17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Atîk:Girtiyên nexweş terkî mirinê dikin

Dayika girtiyê nexweş Fatma Atîk, diyar kir ku kurê wê gelek caran cûye nexweşxaneyê lê neyê dermankirin û got: “Gelek mafên wan ên jiyanî tên binpêkirin. Şertên girtîgehê her ku diçe girantir dibe.”

Li girtîgehan girtiyên nexweş nayên dermankirin. Ji ber vê yekê malbatên girtiyan bi bertek in. Desthilata AKP-MHP’ê her ku diçe şert û mercên girtîgehan zehmetir dikin. Li gelek girtîgehan mafên girtiyên nexweş û yên din tên binpênkirin. Dayika girtiyê nexweş Fatma Atîk, du kurên wê di navbera salên 2017 û 2018’an de li Sêrtê û li rojavayê Kurdistanê di şer de jiyana xwe ji dest dan. Kurê Fatma Atîk Devrîm Ronî Atîk di nîsana 2023’an de hat girtin. Ronî Atîk li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hejmar 1  a Amedê girtî ye. Niha her hefte diçe nexwşxaneyê. Dema ku wî dibin nexweşxaneyê rastî gelek heqaret û tundiyê tê. Gelek caran jî dermanên wî nadinê. Li girtîgehê mafê wan ê jiyanî gelek tê binpêkirin. Gelek caran pirsgirêkên avê dijîn û ava serşûştinê caran heta du rojan li ser wan digirin. Dayika girtiyê nexweş Fatma Atîk, der barê îşkenceya li Ronî Atîk hatiye kirin anî ziman ku kurê wê her hefte diçe nexweşxaneyê û tedawî dibîne û wiha got: “Gelek caran dermanên wî nadinê. Gelek mafên wan ê jiyanî tê binpêkirin. Gelek caran nikarin xwe bişon.”

Fatma Atîk, diyar kir ku di sala 2017’an de kurê wê yê mezin li navçeya Hawêl a Sêrtê jiyana xwe ji dest daye û wiha qala serpêhatiyên xwe kir: “Dema ku em çûn cenazeyê xwe bînin me gelek zehmetî kişand. Ji me re digotin ew terorîste. Nehiştin ku mele cenaze bişo. Dema me cenaze anî polîs û leşkeran deh caran em rawestandin. Cenaze ji darbestê derxist.”

Nehiştin malbat şînê dîne

Fatma Atîk, bilêv kir ku kurê wê yê din jî li rojavayê Kurdistanê jiyana xwe ji dest da û wiha got: “Dema ku me cenazeyê xwe anî Amedê polîsan nehiştin kes tevli merasîma cenaze bibe. Hiştin tenê xizmên malbatê tevli merasîma cenaze bibin. Nehiştin em şînê dînin. Heta niha gelek caran bi ser mala me de girtine. Deriyê me yê malê şikandine. salê du caran bi ser malê de digirin.”

Pirsgirêka jiyanî

Atîk, da zanîn ku kurê wê Ronî 5 meh in girtî ye û ji gelek mafê xwe yê jiyanî bêpar dimîne û wiha pêde çû: “Kurê min 5 cmeh e girtî ye. Hej îdeaname amade nekirine. Di bin çavan de îşkence lê kirin. Bi îşkenceyê guhê wî zerar dîtiye. Her hefte diçe nexweşxaneyê. Gelek caran dermanên wî nadinê. Mafê wan ê jiyanî tê binpêkirin. Gelek caran ava germ qut dikin û nikarin xwe bişon. Heqê ceyranê pir tê. Hin malbat hene nikarin heqê fatûrayê bidin. Di heman demê pirsgirêka xwarin û vexwarinê jî gelek dijîn.”

Şert giran dibin

Fatma Atîk herî dawî bal kişand ser rewşa girtîgehê û got “Her roja ku diçe rewşa wan xerabtir dibe Dema ku ez çûm hevdîtina wî, şopê îşkenceyê di laşê wî de xuya dikirin. Niha hê jî dibin bandora îşkenceyê de mayê. Di bin çavan de du roj ew bê av û xwarin hiştin. Şertên girtîgehê her ku diçe girantir dibe. Her rojê heqaretê  li wan dikin. Pirtûk û nameyan nadin wan.”