2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Jin Jîna Azadî

Em kurd  her tim dibînin ku bêyî daxwaza xwe di nav nîqaşên îspatkirina hebûna xwe de ne. Divê em îspat bikin, em hene, zimanê me heye, welateke me yê hezaran saan heye, têkoşîn û serhildanên me hene,  wekî her miletî serkeftin û binkeftinên me hene û hwd. Ev hewldana me ya îspatkirinê mixabin ne ji ber nezaniya kesên li dijî me ye. Xwezî wisa bûya û me bi şev û bi roj behsa dîroka xwe bikira. Pirî caran sedema vê hewldana me tunehesibandina me ye. Dema em tune bên hesibandin, ji mafên mirovatiyê bêpar bên hiştin, yên ji herkesî re heq e, ji me re wek qebehat bê dîtin, em neçar dimînin û ji yên dijî xwe re dibêjin; “ka li min guhdar bike mirovê tunehesibandêr!“ Înkarkirina hebûnekê tiştek e, li ser hebûna înkarkirî ji xwe re sermaye avakirin tişteke din e. Em hînî awaya înkara yekemîn bûne, lê ya duyemîn hinek din veşartî û şolîtir e. Di dawiyê de xizmeta înkara yekemîn dike.

Ez dixwazim herdû awayên înkarê û girêdayî vê dijminatî û netehemuliya li dijî hebûn, têkoşîn û pêşengtiya kurdan di mînaka “nasnameyên Jîna“ û slogana “Jin Jiyan Azadî“ de ravetir bikim. Li gelek deverên cîhanê ji bo piştgiriya bi xwepeşandanên li Rojhilat û Îranê çalakî hatin lidarxistin. Li Ewropayê çalakî him ji hêla rêxistinên kurdistanî û îraniyên li diasporayê hem jî ji hêla gelek rêxistinên dijfaşist, demokrat, çepgir, heta lîberal, muhafazakar û hwd. hatin pêşxistin, an jî organîzekirin.

Nasnameyên Jîna

Hîn di amadekariya çalakiyan de nasnameya Jîna, navê wê, kurdbûna wê, sedemên cihêreng ên bindestbûna wê, di bin navê “jinbûn, hîcaba zordest, navê fermî, îranîbûn û hwd.“ de dihat sergirtin. Jîna ji ber ku porê xwe qaşo li gorî şeriatê negirtibû hat kuştin; lê di van nîqaşan de jî hebûna wê dihat sergirtin. Bi awayekî din ji nû ve dihat kuştin. Dema pirsgirêk û êrîşên li ser jinan bi awayeki gelemperî bên pênasekirin, ev yek pirsgirêkên taybet û cur be cur ên ji hêla jinan ve tên jiyîn paşçav dike û vedişêre. Kesên ku dibêjin “Mahsa (navê wê yê kurdî jî bi mebesta ne fermî ye, bi kar naynin) jin bû û hew, ew ji ber vê yekê hat kuştin“ di bin navê jinbûnê de nijadperestiyeke nû pêş dixînin. Ev ne tenê tunehesibandin e, ev di heman demî de li ser pênasekirina jinên din serdestiyê avakirin e. Ev homojenkirin li hêlekê de pirsgirêkên spesîfîk tune dihesibîne, li gorî xwe wan kategorîze (girîng/negirîng, nakokiya sereke/ya talî) dike, li hêla din ne tenê di binavkirina pirsgirêkê de, di heman demê de çavên xwe ji rê û perspektifên çareseriyê yên ji hêla jinên ne serdest ve tên pêşxistin re jî digire. Ev pozbilîndî û qurebûn yek ji taybetiyên sereke ya femînîzma spî û serdest e. Ev serdestbûn ji xeynî yên ewropî, di nav femînîstên tirk, ereb, faris û serdestên başûrê cîhanê de jî têra xwe heye. Lewma mirov nikare bi herêmekê sînortir bike.

Dema mirov xalên wek  tevlibûna girseyî ya binaxkirina Jîna,  bi yekdev xwendina helbesta “Helepceyê“, xwepeşandanên destpêkê yên li bajarên Rojhilat,  êrîş û bombebaranên rejîmê li dijî kurdan û bajarên kurdan, hîn ji roja destpêkê de li kolanan berzîkirina slogana “Jin Jiyan Azadî“ dinêre, dibîne ku hem kuştina Jîna û hem jî ev xwepêşandan encamên bindestiyên piralî ne. Înkara vê yekê, an jî sergirtina wê di bingeha xwe de desthevaltiya rejîmê dike. Yek di bin navê şerîatê de dikuje, ya din di bin navê “em tev yek in“ de.

Jin Jiyan Azadî

Dema di xwepeşandanên destpêkê yên li dijî kuştina Jîna de dirûşmeya “Jin Jiyan Azadî“ hat berzkirin, ev yek bo gelek kurdên ku emrê xwe di nav çalakiyan de derbas kirine, tiştekî xwezayî bû. Lê dema bandora vê sloganê sînorên bajêr, dewlet, parzemîn û zimanan derbas kir, tiştekî derasayî derket holê. Ji bilî olandana wê li ser kolanên cîhanê stran, helbest û nivîs li ser hatin nivîsîn. Bû sembola azadiya jinan û serhildana jinan a li Îran û Kurdistanê. Dirûşma ku ji sing û dilê Tevgera Azadiya Kurd û rêberê wî Abdullah Ocalan derket, ji nişkave ji hêla hemû kes, sazî û partiyan ve hat hemêzkirin. Bêguman ev ji bo tevgera jina kurd ku di tekoşîna azadiya jinan de xwedî perspektîf û tekoşîneke 40 salî ye, serbilindî ye û ji xwe ew tu carî perspektîfên xwe tenê ji bo jina kurd pêş nexistiye. Lewma jî dema ev dirûşm bibe malê mirovahiyê ew ji vê yekê tenê dikare kêfxweş bibe. Lê pirsgirêk li vir tişteke din e. Ev jî dîsa me dibe mijara tunehesibandina kurdan û li ser vê yekê înkarkirina perspektîfên wan ên li dijî sîstemê.

