18 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rojnamevan Şahîn: “Hiqûqnasek rabe delîlên derhiqûqî biafirîne ev nayê fêmkirin.”

Rojnamevanê girtî Mehmet Şahîn, di parastina xwe de got: " Ji bo ku diya min heqê xwe helal bike, ji bo şîrê xwe helal bike, ez ê parastina xwe bi kurdî bikim."

Danişîna doza 15 jê girtî 18 rojnamevanan a li Dadgeha Cezayê Giran a 4’an a Amedê didome. Danişîn bi parastina rojnamevan û nivîskarê rojnameya me Xwebûnê Mehmet Şahîn dewam kir.

Rojnamevan Şahîn bi çîroka xwe bal kişand ser zextên li ser zimanê kurdî û got: “36 sal berê gava ez xwendekarbûm, min diya xwe bir ser bijîşk. Gava diya min ket odeya bijîşk, piştî wextekî bijîşk gazî min kir. Bijîşk got, ‘Diya te bi tirkî nizane.’ Xwest ez axaftina wê wergerînim. Diya min got, ‘Nexweşîna jinan e, ez fedî dikim ji te re bibêjim.’ Bêyî tedawî bibe vegeriya gund. Ji bo ku diya min heqê xwe helal bike, ji bo şîrê xwe helal bike, ez ê parastina xwe bi kurdî bikim.”

Şahîn ku parastina xwe bi kurdî kir, diyar kir ku nivîsa ewil, helbesta ewil, wêjeya ewil, tovê ewil, çandiniya ewil ji vir derketiye û got: “Lê bêzimanîtî li vê erdnîgariyê hat ferzkirin. Di şexsê me de lêgerîna ji bo mafan, hiqûq û edaletê ya gelê kurd tê darizandin. Lê dîrok jî dê vê bêedaletiyê bidarizîne.”

Şahîn diyar kir ku sûcdarkirinên di îdianameyê de ew şaş nekiriye û got ku xebatên wî yên di Pelê de ya ku qanûnî ye û baca xwe dide sûc hatine hesibandin. Şahîn destnîşan kir ku xebatên wî hatine îllegalîzekirin û got: “Îdiayên heyî farazî ne û li şîrove û qenaetan hatine barkirin. Ger polîs vê yekê bikira me yê fêm bikira, lê hiqûqnasek rabe delîlên derhiqûqê biafirîne ev nayê fêmkirin.”

Şahîn got “Hemû hewldan û lêgerînên kurdan tên ‘terorîzekirin’ û qedexekirin”  û wiha domand: “Tu tiştekî kurdan nayê tahmûlkirin. Lewma rojnameya kurdî ya ewil di sala 1898’an de li Qahîreyê derket. Ev zext heya roja îro jî dewam kirine. Ji bo pêşketina civakan û bîra civakan çapemenî hêzeke girîng e. Lewma rojnamegeriya kurdan nayê tahmûlkirin. Nahêlin bijîn. Nahêlin tiştên li vir diqewimin ji aliyê civaka navneteweyî ve bên dîtin. Sedema ku em 13 meh in girtî ne jî ev e. Armanc, tafsiyekirina rojnamegeriya kurdî ye. Li vir sûc û sûcdar tên afirandin. Lewma îdianameyeke derî hiqûqê derketiye holê. Ez rojnamevanekî kurd im. Ez li vê erdnîgariyê dijîm. Ji bo ez der barê kurdan de nûçeyan çêbikim, ne hewce ye ez talîmatê bigirim.”

Serokê dadgehê piştî parastina Şahîn biryar da ku danişîn sibê ji cihê mayî bidome. Doza rojnamevanan dê saet di 09.00’an de li Dadgeha Cezayê Giran a 4’an a Amedê bidome.