28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Jinan Cansiz, Dogan û Şaylemez li ser gorên wan soza mezinkirina têkoşînê dan

Nûnerên rêxistinên jinan û saziyên civakî li ser gorên Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên li Parîsê hatibûn qetilkirin, kom bûn û ew bibîranîn. Jinan di bibîranînê de gotin “Heta ku Kurdistan azad bibe em ê têkoşîna xwe hevalên xwe bidomînin.”

Yek ji endamên damezirîner a PKK’ê Sakîne Cansiz (Sara), Nûnera Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) ya Parîsê Fîdan Dogan (Rojbîn) û Endama Tevgera Ciwanên Kurd Leyla Şaylemez (Ronahî) di 9’ê Çileya 2013’an de li paytexta Fransayê Parîsê hatin qetilkirin. Bi ser komkujiyê re 11 sal derbas bûn. Nûnerên saziyên jinan û rêxistinên civakî li ser gorên her sê jinên kurd kom bûn û ew bibîr anîn.

Mereş

Fîdan Dogan, li ser gora xwe ya li taxa Xopon a navçeya Elbistan a Mereşê hate bibîranîn.  Parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Ceylan Akça, Dîlan Kûnt Ayan, Dayikên Aştiyê, aktîvîstên TJA’yê, Komeleya Elewiyan a Demokratîk (DAD), endamên Meclisa Jinan a DEM Partiyê, xizmên Dogan û bi dehan kes beşdarî merasîma bibîranînê bûn. Jinan wêneyê 3 jinan rakirin û li ser gorê rêz girtin. Beriya bîranînê tax û goristan ji aliyê polîs û cendermeyan ve hate dorpêçkirin.

‘Em ê serî danînin’

Parlamentera DEM Partiyê ya Amedê Ceylan Akça diyar kir ku beriya 11 salan 3 hevalên wan bi komployeke tirsnak re li nava Ewropayê hatin qetilkirin û wiha got: Dema ku me her 9’ê çileyê ew bi bîr dianînin, di sala 2016’an de jî 3 hevalên me li Silopiyayê hatin qetilkirin. Di sala 2021’an de hevala me Nagehan Akarsel hate qetilkirin. Fikirîn ku dema jin qetilkirin em ê îtaet bikin. Lê em ê îtaet nekin. Ev ne cihê kesên îtaet bike ye, cihê kesên jiyan veguherandine têkoşînê ye. Em hene û em ê hebin. Em ê têkoşînê mezin bikin.”

Parlamentera Rihayê ya DEM Partiyê Dîlan Kûnt Ayan jî anî ziman ku 11 sal derbas bûn lê têkoşîna azadiya kurd li ser piyan e û wiha axivî: “Em hevalên xwe yên windakirine bi bîr tînin û soza mezinkirina têkoşînê didin. Ji dayikên Taybet heta niha têkoşîn didome wê xelas nebe. ‘Jin jiyan azadî’ li cîhanê belav bû. Têkoşîna jinên kurd wê tu caran xelas nebe. Em soza vê li ser gora hevala xwe Fîdanê didin.”

‘Em ê ala wan li erdê nehêlin’

Berdevka Meclisa Jinan a Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Bêrîvan Bahçecî jî bal kişand ser têkoşîna azadiyê ya jinên kurd û wiha got: “Ala ku hevalên me dewrî me kir, em ê tu caran li erdê nehêlin. Ala ku ji bo aştiyê hatiye bilindkirin em ê bilindtir bikin. Hemû hevrêyên xwe yên jiyana xwe ji dest dane bi bîr tînin.”

Bîranîn bi dirûşmeyên “Jin jiyan azadî” û “Şehîd namirin” û qûrnefîlên danîn ser gorê bi dawî bû.

Mêrsîn

Di salvegera komkujiyê de Leyla Şaylemez jî li ser gora xwe ya li Mêrsînê hate bibîranîn. Parlamenterên DEM Partiyê Salîha Aydenîz, Perîhan Koca û Alî Bozan, Hevseroka Giştî ya Partiya Jinûve Avakirinê ya Sosyalîst (SYKP) Canan Yuce, rêxistinên navend û navçeyê yên DEM Partiyê, endamên Meclisa Dayikên Aştiyê jî di nav de gelek kes beşdar bûn.

