27 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dozger ji rojnameger Akkaya re 15 sal ceza xwest

Dozgerê komarê yê Amedê der barê Rojnameger Remzî Akkaya de heta 15 salan bi daxwaza cezayê girtîgehê îdîaname amade kir

Dozgerê komarê yê Amedê der barê Rojnameger Remzî Akkaya de heta 15 salan bi daxwaza cezayê girtîgehê îdîaname amade kir.

Serdozgeriya Komarê ya Amedê li ser îfadeyên şahidê vekirî Umît Akbiyik, navenda wê Amed li 21 bajaran lêpirsîn dabû destpêkirin. Dozger der barê rojnameger-kameravan Remzî Akkaya yê di heman lêpirsînê de hatibû binçavkirin de, ji 7 sal û 6 mehan heta 15 salan cezayê girtîgehê xwest. 5’emîn Dadgeha Cezeyê Giran a Amedê îdîaname qebûl kir.

Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê di îdianameyê de hate îdiakirin ku Akkaya beriya ku kameravaniyê bike kargeha şûştina erebeyan vekiriye û ew der weke “cihê hevdîtina endamên rêxistinê” hatiye bikaranîn. Îfadeyên Şiyar Aydin ê bi nasnavê “Armanc” jî di îdianameyê de cih girtin. Şahidê vekirî Mesût Dalgali di îfadeyên xwe yên 3’yê tebaxa 2022’yan de, ji rêvebera Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya bi Malbatên di Dergûşa Şaristaniyê de Xizmên Xwe Winda Kirine re (MEBYA-DER) Yildiz D.’yê re gotibû “endama rêxistinê ye” û îdia kiribû ku Akkaya bi Yildiz D.’yê re hevdîtin pêk aniye û Akkaya jê re gotiye ku ew bi keça Yildiz D. a jiyana xwe ji dest daye re hevdîtin kiriye. Tevî îfadeyên şahidan derketina derve ya ji Deriyê Sînor ê Xabûrê jî di nav mijarên sûcdariyê de cih girt.

Di îdianameyê de gotinên Akkaya jî cih girtin. Akkaya di îdianameya xwe de anî ziman ku weke gotinên şahidan, di dikana wî de “dikaneke cam” tune ye, wekî gotina şahid Şiyar Aydin ê ji Cengîz S. re gotiye “endamên rêxistinê” ye jî, muşteriyê wî ye û tu hevaltî pê re nekiriye. Akkaya têkildarî îfadeyên şahidê vekirî Mesût Dalgali ku ji Yildiz D.’yê re gotibû “endama rêxistinê ye” jî bi salan e cîrana wî ye û destnîşan kir ku çûna wî ya derveyî welat jî bi armanca kar e.

Di îdianameya ku hemû kirinên Akkaya weke talîmatên rêxistinê pêk aniye hatiye nirxandin de, ji Akkaya re ji 7 sal û 6 mehan heta 15 salan cezayê hefsê tê xwestin.

Îdianameya Serdozgeriya Komarê ya Amedê amade kiriye, ji hêla 5’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê ve hate qebûlkirin. Danişîna ewil a dozê dê 18’ê îlonê, roja duşemê were lidarxistin.