5 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Derdê wan ne civak şîrket in

Di 26’ê îlonê de Lîjneya Wezîran di bin Serokatiya Serokkomar Tayyîp Erdogan de hat lidarxistin. Di civînê de mijara aboriyê bi awayekî berfireh hat nîqaşkirin. Piştî civînê Serokkomar Tayyîp Erdogan, daxuyanî da û angaşt kir ku ji ber bihabûnê hejmara kesên ku ji bo ceyranê piştgiriya dewletê bigirin zêde kirine. Her wiha Erdogan, ji bo fatoreyên ceyranê yên giran ên cotkaran jî diyar kir ku biryar dane cotkar piştî berhema xwe ya salê hilînin fatoreyên xwe yên ceyranê razînin.

Hevseroka Odeya Endezyarên Ceyranê (EMO) ya Amedê Sorgul Aytek Avşar, der barê van daxuyaniyên Erdogan ên derbarê enerjiyê de ji rojnameya me re axivî û nirxandinan kir. Hevserok Sorgul Aytek Avşar, diyar kir ku ji ber girêdayî derve ye û enerjiya xwe nû dike naye hilberandin li Tirkiyeyê yek ji pirsgirêkên mezin bihabûna enerjiyê ye.

Herkes ji buhabûnê bi gazinc in

Aytek, diyar kir ku polîtîkaya enerjiyê ya desthilatê ne rast e, divê polîtîkaya enrejiyê ne ji bo şîrketan ji bo gel be û wiha got: “Divê destpêkê hilberandina enerjiyê bê sererastkirin. Heke hilberandina wê buha be ev ji gel re dibe bar. Ji bo vê jî divê polîtîkayên hilberandina enerjiyê bên guherandin û enerjiya ku xwe nû dike bê tercîhkirin. Buhabûna enerjiyê tenê bandor li beşeke civakê nake. Yanî buhabûna enerjiyê bandorê tenê li xizanan nake, li tevahiya civakê dike. Wisa bûye ku herkes ji buhabûna enerjiyê bi gazinc in. Kesên dewlemend û karsaz jî ji buhabûna enerjiyê bi gazinc in.

‘Divê ji buhabûnê re çare bê dîtin’

Di berdewamê de Aytek, destnîşan kir ku paşdexistina razandina heqê enerjiyê ne çareserî ye û ev nirxandin kir: “ Heqê enerjiya buha ha te îro daye ha te salek şûnde daye ji bo kesê enerjiyê xerc dike pir ferq nake. Divê çare ji buhabûna enerjiyê re bê dîtin, ne ji razandina heqê wê re. Ji bo çareseriyê divê riyên nû yên hilberandina enerjiyê bên dîtin. Tişta ku niha desthilat dike ne çareserî ye. Tenê dixwaze nîşan bide ku hin tiştan dike. Lê di rastiyê de tiştek nake. Tişta ku dike jî ji bo şîrketên hilberandina enerjiyê ye. Ji bo gel tiştekî nake.”

Ji neçarî enerjiyê xerc dikin

Ji bo pirsgirêka cotkaran a enerjiyê ku Erdogan got, ‘wê cotkar piştî hilandina berhemên xwe ya salê heqê enerjiya ku xerc kirine bidin’ jî Aytek bal kişand ser projeya GAP’ê û ev tişt gotin: “Di projeya GAP’ê de tenê bendav hatin çêkirin. Qenalên ku piştî bendavê diviyabû bihatana çêkirin hê jî nehatine çêkirin. Heke ev qenal bihatina çêkirin wê cotkaran bi ava van qenalan avdaniya xwe bikirana. Lê niha ji neçarî bi enerjiyê avdaniya xwe dikin.”

Tenê şîrketên mezin difikirin

Aytek, bal kişand ser hewldanên pêşxistina hilberandina enerjiya rojê û astengiyên desthilatê yên ji bo vê enerjiyê û der barê mijarê de ev agahî dan: “Destûra ji bo enerjiya rojê jî guhertin. Niha tenê şîrketên mezin dikarin destûra hilberandina enerjiya rojê bigirin. Ji bo şîrketên biçûk ku ji xwe re enerjiya rojê hildiberînin jî qanûneke nû derxistin. Li gorî qanûna nû; ev şîrket neçar in ku enerjiya ji wan zêde bêpere bidin şîrketin hilberandina enerjiyê. Divê ku tevahiya civakê bê fikirandin.”