Girseya di dema meşa ber bi gora Şaylemezê de her tim dirûşma “Jin jiyan azadî” berz kir, dema gihişt ser gorê ji bo jinên di Komkujiya Parîsê û hemû jinên di têkoşîna jinên kurd de jiyana xwe ji dest dane rêz girtin.

‘Em kujerên Sêvêyan û Akarselan nas dikin’

Hevseroka Giştî ya SYKP’ê Yuce ya li ser gora Şaylemez axivî, diyar kir ku komkujî 12 sal in nayê ronîkirin û wiha got: “Em kujeran ji Sêvêyan, Nagîhan Akarselan nas dikin. Em ji hevalên xwe yên jin ku her roj li kolanan tên qetilkirin nas dikin. Ev feraseta tarî dijminê jinan, dijminê kurdan û dijminê xwezayê ye. Esas ji her tiştê zindî re dijmin e. Di sala 2013’an de bi deh hezaran li ser milê jinan me cenazeyê Leylayê rakir. Em li vir careke din mîrateya hevalên xwe weke mîrateya xwe xwedî lê derdikevin û soz didin ku em ê têkoşîna wan li erdê nehêlin. Li Tirkiyeyê têkoşîna jinan li pey wan hat. Jinan mîrateya wan li pey xwe hişt dewr girtin û têkoşîn mezin kirin. Em ê dest ji vê têkoşînê bernedin. Em ê bi hev re têkoşîna wekhevî, aştî û edaletê bidin.”

Li başûr Nagîhan li Rojava Hevrîn Xelef qetil kirin

Parlamentera DEM Partiyê Salîha Aydenîz jî bertek nîşan da ku 12 sal in faîlên komkujiyê nehatine aşkerekirin û got: “Em kujeran baş nas dikin. Lê Fransayê kujer dernexistin holê û komkujiya duyemîn pêk hat. Evîn Goyî û hevrêyên wê jî li Fransayê hatin qetilkirin. Em dizanin kujerên jinên li Ewropayê hatine kuştin heman in. Em ê têkoşîna wan heta ku azad bibin bidomînin. Yên ku kurd kirin çar parçe û dixwazin têkoşîna wan bifetisînin li Başûr Nagîhan qetilkirin. Li Rojava Hevrîn Xelef qetil kirin. Li bakurê Kurdistanê Sêvê, Fatma û Pakîze qetilkirin. Li Rojhilat Jîna Emînî qetil kirin. Bi Jîna Emîniyê re têkoşîna azadiya jinan belavî hemû cîhanê bû. Felsefeya “Jin jiyan azadî” û têkoşîna jinan a kurd îro belavî hemû cîhanê bû. Em jî ji vir li ser gora Leylayê soz didin; em ê vê têkoşînê bidomînin. Heta ku Kurdistan azad bibe em ê têkoşîna hevalên xwe bidomînin. Jinên kurd tu caran bi paş ve gavê naavêjin, dest ji azadiyê bernadin. Em ê her roj, her deqîqe, her saniye têbikoşin.”

Piştî axaftinan qûrnefîl danîn li ser gora Şaylemez.

 Dêrsim

Rêxistina DEM Partiyê ya Dêrsimê ji bo Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan, Leyla Şaylemez û Sêvê Demîr, Fatma Ûyar û Pakîze Nayir ên di dema qedexeyên derketina derve yên sala 2015-2016’an hatin îlankirin de li navçeya Silopiya ya Şirnexê hatin qetilkirin li avahiya Komeleyên Elewiyan ên Demokratîk (DAD) bernameyeke bîranînê li dar xist. TJA, Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglû, parlamentera Dêrsimê Ayten Kordû, Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Esengul Demîr, Hevserokên DAD’ê Kadriye Dogan û Zeynel Kete, Dayikên Aştiyê û gelek kes beşdarî bernameya bîranînê bûn.

