2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Jîna tu nemir î

Kuştina Jîna Emînî, di îlona 2022’yan de bû sedema pêleke nû ya xwepêşandanan li Komara Îslamî. Lê heta îro jî bi tundûtûjiya hin caran hovanetir hêza xwe diparêze

Roja nemirbûna te li te û li Kurdistanê pîroz be jina delal, Jînaya nemir. Dema mirov li ser gora wê dirusmeya “Jînaya delal tu nemir î, tu sembol î” berzî kirin dibe ku ne ew ne jî Jîna nehizirî bin, ka bê wê çi bandorekî bêhempa bike cangorîbûna wê li seranserê cîhanê. Hem navê wê yê torîn “Jîna”, hem ew dirûşma ku herî zêde li nave wê tê, ya “Jin Jiyan Azadî” li hemû zimanên cîhanî hat wergerandin, li hemû kolanan hat berzkirin, li ser devê herkesî bû straneke berxwedanê.

Kuştina Jîna Emînî, di îlona 2022’yan de bû sedema pêleke nû ya xwepêşandanan li Komara Îslamî. Lê heta roja me ya îro jî bi tundûtûjiya hin caran hovanetir hêza xwe diparêze. Rastiya ku Jîna jineke kurd bû û pêla xwepêşandan û raperînan û belavbûna wan a ji rojhilatê Kurdistanê ber bi hemû Îranê ve xwedî hin bingehên dîrokî bûn. Ev rastî ji destpêkê ve ji hêla hin derdorên desthilatdar û bi taybetî jî ji hêla mêtingerên Kurdistanê û hevkarên wan ve bi zanebûn hat paşçavkirin û tarîkirin. Helwesta bi zanebûna a kurdan, xwedîderketina li Jînayê li hemberî vê tarîkirinê bû sedem ku herkes îro bi navê Jîna re kurdbûna wê jî bilêv dikin.

Di tundiya dewletan de ya bi destên hêzên ewlehiyê (polis, leşker) tên kirin de tunehesibandina faktorên wek kêmnetewe, zayend, ol, ‘nijad’ û hwd. fenomeneke gerdûnî ye. Sedemên cuda yên êrîşên li dijî jinan, gelên bindest, gelê reşik, penaberan û hwd. neyên dîtin û li gorî vê analîz neyên kirin, rastî tê çewtkirin. Wekî di mînaka Jînayê de ku rayedar xwestin nexweşiyên wê wek sedema mirina wê nîşan bidin; an jî aliyê muxalîf xwestin tenê jinbûna wê wekî sedema kuştina wê nîşan bidin. Lê ne nexweşiya wê, ne jî tenê jinbûna wê bû sedem ku Jîna hat kuştin. Ne beredayî ye ku kurd ev salek e, li hemû kolanan navê wê yê kurdî “Jîna”, tev li slogana kurdî “Jin Jiyan Azadî” diqîrin û hewl didin ku her kesek tebigihêje vê rastiyê.

Navê qurbaniyên rastî sîdeta dewletê hatinê bilêvkirin û çîrokên wan naskirin helwesteke polîtîk e. Kampanyaya #NavêWêBêje (#SayHerName 2015) xwe dispêre fikra bilêvkirina navên jinên reş ên ku bûne qurbaniyên tundiya polîsan. Bi mebesta vê kampanyayê tê xwestin ku mirov pirsên pêwîst der barê sedem û rewşên vê tundiyê bipirsin. Têgeha gotina #NavêWêBêje jî sembol an kurtenivîsek e ji bo hînbûn û vegotina çîrokên jinên leqayî tundiyê hatine. Li gorî Kimberlé Crenshaw ku wekî çavkaniya vê gotinê dikare bê dîtin, gava mirov nav dibêjin, ew tên vexwendin ku çîrokê nas bikin û dema ku mirov çîrokê dizanin, wê demê têdigihîjin, bê çawa laşên reşik li hember tundiya polîsan di xeterê de ne.

Di destpêkê de bi saya malbata Jîna ku nehişt ew bi awayekî bêdeng û bêhesabpirsîn bê binaxkirin; her wiha bi saya gelê kurd ê welatparêz ku ji kêliya destpêkê ve xwedî li Jîna derket û hîn li ber derê nexweşxanê bi dirûşma “jin jiyan azadî” Jînaya nemir tenê nehişt; û bêguman bi helwesta Tevgera Jinên Kurd û çalakvanan ku sedem û encamên kuştina Jîna di çarçoveya wê ya dîrokî, civakî û zayendî de girtin dest û bi vî awayî hisyariyeke berfireh di raya giştî de çêkirin; nav û cîroka Jîna gihîşte her derê.