2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Bi hezaran 3 jinên şoreşger bibîr anîn

Bi hezaran kesên ku li Qamişlo, Şam, Kobanê, Hesekê, Tebqa kom bûn, 3 jinên kurd ên şoreşger û diplomat bibîr anîn.

11 sal berê li Parîsê sazumankara PKK’ê Sakîne Cansiz (Sara), Endama KNK’ê Fîdan Dogan (Rojbîn) û Leyla Şaylemez (Ronahî) hatin qetilkirin. Bi hezaran jinên ku li gelek navendên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kom bûn, 3 jinên şoreşger bi merasimên girseyî bibîr anîn. Jinan wêneyên şehîdên her du komkujiyên Parîsê û posterên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hildan û pankartên “Bi rihê şehîdên Parîsê em ê faşîzm û dagirkeriyê têk bibin” vekirin.

Qomişlo

Bi pêşengiya Kongra Star û Yekitiya Jinên Ciwan, bi hezaran şêniyên Qamişloyê bi meşekê komkujiya Parîsê şermezar kir. Meşê ji Çerxerêya Osman Sebrî dest pê kir û li Çerxerêya Şehîd Rûber veguherî mîtîngê. Di mîtîngê de ji rêveberên Kongra Star Şaha Xelîl Komkujiya Parîsê şermezar kir û got: “Şehîd Sakîne ji salên 80’yî ve têkoşîn kir, li hemberî faşîzmê serî hilda û ji bo parastinê tevgerê berdêlên giran da. Şehîd Sakîne di tevahî mercan de tê koşiya û di têkoşînê xwe israr kir ta gihaşt asta şehadetê.”

Ji Rêveberên Meclisa Jinan a Malbatên Şehîdan a Kantona Cizîrê Cewahir Osman jî bal kişand ser her du komkujiyên Parîsê û wiha got: “Her sê jinên têkoşer di komkujiyekê de şehîd bûn, piştre komkujiyeke din li dijî 3 têkoşerên pêk hat. Her du komkujî li navenda paytexta Fransayê ya ku îdiaya demokrasî û parastina mafên mirovan dike, pêk hat. Lê mafên mirovan li ber çavê wê tên binpêkirin.”

Cewahir Osman diyar kir ku pergalên serdest hewl didin di kesayeta jinan de heqîqet, hebûn û jiyanê qetil bikin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em tevgerên jinan qetilkirina her sê hevalên xwe bi tundî şermezar dikin. Em soz didin em ê têkoşîna xwe û têkoşîna wan a ji tunebûnê jiyanek afirandin, bidomînin.”

Mîtîng bi berzkirina dirûşmên bi banga hesabpirsînê ji qatilên jinan bi dawî bû.

Kobanê

Bi hezaran şêniyên kantona Firatê jî bi heman armancê meşek li dar xist. Meş ji Qada Jina Azad a li bajarê Kobanê dest pê kir û li Dibistana Şehîd Seydo sekinî. Li virî endama Meclisa PYD’ê Mehabat Koçer bal kişand ser têkoşîna jinan a piştî avabûna Tevgera Rizgariya Kurdistanê û rola her sê jinên pêşengê a li hemberî pergala baviksalar.

Mehabat anî ziman ku serekftinên ku jinan îro bi dest xistine berhemên têkoşîna şehîd Sakîne Cansiz û ramanên Rêber Abdullah Ocalan in.

Zanîngeha Rojava

Yekitiya Jinên Ciwan çalakiyek li avahiya Zanîngeha Rojava ya li Qamişloyê li dar xist. Di çalakiyê de bi dehan xwendekar hazir bûn. Wêneyên şehîd Sara (Sakîna Cansiz), Rojbîn (Fîdan Dogan) û Ronahî (Leyla Şaylemez) li hola çalakiyê hatin daliqandin û mûm li ber wan hatin pêşxistin. Her wiha pirtûkên şoreşgerî ku di nav de pirtûka li ser jiyana şehîd Sara heye û sinevizyonek li ser jiyana her sê şehîdan û siyatên qirkirinê yên ku pergalên netewdewletê li dijî jinan hate pêşandan. Pirtûka şehîd Sara û pirtûkên şoreşgerî û wêneyên her sê şehîdan li xwendekaran hatin belavkirin.

