30 Nisan, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Kurd û perwerdehî

– Mamostê kurdan kî ye?

– Dewlet!

Ma heke mamostê kurdan dewlet be îcar wê çawa mala kurdan xera nebe, hişê kurdan talan nebe? Mixabin, lê rastî ev e, em ji koledarê xwe (dewleta serdest) dixwazin azadiyê fêrî me bike. Em ewqasî ji rastiyê dûr û bê -hiş in.

Dewlet di dibistanên xwe de -ku îdeolojîk û nijadperest in ev dibistan -ziman û dîrok û çanda xwe fêrî me dike, me dike tirk. Em roj bi roj ji xwe dûr dikevin û çand û ruhê xwe ji bîr dikin. Lê em guh nadin vêya. Çima? Ji ber ku em bi giştî guh nadin perwerdehiyê ji ber wê. Em pir guh didin siyasetê. Me daye dû wê siyaseta req û rût. Me hê destnîşan nekiriye ku di gihaştina azadiyê de perwerdehî xaleke girîng e. Em hê pê nehisiyane bê ji ber em bê perwerdehî ne gelek kes ji me dikarin ziman û çanda xwe bifiroşin bi piskiwîtekê (ya jî dikarin li ser medya civakî bifiroşin bi “like”ekê). Mirovê perwerdekirî xwenas e, xurt e, bi bawerî ye, kûr e.

***

Berî Kemalîzmê û dewleta Tirkiyeyê perwerdehiyeke kurdan hebû. Kurdan di medreseyan de perwerdeyek didît. Heke ev perwerde perwerdeyeke olî û teolojîk bûya jî, dîsa jî baş bû, zimanê wê  kurmancî bû û ne perwerdehiyeke qirker û çandkuj bû. Ev perwerdehî dişibiya perwerdehiya skolastîk a Ewropayê; ne pir zanistî bû, ne pozîtîf bû, lê belê taliya talî perwerdehiyek bû û gelê kurd bi xêra wê bê perwerdehî nedima.

Em ji deqên medreseyan ên wek Mele Xelîlê Sêrtî û Feqe Reşîdê Koçer fêr dibin ku di naveroka perwerdehiya medreseyan de şaxên wek olnasî, sincnasî, feleknasî, xwezanasî, wêje û hwd. hebûn. Van medresana, “a Sor”, û ên din, nivîskarên mezin rakirine, gihandine; ev medrese lîteratureke wan hebûye, ziman û çanda kurdan parastine. Lê niha em bê perwerdehî ne, dijmin me perwerde dike û me dike dijminê ruhê me.

***

Perwerdehiya dewletê -ku perwerdehiyeke Kemalîst û faşîst e -me fêrî metodên xwekuştinê dike, prensîpên qirkirinê nîşanî me dide bê em ê çawa xwe tune bikin; navê xwekuştinê bûye perwerdehî. Hişmendiya ku kurd înkar kirine, kurdî qedexe kiriye, radibe me perwerde dike!

Divê kurdî li dibistanên dewletê bibe zimanê perwerdehiyê û fermî, lê belê her wiha gerek di dersên wek zanînên sosyal û coxrafyayê de ne civak û erdnîgariya tirkan, civaka kurdan û welatê kurdan Kurdistan were fêrkirin; di dersa dîrokê de divê ne dîroka tirkan, dîroka kurdan bê fêrkirin; di dersa muzîkê de divê stranên kurdan, di dersa olê de li gel îslamiyetê zerdeştî, di dersa wêjeyê de wêjeya kurdî (hem a klasîk û hem jî a nûjen) werin fêrkirin. Ger wiha be wê wateya perwerdehiya bi kurdî hebe, dijberî wê, ger mufredat tirkperest be perwerdehî bi kurdî be ne bi kurdî be wê tiştek ferq neke.

***

Gerek em pir guh bidin perwerdehiyê û xwe perwerde bikin; ji ber ku ne bi tenê bindestmayîna me, her wiha xizaniya me ya aborî jî ji ber bêperwerdehiyê diqewime. Perwerdehî hişmendî ye, hişmendî xweşî û azadî ye. Heke em azadiyê dixwazin, wê çaxê em pir guh bidin perwerdehiyê… heke em di civakê de etîk û aramiyê dixwazin, wê çaxê em pir guh bidin perwerdehiyê…

Bê perwerdehî esl û nasname û kesayeta mirov xera dibe: Îro ji ber ku perwerde nebûne ya jî xwe perwerde nekirine gelek kurd gava bi kurdî nizanin ji dêvla fedî bikin xwe qure dikin: Binêrin, ez ew şêr im ku tew bi kurdî jî nizanim!.. Hin kes ji ber ku zanîna wan a kurdî wan dike kurd naxwazin bi kurdî bizanibin. Kurd bi perwerdehiyê dikarin bibin kurd. Ne perwerdehî be nasname û kesayeteke kurdan çênabe. Psîkolojiya kurdan a bindestiyê ancax bi perwerdehiyê dikare rehet bide.

Miletekî neperwerdekirî bindest dimîne, kesayet û hişê wî pêş nakeve, azadiya xwe winda dike, ti carî yekitiya xwe ava nake.

***

Miletekî neperwerdekirî nikare bextewar be, her tim şerê navxweyî dike, tundî jê safî nabe.

Miletekî neperwerdekirî ti carî dewlemend nabe, her tim birçî û muhtacî xelkê ye.

Miletekî neperwerdekirî ti carî di zanistî û teknîkê de pêş nakeve.

Miletekî neperwerdekirî bê sinc dimîne, civaka xwe dike kerî û welatê xwe dike axur.