18 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Jinên Rojava mînak tên dîtin

Jin di 4’ê îlonê de ji gelek welatên cuda li Tunûsê tev li 3’yemîn Konferansa Jinan a Cîhanê bûn. Endama Jinên Kedkar (EKA) Delal Erol a ku tev li konferansê bûbû di 24-25’ê îlonê de jî li Êlihê tev li 4’emîn Konferansa TJA’yê bû.

Delal Erol der barê 3’yemîn Konferansa Jinan a Cîhanê û 4’emîn Konferansa TJA’yê de ji Rojnameya Xwebûnê re axivî.

Endama EKA’yê Delal Erol di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser hejmar û cudahiyên jinên ku beşdarî konferansê bûbûn û ev tişt anî ziman: “Di nav beşdaran de gelek jinên ji aliyê netewe, etnisîte û nasname ve ji hev cuda hebûn. Armanca konferasê rêxistinbûyîneke ji navendî bû. Wek tê zanîn Konferansa Jinan a Cîhanê cara yekemîn di sala 2011’an de li Venezûela dest pê kir. Vê carê her çiqas ji ber pandemiyê hejmara beşdaran kêm be jî di nav 6 rojan de gelek atolye li Tunûsê hatin kirin û me gelek sûd ji wan girt.”

Rêbazên têkoşînê tên diyarkirin

Delal Erol da zanîn ku tevî gelek nêrînên jinan ên cuda li konferansê hebûn jî encamên derketin holê hevbeş bûn û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li her derê cîhanê êrîşên li dijî jinan her ku diçe zêdetir dibin. Pergala ku bi pandemiyê re ket krîzê bi taybetî jinan bi hezaran kedkaran xist tengasiyê. Şerê ku bi destê emperyalistan tê meşandin her diçe xwe berfirehtir dike. Em baş dizanin ku di bingeha hemû pirsgirêkan de mêr hene. Me di konferansê de xwest li ser van mijaran rêbazên têkoşîna xwe diyar bikin.”

Erol diyar kir ku di konferansê de herî zêde jinên kurd bal kişandine û wiha pê de çû: “Jinên kurd ên ji Rojava ku di nav şoreşê de cih girtin û niha di nav kar û barê rêvebirinê de cih digirin bala jinên tev li konferansê bûbûn, kişandin. Helbet jinên kurd tenê li Rojava li ber xwe nadin lê rastiyeke heye ku jinên Rojava heta asteke azadiyê bi dest xistine. Ji ber vê yekê jinên Rojava mînak tên girtin.”

Jinên kurd hêz didin

Erol piştî 3’yemîn Konferansa Jinan a Cîhanê tev li konferansa TJA’yê bû û li ser konferansyê wiha axivî: “TJA li Êlihê bi hêza ku ji têkoşîna jinên kurd girtiye konferanseke mezin li dar xist. Ji Tirkiyeyê û cihanê gelek jin tev li konferansyê bûn. TJA bi vê konferansya xwe hêzeke mezin da çareserkirina pirsgirêkên jinên kurd û hemû cîhanê.”

Erol bal kişand ser kuştina Jîna Emînî û wiha dawî li axaftina anî: “Di vê serdemê de li ser navê dîn tundî û îşkence li ser jinan pêk tê. Mînaka vê ya herî dawî kuştina jina kurd Jîna Emînî ye. Di vê serdemê de divê em jin piştgirî bibin kesên ku ji kujerên Jîna Emînî hesap dipirsin û dixwazin rejîma Îranê ya tundrew hilweşînin.”