spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Meşa Silopiya dest û piyên faşîzmê lerizand

Pergala modernîteya kapîtalist serobinûbûnek kûr dijî. Xitimiye û hewl dide xwe ji vê rewşê xilas bike. Hewl dide bi dîzaynkirinek nû xwe li ser piyan bigire û emrê xwe dirêj bike. Ev hewldana wê jî herî zêde li Rojhilata Navîn şênber dibe. Hem hêzên hegemonîk hem jî netew dewletên despotîk êdî vê rewşê baş dizanin. Vegera ji vê pêvajoyê nepêkan e. Hêzên hegemonî di lêgerîna pêkanîna bernameya xwe de ne. Ji bilî selahiyeta pergalê tu hêzên din ji bo wan girîng nînin. Ev yek di hin mijaran de hêzên hegemonîk û netew dewletên despotîk ên herêmî tîne hemberî hev.

Li Rojhilata Navîn jî ev rewş tê jiyîn. Hêzên hegemonîk û yên netew dewletên despotîk li hin mijaran de li hev dikin lê di hind mijaran de jî tên dijî hev. Hêzên hegemonîk êdî dizanin ku hêrsa gelan heta dawiyê hatiye. Bêdadiya heyî dê pergala modernîteya kapîtalist têk bibe. Ji bo wê dixwazin di hind mijaran de nerm tevbigerin û veguherînek bikontrol çê bikin. Bes netew dewletên despotîk ji vê yekê nerazî ne. Dixwazin statûkoyên heyîn bi heman awayî berdewam bikin. Ji bo wê polîtîkayên xwe yên nijadperest li ser hemû derdoran disepînin. Lê hêza wan têra ajoyên wan ên nijadperest nake.

Di vê pêvajoya xitimîna pergala modernîteya kapîtalîst û hewldana wê ya guherînê de ji hêzên şoreşger re jî derfetên mezin derdikevin. Ev pêvajo bi serhildanên gelên ereb re di sala 2010’an de hem kûr bû hem jî şênber bû. Herêm serobin bû. Ji vê serobinbûnê gelê kurd jî sûd wergirt. Ji ber ku hêza herî dînamîk, îdeolojîk, polîtîk û xwedî pergalek nû Tevgera Azadiya Kurdistanê bû. Wekî henaseyek taze ji hêla gelên herêmê ve jî hate qebûlkirin. Îro gelê kurd li Rojhilata Navîn û li cîhanê wekî hêviya jiyanek nû derketiye pêş. Gelên cîhanê vê henaseyê dikişînin hundirê xwe û lêgerîna azadiyê zêde dikin.

Hêzên despotîk ên herêmî xwestin vê henaseyê qut bikin û lêgerîna azadiya gelan bifetisînin. Iraq, Îran û Tirkiyeyê bi hev re di sala 2017’an de di çarçoveya planekê de êrîşî destkeftiyên kurdan kirin. Xwestin mûdaxaleyî pêşketina Tevgera Azadiya Kurdistanê bikin. Bi helwesta teslîmiyetkar a hêzên Başûr jî cesaret girtin û êrîşî Xaneqîn, Kerkûk û Mûsilê kirin. Ev bajarên Kurdistanê cardin girtin bin dagirkeriya xwe. Vê hevkariyê piştre jî berdewam kir. Li çar perçeyên Kurdistanê êrîşî hêzên azadiyê kirin. Êrîşî Herêmên Parastina Medyayê, Mexmûr, Şengal û Rojava kirin.

Bi taybetî faşîzma dewleta tirk wezîfeya îmhakirina gelê kurd û Tevgera Azadiya Kurdistanê girte ser xwe. Li hemberî siyaseta kurd bi girtinê û li hemberî şervanên azadiyê jî bi teknolojiya herî modern û çekên kîmyewî êrîş kir. Hewl da tevkujiya gelê kurd temam bike. Ji bo wê hemû sûcên şer û sûcên li dijî mirovahiyê di van 8 salên dawiyê de bi kar anîn. Heta astekê zirar da gelê kurd û Tevgera Azadiya Kurdistanê. Bi propagandaya xwe jî ev yek wekî tunekirina Tevgera Azadiyê nîşan da. Lê rastî wisa nebû. Dewleta tirk ji bo şerê azadiyê tune bike, hemû derfetên xwe seferber kirin û bi xwe hate asta têkçûnê.

