28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 15’ê Tebaxê bi girseyî pîroz kirin

Li gelek navendên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 39’emîn salvegera Pêngava 15’ê Tebaxê hat pîrozkirin

Bi hezaran welatî li bajarên Qamişlo, Amûdê û Reqa daketin qadan û 15’e Tebaxê bi coşek mezin pîroz kirin.

Li Qamişlo bi hezaran gihiştin hev

Bi hezaran şêniyên Qamişloyê yên kurd, ereb, suryan û ermen ji bo pîrozkirina salvegera 39’emîn a Pêngava 15’ê Tebaxê şahiyek bi dirûşma “Em Pêngava 15’ê Tebaxê li Rêber Apo pîroz dikin” li dar xist.

Gel şahî li Standa 12’ê Adarê li dar xist. Di serî de bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan dayika şehîd Muhyedîn Gulo, Şemsexan Gulo salvegera Pêngava 15’ê Tebaxê pîroz kir. Piştre, hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişlo Mahsum Hesen wiha axivî: “Em ê ji bo bidestxistina azadiyê li ser şopa fermandar Egîd û hevrêyên wî bin. Pêngava 15’ê Tebaxê karîbû gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bike yek û em bi saya wan fermandaran bûn yek û bûn xwedî doza xweparastinê.”

Amûrê

Bi sedan şêniyên navçeya Amûdê ya kantona Qamişloyê salvegera 39’emîn a Pêngava 15’ê Tebaxê li Hola Beylesan pîroz kir. Pîrozbahî bi dirûşma “Em salvegera Pêngava 15’ê Tebaxê li Rêber Apo pîroz dikin” hate organîzekirin. Qada pîrozbahiyê bi wêneyên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Pêşengê ARGK’ê Egîd û jinên pêşeng hat xemildanin. Di pîrozbahiyê de hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Amûdê Zîwer Silêman 15’ê Tebaxê li gelê kurd û gelên bindest pîroz kir û wiha got: “Fîşeka yekemîn a Pêngava 15’ê Tebaxê li hemberî siyasetên qirkirin, înkarkirin û zulmê ku li ser gelên Rojhilata Navîn hatibûn ferzkirin, hate teqandin.”

Zîwer Silêman anî ziman ku Pêngava 15’ê Tebaxê ji bo gelê Kurd vejînek e û hêviya gelên herêmê ya jiyaneke azad zindî kir. Silêman got ku Şoreşa 19’ê Tîrmehê berhema Pêngava 15’ê Tebaxê ye.

Silêman di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku ew ê têkoşînê bidomînin û destkeftiyên şoreşê biparêzin. Pîrozbahî bi stranan û gerandina govendan bi dawî bû.

Reqqa

PYD`ê û şêniyên Reqayê Pêngava 15`ê Tebaxê li taxa Ekrad a bakurê Reqayê pîroz kir. Di şahiyê de, endamên Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD), endamên Meclisa Malbatên Şehîdan, saziyên sivîl, leşkerî û endamên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê amade bûn. Di şahiyê de, dayikên şehîdan meşeleya cejna vejînê vêxist. Dûre hevserokê Desteya Kar û Barên Civakî û Xebitandinê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Cîhad Hesen axivî û got: “Pêngava 15`ê Tebaxê rojeke dîrokî ye ku gelê Kurd li hember dewleta Tirk a faşîst û mêtinger serî hilda.”

Hesen di dawiyê de got: “Dema em vê rojê bi bîr tînin, divê em fêm bikin ku mîraseke şaristanî ye. Mîrasa parastina nirxên Rojhilata Navîn e. Mîrasa berxwedana li hember koletî û zulmê ye.”

Bi navê PYD`ê endamê partiyê Izedîn Şêxî axivî û pêngav pîroz kir. Şêxî wiha axivî: “Teqandina guleya yekemîn bi destê şehîd Mahsûm Korkmaz, gelên herêmê vejand.”

Di şahiyê de hin helbestên bi zimanên kurdî û erebî hatin pêşandan. Her wiha beşdaran li ber stranan xelekên govendê gerandin.

Kobanê

Bi dirûşmeya “Bi pêngava 15’ê Tebaxê dagirkeriyê têk bibin cenga azadiyê ser bixin” li qada Şehîd Egîd pîrozbahiyek hat lidarxistin. Bi hezaran kes tevlî pîrozbahiyê bûn. Qada pîrozbahiyê bi wêneyên Egîd û Rêberê PKK’ê Abdulah Ocalan hate xemilandin. Piştî deqeyekê rêzgirtinê Hevseroka Desteya Ciwan û Werzîşê ya Herêma Firatê Avaşîn Misto axivî û got: “15’ê Tebaxê jiyanek nû afirand û dawî li tarîtiyê anî.15’ê Tebaxê hişyarkirina gelê Kurd ji xewa giran e, ji wê rojê ta roja me ya îro bênavber têkoşîn û berxwedanî berdewam dike. Vaye bi rihê wê berxwedaniyê şoreşa Rojava çêbû. Em wê sozê didin ku em ê heta dawî li ser destkeftiyên 15’ê Tebaxê li berxwe bidin. Em bang li gel dikin ku em bi hev re dawî li dagirkeriyê bînin.”

Piştre ji aliyê Çand û Hunera Baqî Xido ve komên hunerî derketin ser dikê û pîrozbahî bi gerandina govendê bi dawî bû.