21 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Delegasyona Jinan a Navneteweyî serdana Nobeta Edaletê kir

Delegasyona Jinan a Navneteweyî, sardana çalakiya Nobeta Edaletê ya li Amedê kir. Malbatan ji endamên heyetê xwestin ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê rakirin.

Girtiyên PKK û PAJK’ê di çarçoveya pengava “Ji Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî” di 27’ê mijdarê de dest bi çalakiya dorveger kiribûn. Piştî çalakiya girtiyan, malbatên girtiyan û parazvanên mafên mirovan jî di 5’ê kanûnê de dest bi Nobeta Edaletê kirin. Nobeta Edaletê ku bi pêşengiya Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtiyan re (TUHAY-DER) re dest pê kir, di roja ya 9’emîn de berdewam kir. Delegasyona Jinan a Navneteweyî, serdana çalakiya Nobeta Edaletê ya li avahiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a navçeya Rezana Amedê didome, kir. Malbatan, ji heyeta ku daxwazên wan guhdar kirin re, gotin ku ew dixwazin tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê rakirin û aştî pêk were.

‘Ez dixwazin der barê pêvajoyê de agahiyê bigrim’

Li ser navê heyetê jî siyasetmedar Paula Martin Ponz axivî û wiha got: “Em çîrokên girtiyan meraq dikin. Ez dixwazim der barê vê pêvajoyê de û ev tişt çawa derketin holê de agahî bigrim. Tiştekî biçûk be jî em dixwazin bikin.

Di serdanê de malbatan dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan” û “Jin jiyan azadî” berz kirin û tilîlî kişandin.