17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Jin rêbazên çareseriyê diyar dikin

Di 24-25’ê îlonê de ji gelek bajarên Kurdistanê û welatên cuda jin ji bo  4’emîn Konferansa TJA’yê li Êlihê kom bûn. Ji ber ku TJA bi perspektîfa Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji bo serdema me rêyên çareseriyê diyar dike berê jinan li nîqaş û encamên li konferansê bû.

TJA konferansa xwe bi dirûşma ‘Em li dijî faşîzmê bi biryar di azadiyê de bi israr in’ da destpêkirin. Roja destpêkê ya konferansê ji çapameniyê re girtî bû. Roja duyemîn ji çapameniyê re hat vekirin. Di destpêka roja duyemîn de sînevîzyoneke li ser têkoşîna jinên kurd a 20 salan hat nîşandan. Bi sedan jinên kurd ên ku sînevîzyonê temaşe dikirin di her kêliya ku nav an jî wêneyê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan derbas dibû de bi tilîlî û sloganên xwe eywana ku lê bûn dihejandin. Vê refleks û nêzikatiya jinên ku ji bajarên cuda gihîştine hev, israra di azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan de raxist ber çavan.

Di konferansê de mijarên sereke yên wek tecrîda li ser Abdullah Ocalan û encamên wê yên di nav civakê de, şerê taybet, êrîşên zayendperest û hişmendiya mêrperest hatin nîqaşkirin. Her wiha bûyerên li rojhilatê Kurdistanê diqewimin yek ji nîqaşa sereke ya konferansyê bû. Kongera ku bi tevlibûna ji hezarî zêdetir jinan pêk hat tenê bi nîqaşan neqediya. Jinên bi xemla xwe ya kurdistanî tev li kongereyê bûbûn di dawiya konferansê de ji bo serdema nû hin encamên girîng jî girtin.

Konferansa ku bi coş dest pê kir bi encamnameyek bi dawî bû. Jinên kurd di encamnameya konferansê de hîmên bingehîn ên têkoşîna serdema nû diyar kir;

* Tecrîda ku ev 23 sal in li Girava Îmraliyê li ser Abdullah Ocalan tê meşandin gihîştiye asta herî jor û bandora xwe ya li ser civakê her roj dijwartir didomîne. Ji ber vê yekê jinan di serî de biryara li dijî tecrîdê dan û bi biryardarî gotin ku em ê ji bo azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan têbikoşin.

* Ji ber ku di bingeha hemû pirsgirêkan de hişmendiya mêrperest heye jinan di xala duyemîn de da zanîn ku ew ê li dijî feraseta mêr-dewlet û polîtîkayên tundiyê têbikoşin.

* Di sedsalên dawî de hişmendiya dagirker li ser Kurdistanê polîtîkayên tunekirinê didin meşandin. Ji ber vê yekê yek ji encama ku ji konferansyê derket têkoşîna li dijî siyaseta dagirkerî û mêtingeriyê bû.

* Jinên ku li hemberî hişmendiya mêran têdikoşin niha bi awayekî dijhiqûqî di girtîgehan de dîl tên girtin. Di konferansyê de jinan got ku em ê ji bo azadiya jinên girtî btêkevin nav hewldanan.

* Hişmendiya ku nikare kurdan tune bike bi rêbazên şerê taybet di şexsê jinan de dixwaze civakê qir bike. Bi vê boneyê yek ji encama ku xurtkirina rêbazên li dijî şerê taybet bû.

* Wek tê zanîn hişmendiya dagirker li her aliyê Kurdistanê xwezayê talan dike. Jinên ku di ferqa girîngiya xwezaya xwe de ne dê di demên pêş de jî li ser tunekirina xwezayê têbikoşin.

* Aborî bi kapîtalîzmê re bêtir ket bin serweriya mêran. Di nav aboriya ku di bin serweriya mêran de ye her ku diçe cihê xebata jinan tê tengkirin. Di vê mijarê de jinên kurd li 4’emîn Konferansa TJA’yê biyara aboriya demokratîk, ekolojîk û komunal da.

* Çand û ziman hîmên sereke yên xwebûna civakan e. Têkiliya jinan a bi ziman û çandê re dihêle ku civak bi xwebûna xwe bijî. Ji ber vê yekê jin girîngî didin xebatên çand û zimanê zikmakî û di vê konferansyê de jî diyarkirin ku bi vê zanebûnê dê têbikoşin.

* Ji bo ku ev encamên hatin girtin pêk werin biryar hat dayîn ku akademiyên azadiya jinan werin vekirin.