Beşa Jineolojiyê ya Fakulteya Zanistên Civakî ya Zanîngeha Rojava jî semînerek têkildarî komkujiyên yekemîn û duyemîn da. Di semînerê de îşaret bi armanca dewleta Tirk ji hedefgirtina jinên şoreşger û tunekirina şoreşa jinan hate kirin. Di çalakiyê de hin beşên pirtûka “Jiyana Min Tev Şer Bû” ya şehîd Sakîne hatin xwendin.

Şam

Li Şamê jî, Meclisa Kongra Star şehîdên Komkujiya Parîsê ya Yekemîn bi civînekê bi bîr anîn. Civîn li taxa Zorava ya Şamê bi tevlêbûna bi dehan jinan hate lidarxistin. Di civînê de endama Kongra Star a Şamê Newroz Xelîl daxuyaniyek da û got dewleta Tirk a dagirker ji bo vemirandina çirûska şoreşa jinan her sê jin; Sara, Rojbîn û Ronahî şehîd xistin, lê belê bi ser neket. Newroz diyar kir ku ew nemir in û şoreşa wan ya li hember zordaran berdewam e.

Hesekê

Li bajarê Hesekê jî bi beşdarbûna bi sedanên jinê ji bajar û navçeyên Til Temir, Zirgan, Dirbêsiyê, Şedadê û Holê meşek hat lidarxistin. Meş li Çerxerêya Sînalko ya li bajarê Hesekê dest pê kir û li çerxerêya Kevokê bi dawî bû.

Di çalakiyê de rêvebera Kongra Star a navçeya Dirbêsiyê Fatima Keleş di  kesayeta şehîd Sakîne Cansiz û hevalên wê Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez de tevahî şehîdên têkoşîna azadiya bi bîr anîn. Fatima Keleş komkujî şermezar kir û got, dê têkoşîna berdewam bikin ta azadiya tevahî jinan mîsoger bikin. Çalakî bi berzkirina dirûşmên silavkirina berxwedana jinan û şermezarkirina komkujiyê bi dawî bû.

Tebqa

Li kantona Tebqayê meşek ji aliyê Kombûna Jinan a Zenûbiyayê ve hat lidarxistin. Bi sedan jin û xelkê kantona Tebqayê, nûnerên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk, komîte, nivîsgehên girêdayî mecilsê, meclisên leşkerî, Partiya Sûriya Pêşerojê, rûspiyên kantonê û tevgerên jinan û ciwanan beşdarî meşê bûn ku li taxa sêyemîn li pêşiya Rêveberiya Dergehan dest pê kir. Meş li taxa duyemîn li pêşiya navenda Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya rawestiya û veguherî mîtingê.

Endama Rêveberiya meclisê, Semîre Hebeş axivî û got: “Siyasetên sûcdariyê yên dewleta Tirk li Sûriye û derveyî wê jî ranewestin. Komkujiyên li dijî gelan û têkoşeran pêk anîna, hîna di bîran wan gelan de zindî ne.”

Semîre şehîdên komkujiya Parîsê ya yekemîn bi bîr anîn û diyar kir ku terora ku dewleta Tirk li dijî gelê herêmê û Rêber Abdullah Ocalan dimeşîne berdewam e û civata navneteweyî bi bêdengiya xwe rê dide dagirkeriyê ku sûc û komkujiyên dîtir bike.

Semîre soz da şehîdan ku rêya wan berdewam bikin û destkeftiyên hatine bidestxistin biparêzin, ji bo ku gel bigihêje azadî û mafê xwe têkoşîna ku şervanên hêzên leşkerî li dijî dagirkeriyê nîşan didin, wê berdewam bikin.