10 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Pakistanê êrîşî taxa xiristyanan hate kirin

Li Pakistanê li dijî taxa xiristiyanan êrîş pêk hat, gelek dêr hatin şewitandin û goristanek jî hat xerabkirin. Polîsan destwerdana rewşê kir û zêdeyî 100 kesî binçav kirin

Roja Çarşemê bi sedan kes êrîşî taxa Jaranwala ya bajarê Faysalabad li eyaleta Pencabê kir. Di êrîşê de gelek dêr hatin şewitandin û goristanek jî hate rûxandin.

Êrîş piştî ku komeke fanatîkên olî malbateke xiristiyan bi kufrê li dijî Quranê ku pirtûka pîroz a Îslamê ye tawanbar kir, dest pê kir.

Berdevkê rêveberiya Pencabê diyar kir ku zêdetirî 100 kesî hatine binçavkirin û got li malbata ku tên sûcdarkirin digerin.

Di daxuyaniya nivîskî ya ku hat dayîn de wiha hat gotin: “Quran hat îmhakirin û hestên mislimanan birîndar bûn. Ji bo girtina bersûcan biryara girtinê hat dayîn.”

Niştecihên Xxiristiyan ên taxê gotin, pencere û derî hatine şikandin, sarinc, sof, kursî û kelûpelên din li seranserê dêrê hatine komkirin û şewitandin. Hat diyarkirin ku êrîşkaran Încîl, pirtûka pîroz a xiristiyanan jî şewitandine. Xaça li serê dêrê jî hatiye rakirin.

Hat ragihandin ku êrîşkaran xisareke mezin dane malên xiristiyanan. Di dîmenên ku li ser torên civakî hatin weşandin de hat dîtin ku rayedarên misliman bang li alîgirên xwe dikin ku tevî wan êrîş bikin.

Dewletên Yekbûyî ji hikûmeta Pakistanê xwest ku lêkolînê li ser êrîşan bike. Berdevkê Wezareta Karên Derve Vedant Patel roja Çarşemê got: “Ji ber vê bûyera ku li Pakistanê bi îdiayê bêrêzî li hemberî Quranê hatiye kirin û bi hedefgirtina dêr û malên gel bi encam bûye, em gelek xemgîn bûne.”

Berdevk got, “Tundî û gefa tundiyê bi tu awayî nayê pejrandin.”

Berdevkê Amerîkayê got: “Em bang li rayedarên Pakistanê dikin ku li ser van îdiayan lêkolîneke berfireh bikin û aramiyê pêk bînin. ”

Wekîlê serokwezîrê nû yê Pakistanê Enwer-El Hak Kakar diyar kir ku, ew ji bûyeran aciz in û wiha got: “Li hemberî kesên ku qanûnan binpê dikin û kêmneteweyan dikin hedef dê tedbîrên tund bên girtin.”