22 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Di destwerdanê de endamekî Basîc hat kuştin û serhildan berdewam e

Li Îranê hejmara kesên di xwepêşandanan de hatine kuştin bû 304 kes di nav wan de 41 zarokên kêmî 18 salî hene. xwepêşandan û serhildana gel berdewam e.

Li gorî agahiyên ajansa fermî ya Îranê di dema destwerdana xwepêşandanan de li bajarê Ceylanê endamekî Basîc a Îranê hat kuştin.

Li gelek bajarên Îranê serhildana gel berdewam dike û xwepêşandanên bi şev bi dirûşmeyên ‘Bimire dîktator’ û şewtandina wêneyên Xumeynî berdewam dikin.

Li gorî agahiyên dawî ên Rêxistina Mafê Mirovan a Îranê ku navenda wê li Nerwêcê ye hejmara kesên ku di xwepêşandanan de hatine kuştin derkete 304 kesan ku di nava wan de 41 zarok û 24 jin jî hene.

Her wiha hêzên Îranê di van xwepêşandanên dawî de li seranserê Îranê bi sedan xwendekar girtin. 600 mamosteyan bi daxuyaniyekê girtina xwendekaran şermezar kir û piştgiriya xwe ya ji bo daxwazên xwepêşandêran aşkera kir.

Bertekên navdewletî

Ji aliyekî din ve bertek û nerazîbûnên navnetewî li dijî rejîma Îranê berdewam dikin. Wezîra Derve ya Kanadayê Melanie Jolie roja Sêşemê banga rejîma Îranê ya ji bo îdamkirina xwenîşanderên şermezar kir.

Melanie Jolie ji rejîma Tehranê xwest ku vê biryarê ji nû ve binirxîne. Wezîra Kanadayê dilgiraniya xwe ji hindek endamên meclisa Îranê derbirî ku daxwaza îdamkirina çend xwenîşandêran dikin û daxwaz ji rayedarên Tehranê kir ku mafê gelê Îranê yê xwepêşandanê biparêzin.