Tevgera Azadiya Kurdistanê hem bi siyaseta demokratîk hem bi şerê destanî yê şervanan û hem jî bi dîplomasiya xwe darbe li ser darbeyan li faşîzma dewleta tirk xist. Faşîzm di encama vê têkoşîna pir alî de bêtaqet û bêmecal ket. Xitimî û nizane dê çê bike. Ket nav qeyranek kûr a leşkerî, aborî, siyasî û civakî. Berovajî vê yekê Tevgera Azadiya Kurdistanê bi pêngava Dem Dema Aazdiyê ye ket pêvajoya pêngavê. Gav bi gav propagandaya faşîzmê ya weke, “Me PKK’ê qedand û êdî kes nikare derkeve qadê” vala derxist. Ev demeke jî gelê kurd cardin bi rihê berxwedanê çalakiyên faşîzmê dihejîne pêk tîne.

Bi meşa Gemlîkê, meşa Cudî, berxwedana li dijî 9’ê Cotmehê Komploya Navneteweyî û herî dawî jî bi meşên li Silopiya û Stenbolê ket pêvajoyek nû. Li dijî hemû tirs û xofa faşîzmê li ser civakê çêkirî, berxwedanek pê hempa derxist holê. Gavên parçekirina dorpêça faşîzmê ya li dijî civakê bi wêrekî avêt. Ligel hemû êrîşkariyên faşîzmê jî gelê kurd li Silopya û Stenbolê peyamek gelek zelal nîşan da. Ev peyam jî ew e ku gelê kurd tu carî dest ji azadiyê bernade û dê her tim xwedî li Rêberê Gelan Abdullah Ocalan, şehîdên xwe û şervanên xwe yên azadiyê derbikeve.

Ligel hemû êrîşan jî gelê berxwedêr bi seatan li hemû kuçe û kolanan meşiya. Kuçe bi kuçe, kolan bi kolan li ber xwe da. Tirsa faşîzmê dixwest bixe dilê gel tewand û xiste dilê faşîzmê bi xwe. Bi dûrişmeyên dildariya Abdullah Ocalan, şehîdên şoreşa Kurdistanê û şervanên azadiya Kurdistanê nîşan da ku propagandaya faşîzmê ya salên dawî rûxiyaye. Di heman demê de nîşan da ku tekane çareya xilasbûna ji faşîzmê têkoşîn û berxwedan e. Ji bo wê li Silopiya û Stenbolê bi israr li ber xwe da. Dûrişmeyên ku faşîzma tirk weke sûc nîşan dide bênavber hatin berzkirin. Ev meydan xwendina li dijî faşîzm û propagandaya wê ya 8 salên dawiyê bû.

Bêguman ev rewşek wisa tesadûfî derketî holê nebû. Ev encama berxwedana destanî ya şervanên azadiyê, têkoşîna gelê kurd a bi israr û encam dayîna ramanên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û Tevgera Azadiya Kurdistanê bû. Derket holê ku dagirker çiqas bi hemû çekên teknolojiya herî dawî û çekên kîmyewî êrîş bike jî bi ramanên Abdullah Ocalan û îradeya şervanên azadiyê nikare. Hate dîtin ku faşîzm çiqas êrîş dike, ew qas diheje û ber bi têkçûnê ve diçe. Her wiha zelal bû ku Tevgera Azadiya Kurdistanê di her şert û mercê de xwe nû dike, taktîk û stratejiyên nû diafirîne û riyek têkbirina dagirkeran peyda dike.

Dîmenên bi Meşa Gemlîkê heta Meşa Silopiyayê derketin holê encama baweriya gel a bi vê vînê nayê têkbirin û tunekirin. Hate dîtin ku berovajî propagandaya faşîzma dagirkeran li Rojhilat, Rojava, Başûr û Bakur şewqa Tevgera Azadiya Kurdistanê bi şîara, “Jin Jiyan Azadî” li tevahiya cîhanê deng vedide. Pêşeroj ne di ramanên rizî yên dagirkeran de lê di ramana Rêberê Gelan Abdullah Ocalan de ye. Sedsal ne sedsala faşîzmê û dagirkeran e sedsal sedsala gelê kurd e. Faşîzma dewleta tirk bi Hemleya Dem Dema Azadiyê kete pêvajoya têkçûnê û têkoşîna gelê kurd jî kete pozîsyona serkeftinê.

Bi Meşa Silopiya tirsa têkçûnê kete dilê faşîzmê. Lerizîna tunebûnê kete dest û piyên dagirkeran. Dagirker çi bikin bila bikin êdî nikarin bahoza azadiya gelê kurd bidin rawestandin. Li Rojava, Başûr, Bukur û Rojhilat ev ba heta dagirker û hevkarên wan têk bibe nasekine. Meşa Silopiya û Stenbolê pêlek ji destpêka vê bahozê bû û dê pêlên mezintir di rojên pêş de bê. Tişta wekî berpirsyarî dikeve ser milê hemû kurdan jî ew e ku her kes tev li vê pêlê bibe. Ji ber ku faşîzm tenê ji berxwedanê fêm dike.