Ji bo piştgiriya xwe ya bi çalakiyên  li Îranê nîşan bidin, li Almanyayê partiyên wek CDU dirûşma “Jin Jiyan Azadî“  bi almanî nivîsandin û derketin pêşberî kamerayan. Kesên ji Partiya Keskan li ser ala Îranê (bi rengên ala Îranê) “Jin Jiyan Azadî“ bi kurdî nivîsandin. Gelek parlamenterên dewletên ewropî bi heman dirûşmeyê li ser kursiyan bangewaziya azadiya jinan kirin. Lê ev kes û partî gelo ev wêneya xwe yê bi “Jin Jiyan Azadî” û polîtikayên xwe yên li hemberî kurdan, tevgera azad, rêberê wî; têkiliyên xwe yên aborî û çekdarî bi diktatoriyên başûrê cihanê, di serî de bi Tirkiyeyê çawa tînin cem hev.

Çawa dibe mirov hem avakerên vê dirûşmê krîmînalîze bike û hem jî li vê dirûşmê xwedî derkeve? Li vir ji bilî tunehesibandinê berovajîkirina rastiyekê jî heye. Çawa ku pergala kapîtal her tiştî ji xwe re wek amûra mêtingeriyê û reklamê dinêre, çawa ku ji wêne û kumê stêrkî yê Che bazareke binîvala ava kir, bi heman awayî nêzî hemû nirxên şoreşgerî dibe: Bênaverok, bêdîrok, bêxwedî dihêle. Vê carê dixwaze li gotina te xwedî derkeve û ji ser wê ji xwe re sermayê ava bike.

Ji ber vê yekê ye ku em dîsa neçar dimînin, li hemberî vê ji nû ve mêtingeriya li xwe û li gotina xwe xwedî derdikevin.

Kesên ku kêm zêde Tevgera Jinên Kurd, bîrdozî, çalakî û polîtikayên wê dişopînin, dizanin ku hemî pratîkên wê li ser diyalektîk û sîstematîkekê dimeşin. Mirov dikare vê yekê herî zêde di wate û pêşketina dîrokî ya “Jin Jiyan Azadî“ de bibîne. Cara yekemîn ev dirûşme di 8’ê Adara 2008’an de li Kurdistanê û bajarên Tirkiyê ji hêla jinên kurd ve tê avêtin. 8’ê Adarê ji bo Tevgera Jinên Kurd ne tenê roja jinan e. Tevgera jin van rojên dîrokî ji bo pêşkeşkirina plan û bernameyên demê û pêşerojê bi kar tîne. Ji bo destpêkirina kampanya, çalakî, polîtikayên xwe yên pêşerojê van rojan hildibijêre. Lê beriya 8’ê Adarê gava destpêkê bi 25’ê Mijdarê davêje. Ev roj heta 21’ê Adarê hevûdin dişopînin. Her roja dîrokî bi roja dîrokî ya pêş ve girêdayî ye. Bi vî awayî kampanya hevdû temam dikin, dewlemendir dikin û li gorî rojevê xwe xurtir dikin. 25’ê Mijdara 2007’an tevgera jin starta kampanyaya “Jin Jiyan e, Jiyanê nekuje“ dide. Tespîta “Jin Jiyan e“ ev 40 sal in, yek ji bingehîn analîzên Ocalan e ku têkiliya jin û jiyanê, jina azad, welat û axa azad û jiyana azad bi awayê etîmolojîk, sosyolojîk û felsefîk di sedan axaftin û rûpelên pirtûkên xwe de tîne ziman.

Tevgera jin vê felsefeya bingehîn ji destpêkê de ji xwe re kiriye rêber û li ser vê esasê kar û xebatên xwe dimeşîne. Hemîû kampanyayên hatine lidarxistin vê felsefeyê binxêz dikin. Ji nêzikatiyên teorîk ên wek “bîrdoziya azadiya jinan“,  kovara  “Jin û Jiyan“ bigire, heta kampanyayên wek “Jin jiyan e, jiyanê nekuje“ têkiliya jiyanê û jinan her tim derdikeve pêş.

Mirov dikare kampanyaya  “Jin jiyan e, jiyanê nekuje“ di vê çarçovê de wekî qonaxa berî zayîna “Jin Jiyan Azadî“ binirxîne. Ev kampanya li hemberî kuştina jinan, xweparastinê, xwerêxistinkirinê û bi vî awayî avakirina jiyana azad diparast û wekî  kampanyayên li pêş xwe û li dû xwe hîn jî diparêze. Lewma jî ne kuştina Jîna, ne dirûşmeya “Jin Jiyan Azadî“ û ne jî kevneşopiya vê diruşmeyê ji hev cuda dikarin bên destgirtin. Ku navê Jîna tê wateya jiyan, tenê bi awayekî xemgînî vê rastiyê binxêz dike

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê