5 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Leşkerên tirk ketine nava gundên Biradostê

Li gorî dîmenên ku ajansda Rojnews’ê belav kirine, leşkerên Artêşa tirk ketine nav gundên Biradostê û rê nadin ku xelk biçin gundên xwe.

Li gorî agahiyan, leşkerên tirk kesên dixwazin biçin gundên xwe, di lêpirsînê re derbas dikin û li wesayîtên wan temaşe dikin. Leşkerên Artêşa tirk nahêlin xelk bi awayek asayî bikevin nava gundên xwe û vegerin bajêr.

Di heman dîmenê de tê dîtin, wesayîtên leşkerên artêşa tirk ketine nava gundê Hêşme yê li herêma Bermîze ya Biradostê û leşker niştecihên gund rawestandine û lêpirsînê bi wan re dikin.

Hêjayî gotinê ye gundê Hêmşe 50 kêlometre ji navenda Sîdekan dûre. Ji sala 2017’an heya niha dewleta tirk nêzî 20 baregehên leşkerî li Herêma Biradostê bi alîkariya PDK’ê avakiriye.