Li eywana ku bîranîn lê hate kirin pankarta “Jiyana me her tim şer bû, şervanên mirovahiyê azadiyê pêk tînin” hate daliqandin. Dîsa wêneyên jinên hatin qetilkirin hatin daliqandin û mûm hatin vêxistin.

Bîranîn ji bo kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştî rêzgirtinê ji bo 6 jinên siyasetmedarên kurd ên hatin qetilkirin sînevîzyon hate nîşandan.

Hevberdevka HDK’ê Esengul Demîr a di bîranînê de ewilî axivî wiha got: “Em dizanin ev komkujiyên siyasî bi hişekî bi plan û rêxistinkirî hatiye kirin. Bi ser komkujiyê re 11 sal derbas bûn, kûjer hatin veşartin.”

Demîr, bal kişand ku komkujî ji bo pêşiyê li tevgera kurd bigirin hatin kirin û wiha berdewam kir: “Piştî van komkujiyan pêvajoya aştiyê hatiye qûtkirin û polîtîkayên tecrîdê yên hatine kûrkirin xistin dewrê. Bi windahiya berxwedêrên jin dest ji têkoşînê nehate berdan. Çawa ku bi Xwişkên Mîrabel têkoşîna jinan mezin bû, bi Sakîneyan jî têkoşîn mezin bû. Sakîne, Pakîze û Sêvê rûmeta me ne.”

Parlamentera DEM Partiyê ya Dêrsimê Ayten Kordû jî wiha got: “Hevala Sakîne keseke hem li dijî pergala serwer a zilam hem jî ji bo azadiya hemû gelan têdikoşiya. Sakîne zaroka Dêrsimê bû. Li dijî îmha û înkarê helwesteke wê hebû. Ev siyaseta înkarê hêj didome. Em li ser axa Dêrsimê wê bi rêzdarî bi bîr tînin.”

‘Sakîne dîroka me ye’

Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglû jî anî ziman ku jinên hatine qetilkirin têkoşîna jiyaneke nû didan. Turkoglû, bi lêv kir ku hêzên navnetewî jî li dijî têkoşîna jiyana nû ya kurdan di nav şer de ne û wiha got: “Heke em jiyaneke birûmet û wekhev bixwazin divê em her cure bedel bigirin li ber çavan û wisa bijîn. Hevalên me çok nedanîn, em jî çok na deynin. Sakîne dîroka me ne. Ev dîrok neçare zindî bimîne. Em ê qet desta ji têkoşîna hevrêyên xwe bernedin. Em ê têkoşînê mezin bikin. Ez hemû şehîdên me bi rêzdarî bi bîr tînim. Divê em vê mîrateyê biparêzin û têkoşînê mezin bikin. Bila ev jî soza me be.”

Rêvebera MEBYA-DER’ê Meryem Soylû jî wiha got: “Em nikarin têkoşîna Sakîneyê û hevalên wê bi hevokan vebêjin. Li Zindana Amede li dijî rêbazên hovane derket. Tişta heval Sakîne ji me xwest temamkirina xeyalên di nivî de mayî bû. Divê em jî wan xeyalên di nivî de mayîn temam bikin.”

 Piştî axaftinan loqme hatin belavkirin.

Piştî bîranînê gora Sakîne Cansizê hate ziyaretkirin. Miduriyeta polîsan destûr da ku tenê 10 kes serdana gorê bikin. Şandeya ji Halîde Turkoglû, Ayten Kordû û Dayikên Aştiyê pêk dihat li ser gorê Cansiz bi bîr anîn. Li ser gora Cansiz dûa htain kirin û kulîlk danîn ser gora Cansiz.

Turkoglû ya li ser gora Cansiz axivî, bertek nîşanî biryara walîtiyê da û wiha got: “Ez dixwazim vê ji heval Sakîneyê re bêjim; têkoşîna te dimeşand îro li her derê cîhanê deng vedide. Li Kurdistanê li her derê cîhanê jin dibêjin ‘Jin jiyan azadî’. Fîkriyata Sakîneyê li her derê dijî li her derê nemir dibe. Em ê hesabê ji kujeran bipirsin. Me ev helwesta bibiryar ji hevala Sakîneyê wergirt û em ê xwedî li vê mîrateyê derkevin.”