5 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ertaş: Darizandina me nîşaneya darizandina zimanê kurdan e

Midûrê Karên Nivîsan ê Rojnameya me Xwebûnê Mehmet Alî Ertaş di parastina xwe de wiha got: “Tekane rojnameya bi zimanê kurdî weşanê dike Xwebûn e. Darizandina wê, nîşaneya darizandina zimanê gelê kurd e.

Danişîna ewil a 15 jê girtî bi giştî 18 rojnamegeran a li 4’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê didome. Midûrê Karên Nivîsan ê Rojnameya me Xwebûnê Mehmet Alî Ertaş ku ji ber xebatên xwe yên rojnamegeriyê bi îdiaya “Endamtiya rêxistinê” tê darizandin, parastina xwe bi kurdî kir. Ertaş, anî ziman ku di şexsê rojnamegeran de çapemeniya azad tê darizandin. Ertaş, wiha domand: “Dema em li danişîna xwe dinihêrin, wêneyê welêt dibînin. Heke demokrasî, heq, hiqûq û di asta gerdûnî de mafên bingehîn û azadî hebin, divê ev darizandin nebe.”

‘Rêya ye’yê çapemeniya azad e’

Bi domdarî Ertaş gotinên Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan ku ji bo Yekitiya Ewropayê (YE) digot; “Deriyan vekin” bi bîr xist û wiha pê de çû: “Ji bo vekirina deriyan prosedûr hene û bingeha vê jî azadî ne. Di serî de jî azadiya çapemeniyê heye. Niha di şexsê hevalên me de, rojnamegerî tê darizandin. Mafê agahîgirtinê yê gel tê darizandin.”

‘Zimanê gelê kurd tê darizandin’

Ertaş, anî ziman ku divê her rojnameger rastiya gelê xwe vebêje û wiha dom kir: “Em weke rojnamegeran, xebatên xwe li ser bingeha edalet û wijdanê dikin. Gelê kurd bi xwe jî li vir tê darizandin. Em parçeyeke vî gelî ne û ji ber ku bi zimanê xwe diaxivin îro em li vir tên darizandin. Tekane rojnameya ku bi zimanê kurdî weşangeriyê dike Xwebûn e. Ew jî tê darizandin. Tawanbarkirina wê, tê wateya darizandina nirxên gelê kurd û zimanê gelê kurd.”

Ertaş, bi lêv kir ku bi vê darazê re mimkin nîne ku rojnamegeriyeke li gorî krîterên gerdûnî were kirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Peywira sereke ya her rojnamegerekî ew e ku agahiyên rast bi gel re parve bike. Em îro rojnamegeriyê dikin. Nûçeyên ekolojî, aborî, çandî, siyasî û hwd. çêdikin. Em hewl didin gelê xwe ji her alî ve agahdar bikin. Bi navê rojnamegeriyê em hewl didin deverên weke Sûr, Heskîf hwd. û xwezayê biparêzin. Peywira rojnamegerekî ew e ku texrîbata li van deveran çêbûyî bi raya giştî re parve bike.”

Bi domdarî Ertaş bal kişand ser zextên li ser rojnamegerên kurd û wiha axivî: “Ev sansûr ne tenê li ser nûçeyan tê kirin, her wiha li ser rojnamegeran jî tê domandin.”

Ertaş diyar kir ku îdiaya ku di îdianameyê de tê gotin ku wan talîmat girtiye ne rast e û got: “Belgeya ku tê derpêşkirina di Stêrk TV û Medya TV’yê de hatine bidestxistin, birêveçûyîneke têkildarî pergala wan a navxweyî ye. Tu eleqeya me pê tune ye. Her saziyeke çapemeniyê têkildarî polîtîkaya xwe ya weşanê serwîsên xw eyên nûçeyan, nûçgihanên xw eû xebatkarên xwe serwext dike. Bernameyê diyar dike. Lewma ew wan eleqedar dike, me eleqedar nake.”

Ertaş di berdewama parastina xwe de wiha got: “Ev îdianame, îdianameyeke ku rojnamevan û çapemeniya azad pê tê darizandin. Ev îdianame, îdianameya astengkirina rojnamevanan û li ser gel pêkanîan sansurê ye.”