3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Jin jiyana komînal temsîl dikin’

Derhêner Azad Azîzan, têkildarî xebata belgefîlma xwe diyar kir ku ew li ser jiyana kurdan a komînal fîlmekî amade dike û wiha got: “Di çanda kurdan de jiyana komînal heye

Derhêner Azad Azîzan, têkildarî xebata belgefîlma xwe diyar kir ku ew li ser jiyana kurdan a komînal fîlmekî amade dike û wiha got: “Di çanda kurdan de jiyana komînal heye. Pêşengê vê yekê jin e. Karaktera Şahmaran remza jina şoreşger û pêşenga çanda komînal e.”

Derhêner Azad Azîzan ê ku ji rojhilatê Kurdistanê ye û li Amerîkayê dijî, bi derhêneriyê û sînemageriyê re mijûl dibe. Armanca wî ew e ku li Kurdistanê çand û hunera kurdî bêhtir dewlementir û xurttir bike. Di vê çaroveyê de niha li Amedê li ser çand û hunera kurdî ya li Kurdistanê belgefîlmek dikişine. Azad Azîzan bi vê belgefîlmê karakterên şahmaran, dengbêjî, cotkarî, xwarin û vexwarinên herêmî û karaktera li ser şeraba suryaniyê lêkolîn dike. Dixwaze çand û hunera Mezopotamya û kurdan bide naskirin.

Azîzan, der barê belgefîlma ku li Amedê dikişîne û xebatên xwe de ji rojnameya me re axivî. Azîzan, diyar kir ku wan di belgefîlma xwe de cih daye gelek karakteran û wiha got: “Ez li ser belgefîlmên kurdî dixebitim. Li Amedê belgefîlmekî amade dikin. Belgefîlm li ser çanda kurdan e. Çend karakterên me hene. Her karekterek xwedî çîrokek teybet e. Tişta girîng xeyalên kurdan çi ne? Ev karakter ji dengbêjî, şahmaran, deq, şeraba suryaniyan pêk tê. Karakter li Mezopotamyayê digere û difikire ku bibe pehlewaneke çerxa cîhanê. Şahmaran sembola jinên kurd e. Me xwest ku li vir cih bidin vê karakterê. Di çanda kurdî de jin serdest e. Lê mêran serdestî ji jinan stendiye. Em dibînin ku hemû şerên navxweyî bi destê mêran pêş dikeve.”

Dixwaze çanda winda ronî bike

Di berdewamê de Azîzan, bal kişand ser karaktera Şahmaran ku di dîroka kurdan de weke sembola jina kurd tê pênasekirin û der barê mijarê de ev tişt got: “Şahmaran dubarekirina cihana me ya kurdan e. Dema ku em îro lê dinerin nêrînên me yên dema borî çawa dikare ji me re bibe alîkar û ya xwe saz bike. Em gelek caran tişta li paş xwe ji bîr dikin. Xeyalên me kurdan xeyaleke di paşiyê de ye. Dema kal û pîrên me dibêjin ‘Me çikir’? Ew gotin gelek tiştan tînin ber çavan. Di belgefîlmê de tişta ez li ser dixebitin, tişta ez li wan digerim e. Ez  dixwazim tiştên di dîrok û çanda me de hatine windakirin wan derxim holê.”

Dengê mêr li pêş e

Azîzan, li ser çanda kurdî ya dengbêjiyê jî rawestiya û wiha axivî: “Di çanda dengbêjiyê de dengê mêran dertê pêş. Dema ku mirov li ser çanda kurdî diaxive, bi tenê qala cil û bergên kurdî dikin. Çanda me gelek xweş e. Ez cil û bergên kurdî li xwe dikim. Di hunera dengbêjiyê de dema ku mirov qal dike, dengê mêran derdikeve pêş. Ev tişt ne xweş e. Çanda bihevrebûnê û parvekirinê çanda alîkarîbûn û komînal e. Me xwest tişta di fîlmê de di kamerayê de jî bibînin. Di kadrajê de bi tenê miroveke tune ye dibê ku karakterên dinê jî li cem hebe.”

Çanda kurdan a civakî

Ji bo çanda kurdî Azîzan, bi bîr xist ku tişta heta niha kurd li ser piyan hiştiye çanda wan e û wiha qal kir: “Çawa kurd dikarin piştî ew qas tişt bi serê wan de hatiye, hê jî li ser lingê bimînin. Bersiva vê pirsê ev çanda kurdan e. Di demên dijwar de alîkariya hev dikin û dicivin. Em dikarin minaka erdhejê bidin. Li welatên weke Amerîka û li dewletên Ewropayê jiyana takekesî pir li pêş e. Tenê li xwe difikirin. Di çanda me de tekasekî tune. Jiyana civakî xurt e. Ew li gora modernîzmê teşe digirin.”

Jinê weke amûr dibînin

Azîzan, da zanîn ku li her deverên Cîhanê mêr serdest in û wiha pêde çû: “Mêr her tim jinan weke amûr bi kar tînin. Mêjiyê cihanê yê mêran e. Di civaka me de kesên cihana kurdewarî avakirine dayîk û jin in. Ew sazûmankarên civakê ne. Lê pergala mêr mêjiyê kapîtalîzm û mêrsalariyê ye. Jin her tim li paş tên hiştin.”

Jin li pêş in

Bi domdarî Azîzan, destnîşan kir ku di  belgefîlma dikişine de karakterên jin li pêş in û ev agahî dan: “Di fîlm de jin bi ser dikevin. Ji bo me jî ya girîng ew bû ku jin bi ser bikevin. Di vir de rastiya çanda me kurdan dertê holê. Dema ku em li konsepte dinêrin şoreşgerî û jinên şoreşger dertên ber çavan. Şahmaran jî sembola jinên kurd ên di şoreşgeriyê de her tim serkeftî bûne. Me di vir de xwest ku ka jin di cihaneke serdest çawa ye?”

Piştgiriya saziyan

Azîzan, herî dawî bi bîr xist ku ev belgefîlm bixwe jî li ser jiyana kurdan a komînal hatiye çêkirin û wiha axivî: “Em diçin atolyeyên hunermendan û destûr ji wan dixwazin. Bi alîkariya wan em kêşana xwe dikin. Heta niha jî me kêşana xwe li Qerejdaxê, Pîran û li navenda Amedê kiriye. Alîkariya gelek saziyan gihîştiye me. Saziyên Navenda Çandê ya Firatê, Mordem Sanaat, MA Muzîk, Navenda Sînemaya Rojhilata Navîn û Botan Înterneonal alîkarî kirin.”