyan jî ew kes in ku niha dibêjin em siyasetê dikin. Wê gelê kurd qet nehêle ew nûnertiya wan bikin. Kontrayên kujerên zarokên gelê kurd tu caran nebûn nûnerên kurdan û wê nebin jî.

Çavkanî:

1-Ajansa Mezopotamya

2-Dîhaber

3-Wîkîpedîa

4-Sol gazete

5-Rojameya Sabah

6-Rojnameya Cumhuriyet

7-Makale û raporên di derbarê Hîzbulahê de

(Bi dawî bû)